DUHOK – Li gorî agahiyên herêmî tê gotin ku Behzad Newaf ji ber parvekirinaên li dijî Neçirvan Barzani ya li ser Facebookê hate girtin.
Li parêzgeha Duhokê, ciwanekî Êzidî yê bi navê Behzad Newaf (19) du roj beriya niha ji aliyê asayîşê ve hatiye binçavkirin û rê nayê dayîn ku malbat wî bibîne. Li gorî zanyariyên ku malbatê dane, Behzad Newaf ku di heman demê de xwendekarê Zanîngeha Duhokê ye, beriya du rojan li bajaroka Şariya ya girêdayî Duhokê hat binçavkirin.
Xalê Behzad, Xalid Qasim li ser mijarê agahî dan û da zanîn ku Behzad Newaf jî, di dema êrîşên çetên DAIŞ’ê de, ji Şengalê li gel malbata xwe koçî parêzgeha Duhokê kiribû.
Qasim destnîşan kir ku hêzên asayîşê bi ser mala Newaf de girtine û bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ew binçav kiriye û biriye. Qasim got ku rayedarên asayîşê tenê gotine, “derbarê wî de gilî heye” û tiştek din negotine.
Xalid Qasim diyar kir ku malbat ji bo dîtina Newaf çûye navenda Asayîşê, lê bi hinceta ku betlane ye û tu kesî amade nîne, rê nehatiya dayîn kurê xwe bibîne.
Tê gotin ku Behzad Newaf ji ber li ser Facebook Neçirvan Barzanî rexne kiriye, asayîşa PDK’ê ew girtiye.