AMED – Di roja yekem a cejnê de welatiyên Amedê çûn pakrewangehên şehîdan û gorên xizmên xwe ziyaret kirin.
Welatî çûn gorên xizmên xwe ziyaret kirin dua kirin û aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd xwestin. Bi taybetî li Goristana Yenîkoy a Amedê, Goristana Asrî ya li Şehitlika Amedê û Goristana Deriyê Mêrdîn bi girseyî ziyaret hatin kirin. Dîsa li goristanên Çemê Elikê û Sîsê yên Liceya Amedê malbat û rêvberên HDP’ê û MEBYA-DER’ê bi girseyî gor ziyaret kirin. Li navçeya Pîranê jî Goristana Pirêjman bi girseyî ziyaret kirin. B hezaran kesan serê sibê berê xwe dan ser goristanan û li ser gorên zarokên xwe cejn pîroz kirin. Malbatan, gul û çîçekên li ser gorên zarokên xwe çandibûn av dan, dua kirin û xwestin êdî şerê heyî bi dawî bibe.
GORA ZULKUF GEZEN ZIYARET KIRIN
Yek ji malbatên ku li ser goristanê gorên zarokên xwe ziyaret kirin malbata Zulfuk Gezen bû. Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawi bibe di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û piştre di zindanê de çalakiya fedayî pêk anîbû, li ser gora xwe bi girseyî hat ziyaret kirin. Malbatê li Goristana Yenîkoyê gora Zulkuf Gezen ziyaret kir û dua xwendin. Dayika Zulkuf, Havva Gezen li ser gorê peyama aştî, azadî û edaletê da û got: “Em dibêjin êdî bes e. Bila ciwanên me bes bên kuştin. Bila êdî hêsirên dayikan nerijin.”
Bav Şehmuz Gezen jî cejna hemû malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane pîroz kir. Gezen bal kişand ser peyama Ocalan a dawî û wiha got: “Birêz Ocalan dîsa di aştiyê de israr kir. Divê êdî dewlet gavan bavêje. Ger ku dewlet gavan bavêje ev pirsgirêk wê çareser bibe.”
GORÊN NASNAMEYA WAN DIYAR NEBÛYE JÎ HENE
Li aliyekî bi hezaran malbat gorên xizmên xwe ziyared dikin, li aliyê din gelek gorên ku hêj nasnameya wan diyar nebûne û li gorîstana bêkesan defin kirine jî hene. Bi taybetî piştî şerê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de hat îlankirin û şûnde bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan hêj nasnameya wan diyar nebûye.
265 MALBAT HÊJ GORÊN ZAROKÊN WAN NE DIYAR IN
Di 19’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, li Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û ew biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Lê belê ji 267 cenazeyan 265 jê 20meh in li ATK’ê tên sekinandin. Heta niha tenê du malbatan cenazeyên xwe wergirtine. Li gel ku ATK’e mînaka xwîna malbatan girtiye jî hêj cenaze nedane. Malbatên 265 kesan hêj li benda cenazeyên zarokên xwe ne û nikarin biçin ser gora zarokên xwe dua bikin.