Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Dîroka Kurdistan bêguman gelek bi êşan tijiye. Lê qendî ku bi êşan tijiye ewqas jî bi barên serbilindî û lehengiyan tijiye.
Her çendî gelek caran “bi maf jî bibe” em îxanet, hevkarî û xaîntiya ku di nava dîroka me de derketine û heta roja îro jî hatine dinivîsînin jî, lê em bizanin ku dîroka Kurd û Kurdistan ewqas bi egîdî û merxasî jî hatiye hûnandine.
Bêguman em tevahî wan hevkaran, xaînan û îxanetkaran bibînin û her tim li dijî wan bi egîdî bitêkoşin jî. Lê ya ku menewiyata me bilind dike yek jî lehengiyên ku di dîroka me de jiyane. Yên ku em esas bibînin ev in, yên ku em bi lêv bikin ev in, yên ku em bîr bînin û tim li ser qise bikin jî ew in.
Kî dikare gotinên Şêx Seîd Efendiyê ku li ber sêdarê de; ”Dawî li jiyana min a dinê hat. Ji ber ku ez ji bo neteweya xwe dibim qurban, ne poşman im. Tenê bila neviyên me li ber çavên dijmin me fedîkar nekin” bîra bike?
Gelo kî dikare gotinên Seyîd Abdulqadir; ”Jixwe di mijara şewitandin û hilweşandinê de hûn navdar in. We ev der jî veguherand Kerbelayê. Vê bizanin ku bi mêtingeriya erjeng û bêînsaf, nav û şeref nabe…” werin bîra kirin?
Dîsa kî dikare gotinên Doktor Fûad wek; ”Min her tim dixwest ku ji bo welatê xwe bi egîdî canê xwe feda bikim. Bêguman e ku li ser vê xaka ku em tên daliqandin wê alaya serxwebûnê bê daliqandin” bîra bike?
Her wiha gotinên Parêzer Tewfîq yên wek; ”Cenazeyê min nîşanî tevahî cîhanê bidin û bila her kes bizane ku ne ji bo mafên takekesî, ji bo mafên neteweyî şer dikim. Bijî Kurdistan!…” gengaze ku werin bîra kirin?
Hele gotinên Koçzade Elî Riza yên wek: ”Ji ber ku min çeka xwe ne li dijî neteweya xwe, li dijî dijminê me Tirkan bi kar anî, gelekî dilşad im. Ev e niha jî ji bo Kurdbûyînê jiyana xwe dikim qurbanî” bi hest tijî, bîra kirina xwe mumkun e?
Em guh li Helbestvan Mele Abdurrahman bidin yê ku dibêje, “Nemerdino!… Di bin lingê min de hûn gelekî piçûk û nemerd in. Bizanin, Kurd ne darek e, dimire lê serî natewîne!…”
Her wiha Hanîzade Helbestvan Kemal Fevzî yê ku dibêje; ”Kurdistana bihuşt a me ye. Em in maloban û kî çi dibêje bila bibêje, em ê dîsa bikevin hundir, wê ti hêz nikaribe ji vê re bibe asteng, ji ber ku ew a me ye.” Me ne di nava dilê me de axîviye?
Gelo ew mirovê mezin Xalîdê Cibirî dema ku gotinên xwe yên wek; ”Li dijî we ne bi tenê me. Li pişt min, Neteweyek bi heybet a Kurd li Îran, Mezopotamya û Tirkiyeyê heye. Îro hûn min dadiliqînin, lê ti gumanên me nîn in ku wê sibehê neviyên me jî qira we bînin” çawa hestên hemû kurdan tîne ser ziman?
Hêna xweşiktir û bi tijî hest Yusuf Ziya bi gotinên wek; ”Ez bi fikar bûm ku we yê bi bexşandina pozîsyon û rayeyê me bixapanda. Şikur ji Xwedê re, we bi gule û werîsan em pêşwazî kirin û ji ber vê jî em bi ti awayî ne poşman in. Bi saya vê dersa ku we daye, wê neviyên me tola me hilînin” merama xwe ma îfade nekiriye?
Dîsa ew mirovê rû pak û vîcdanê tevahî aleviyan Seyîd Riza, dema ku dibin ber sêdarê ler ser esasa ku bi poşmaniyê xwe were efû kirin, bersiva xwe ya ji bo me tijî şîret ma ne wiha bûn: “Min derewên we nikarî, ew ji min re bû ders; min jî li hemberî we çok danenî, bila ew jî bi we re bibe derd.”
Pêşaweyê gelê Kurd Qazî Muhammed dema dibin sêdarê, gotinên ku ji me re hêştîne, ma tevahî ne şîret û amojgerî ne?
“Gelê Kurd! Xwişk û Birayên Min ên Xoşewîst! Ji bo xatirê Xwedê êdî dijminahiya hev nekin! Bibin yek, li hember dijminê zordar li piyan bin û ti carî xwe nefiroşin wan!.. Gelî biraderan! Êdî bi fend û fêlên dijmin nexapin. Dijminê Kurd ji kîjan nijad û neteweyê be dîsa dijmin e. Bêrehm û bê wijdan e. Ti carî dilê wî bi Kurdan naşewite. Wan bi hev dide qirkirin û kuştin…
Di çavên wan de çend Kurd hene, eger çi Misilman jî bin, tewanbar û sucdar in. Kuştin û tinekirina wan rewa ye. Me, ji bo xwe xenîmet dihesibînin…
Eger serokê eşîran xiyanet nekiribûna û xwe nefirotiba hikûmeta Şah, hûn û komara me bi vê çarenûsê re hevrû nedihatin…
Çi ji wê qenctir û hêjatir e ku mirov di rêya gelê xwe de ser, mal û canê xwe gorî bike? Min her tim dixwest ku ez dema bimirim li hember Xwedê, pêxember û gelê xwe rûspî bim. Ev mirin ji bo min serkeftin û pîrozî ye…
Kurdistan mala hemû Kurdan e. Çawa ku her endamê malê ji bo parastina wê berpirsyar e û yek ji yekê çavnebarî nake, Kurdistan jî wisa ye. Eger we dît kesekî berpirsyariyekê hilda ser xwe bihêlin, bila encam bide. Kevir navêjin karê wî, pêçewanê wî destek bikin. Bila ji bo vî karî serperiştî bike…
Ji bo çend roj jiyana vê cîhana bêdom, nebin patexwirên-hevkarên dijmin. Ji ber ku dijmin, dijmin e, cihê baweriyê lê nîne.
Li hember hevdu di hêla siyaset, can û mal de xiyanetê nekin. Ji ber ku xiyanetkar li ba Xwedê û gel sik û bê nirx e. Bizanin ku xiyaneta xayinî vedigere ser xwediyê xwe…
Ta hûn nebin yek hûn serkeftî û pîroz nabin. Li hember hevdu zordarî û zorê rewa nebînin!”
Her wiha gotinên Xalê Şehab ango Şehab Şêx Nûrî yên wek “Kêm Bijî û Qal Bijî” jî hêna di guhê me de dengvedidin. Gotinên ku di nava çar dûvaran de dijî rejîma Saddam bi serbilindî hatine avêtin, di girtigêha Amedê de bi qîran û dirûşma Mezlûm Doxan ”BERXWEDAN JIYANE” bû çeka herî xûrt dijî îxanet û mêtingeriyê.
Erê, îro carek din roj roja ku her Kurdek, Kurdistaniyek tam jî li gore mîrasa me ya dîrokî bi coş û kelecanek mezin dakeve kolana, heman wek keça Kurd Rindêxan çawa ku di dema xwe de qîrkiriye, bi dengek bilind qîrkibikeye:
“Ez im rinda Rindêxan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar”