EFRÎN – Ji herêmê tê ragihand ku balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagiker li ser gundên Birc Qusê, Meyas û Zirnahitê yên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê digerin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve, gundên Soxonakê, Zernaîta, Meyasa û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrewayê topbaran kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 127 top avêtine gundên navborî. Ji ber topbaranê hejmara sivîl birîndar bibûn.