NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Reyhanli ya Hatayê li depoyek cebilxaneyê li ser hev teqin rû dan û nêzî 5 saet şewitî. HBDH derbarê van teqinan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniya ku hate dayin ev çalakî Yekîneyên Tolhildana şehîd Delal Amed û Ulaş Adali ku girêdayî HBDH’ê ye pêk aniye. Derbarê detayên çalakiyê wê piştre daxuyanî bê dayin.
Daxuyaniya HBDH’ê wiha ye:
“Bi wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê 1984’an ku em dikevin 35’emîn salvegera wê, Yekîneyên me ên Tolhildana şehîd Delal Amed û Ulaş Adali li Reyhanli li dijî qadek ku depoya cebilxaneyê lê bû çalakî lidar xist. Depoya ku ji bo bicihkirima malzeme şer dihat bikar anîn, di heman demê de wek baregeha veşartî ya MÎT û TSK’ê ji bo leşkerên wan dihat şîxulandin. Piştî çalakiyê hêzên me bêyî wendahî bidin vegeriyane baregehên xwe. Detayên çalakiya ku tu zerar negihiştiye sivîlan em piştre bi daxuyaniyekê eşerek bikin.”