KOBANÊ – Nerazîbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gef û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Ji 17’ê meha Tîrmehê ve bi sedan şêniyên kantona Kobanê li ser sînorê Bakurê Kobanê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin.
Konê çalakiyê li gundê Qeremox ê nêzî sînor hatiye vedan û di roja 24’emîn de didome. Çalakiya îro ji aliyê Navçeya Şêran û HPC’ê ve hate dorgirtin. Bi sedan kes herikîn cihê konê û nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiye dan.
Di bin konê çalakiyê de pankartên “Ji dagirkeriya faşîst re na” û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin daliqandin.
Çalakiya Mertlên Zindî yên bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo û Girê Spî jî didome û seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên nerazîbûnê têne lidarxistin.