EZAZ – Çavkaniyên herêmî ragihand ku motorsîkletek bomebarkirî li bajarê Ezaz ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta tirk deye teqiya. Di encama teqînê de gelek çete hatine kuştî û birîndar bûne. Heta niha tu aliyan berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.
Li herêmên dagirkirî wekî Ezaz, Bab, Cerablus, Idlib û Efrînê rojane teqîn rû didin û rewşa ewlehiyê tevlihev e.