MÛŞ – Serê sibehê di encma serdegirtina malan a li Mûşê de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mûşê Ferhat Çaki û Muhlîse Karaguzel û ji welatiyan jî Kudbettîn Çelîk hat binçavkirin. Hevserokên ku hatin binçavkirin, bi awayê kelepçekirî, anîn avahiya HDP’ê ya bajêr û li wê derê lêgerîn hat destpêkirin.
Lêgerîna ku 8 saetan berdewam kir hat bidawîkirin û hevserok birin Muduriyeta Emniyetê.