GIRKÊ LEGÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan li Girkê Legê derbarê gefên dewleta tirk a dagirker daxuyanî da raya giştî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta dagirker a tirk dixwaze bi rêbaza êrîşkirine xwe ji xetimandinê rizgar bike, lê wê êrîşên dagirker encam negre. YJC di daxuyaniyê de bang li hemû jinên ciwan û ciwanan kir ku bi beşdarbûna têkoşîna pêşeroja xwe azad bikin.
Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwan wiha ye:
“Wekî ku tê zanîn, pergala dagirkerî di nav xetimandinekî mezin de ye. Ji bo xwe ji wê xetimandinê xelas bike rêbaza bi êrîşkirinê hilbijartiye. Ew rêbazê bi êrîşê li encamê gerandin, bingeha ava kirinê a pergala dagirkerî tine. Dîrokê de hin merhele heye ku di navbera dagirkerî û hêzên jiyana azad da şer bi awayekî pir dijwar dibe û encamên wê şerê cîhanê de xwedî bandoreke pir mezin ava dike. Pêvajoya ku em niha tê de jiyan dikin jî pêvajoyekî wisaye. Dîsa hemû hêzên dagirker li ser esasê berjewendiyên xwe kom bikin û li ser axa me bazirganiyên pir qirêj dikin lê em wek jinên ciwan bi tu awayî ew dagirkerî qebûl nakin û li hemberî dagirkerî em ê tekoşînekî bê hampa dîrokî bidin nîşandan. Derfetê jiyana azad ava kirin li pêşiya jinên ciwan e, ev pêvajo bi sekin û tevgerandina jinên ciwan re wê diyar bibe, heger dagirkerî gefan li gelê me dixwe em jî wek jinên ciwan bibin pêşengê gelê xwe û welatekî azad misoger bikin. Li ser vî esasî em bangawazî li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku werin em pêşeroja xwe azad bikin.”
Daxuyanî bi avêta dirûşmeyan bi dawî bû.