RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Her ku ez ez im, van mirovên me yên ku vê rewşê dijîn naecibînim. Ev kesayet û mirovên ku bêîdîa, sivik, bêçare û bêberhem in, bertek raber kirim û berê xwe dame şoreşgertiyê. Ji pirsa mirovê ku pir xwedî pirsgirêkan e ka çawa dikare xwe dewlemend bike re hewl dam ku bersîv peyda bikim. Di derbarê asta netew, asta civak, heta asta mirovanî de, yanî bi asta enternasyonal gelo wê karibin min hindek gohdar bikin û hindek têbigihîjin de ponijîm. Lê hun bêtir di çarçoveya malbatê de nêzîk dibin. Ji pirsgirêkê re hewqas teng û paşmayî nêzîkbûn nabe. Da ku rûmetekê biderbirîne, pêwîst e ast hêzdar be. Tebî ev jî bi çeka partiyê û bi hêza rêxistinê pêk tê. Tu dikarî bi zênên xwe ya siyasî, bi behremendiya xwe ya dahûrîner, bi hostatiya xwe ya şerkirinê bibî dewlemend. Di encam de wê tu daringî jî, arişen jî bînî. Hingê hêz û xurtî ya te ye. Mirovên wisa dikarin bi hev re bimeşin. Di asta navnetewî de, bi seroktî çima kes min napejirîne? Ji ber ku gelê Kurd pir xizan e. Her ku neyê rewşa hêzeke stratejîk, di hevsenga navnetewî de neyê şûngeheke ku karibe rolekî girîng bileyize, dizanim ku wê qîmeta min jî zêde nebe. Ev yek min bir serokatiya stratejîk. Di bingeh de ger ku hun bi şibandinekê gelê Kurd têxin şûna jinê, hunê baştir fêm bikin. Mînak we jinan çima kes zêde rişt nahesibîne? Çima zilam pir erzan nêzîk dibin? Pir bi mafdarî ew bendewariyên wê yên ku nêzîkatiyeke hezkirineke rast, debar, saxlemî û perwerdehiyê danaynin pêş we? Ji ber ku hun xizan in, yanî bêhêz in. Zilam di yek derbê de dibêje, “Ez vê jinê bi çendî û çawa bikirim!” Çima? Ji ber ku zêde giraniya we tune. Mînak keçeke Alman bi gor keçeke Tirk bihayek diderbirîne. Li pêşberî deh zilamên Tirk bêtir giran e. Zilamên Tirk ji wan keçan re “jinantiyê” dikin. Lê heman zilam, li hember keça Anadolê weke totirna ye. Va, pêwîst e êm bi vê têbigihîjin. Çima ku tê keça Tirk wisa ye? Ma jixwe çi hêza wî heye! Jixwe ramana wê di rewşa qedandinê de ye. Dilê wê davêje yan na, ne diyar e.
Ji ber ku ez ketim erjenga vê, min dest avêt pirsgirêka azadiyê. Ev hemû dibe ku ji we re tiştekî bîr neyênin, lê belê ji bo min weke ku vejena hîdrojenê roketan dehf dide, weke sedemê dehfdanê ye. Statuyên nayê pejirandin hene. Ev ji PKK’ê re rê vedike; ev jî ji pirsgirêkan re riya çareseriyê ye. Lê hun tenê dikarin bigirîn. Hun dibêjin, “Wey çi bi serê min hat!” û mîna çarenûsê dibînin. Qencî û bedewî ya min bi teşeyekî ku kesî ji we necerbandiye, bi çavên çarenûsê lê nenihêrtin a min e. Hema hilkevê û têkil hev bike, encam çi dibe bila bibe; Apocîtî hindek ev e û rast e.
Ev tenê ne ji bo we, ji bo zilaman jî pêwîst in. Çîroka jiyana xwe baş dizanim. Dema ku têkiliya jin-zilam dibe mijara gotinê, di jiyê min ê ciwan de ne kesî min bextewar didît, ne jî min tiştekî wisa ji xwe re layiq didît. Min got, ku her tiştî bi viyana xwe ya azad nedim afirandin namerd bim û hewl dam ku wan têkiliyên sipartiyê pergalê bigirim; di salên ciwantiyê de, eyb nîn e, hewl dam ku bi jinekê re têkilî deynim. Me vê eşkere kiriye. Piştre em bi vê baş têgihîştin ku, ew tiştên ku ji hêla pergalê ve hatiye amadekirin û pêşxistin ne guncan e ku bi gor kêfa xwe bigirî û bi kar bînî. Her tiştê ku pergal pêşkeşê te dike ji bo berjewendiyên xwe ne. Li hember vê di helwestekê de peyda bûn, di bingeh de nêzîkatiyeke mezin e.
Her wiha pêwîstî heye ku gelek têkilî û kesayetiyên ku bingehên xwe ji pergalê digirin weke mafdarî bi şik nêzîk bibin. Ez vê di wateya polîsiyê de nabêjim. Di nirxandineke min de, her çende ku bi şêwazeke nepixandî hatibe gotin jî, min ji bo jinê gotibû, “Zayendeke ku çonatiya xwe ya bûna sîxurtiya objektîf herî belavbûyî ye.” Çima “Sîxura objektîf” e? Super teslîmê viyana serdest bûye. Kesayeteka ku hewqas bûye rajêrê viyana serdest, desthilatiya zilam û desthilatiya çînayetiyê, helbet “Sîxura objektîf” e. Ev rasteqîn koletiyê, radestbûnê û lihevhatinê har dike. Ji ber vê yekê me pir giraniya xwe da nêzîkatiya azadiyê. Me vê jî got: Ger tu jinê tam azad bikî, wê tu rê vebikî ji bo şoreşeke pir radîkal. Ev nirxandin rast e. Ji ber ku gelê xizan qîmeta xwe ya stratejîk tune. Di aliyekî de jî tam girtîbûn, ji bo te zemîna hêz derxistina rastê pêşwazî dike. Ger em qasî navên xwe li xwe layiq nebînin ketibin, bizanibin ku me bihayê xwe pir wenda kiriye. Ev yek ji bo malbat, jin û zilam jî dikare bê gotin. Qîmeta jiyanî nebe, ev tê wê wateyê ku hinekan te pir xistiye. Hingê ma tuyê ji vê re bibêjî, “Çarenûs!” Ma tuyê bibêjî, “Wisa hatiye wê wisa here.” Naxêr! Sedemên vê civakî ne, çareserî jî civakî û zimanê wê jî têkoşîn e.
Pir eşkere ye ku em bangawaziya uslûp û azîna têkoşînê li we dikin. Beriya her tiştî pênase û armanca têkoşînê heye. Piştre jî kesayet û têkiliyên ku qîmet bi dest xistine. Tê dîtin ku vegotinên min bi piranî guncavê rastîna we ye û pêwîst e jî.
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN