NAVENDA NÛÇEYAN
Tekîn Sadakê ji herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê bi dilxwazî 15 sal ji bo MÎT’a Tirk xebitiye. Di encama îxbar û agahiyên ku Sadak bi îstîxbarata Tirk re parve kiriye gelek welatparêz hatine girtin û wendahiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê çêbûye.
Roja çarşemê Stêrk Tv beşa sêyemîn a bernameya ‘Kûrmên Darê’ ya li xwemikûrhatinên sîxûrên MÎT’ê weşand. Di beşa sêyemîn a bernameyê de cih dane îtîrafên Tekîn Sadak’ê ji bajarê Silopî yê girêdayî Şirnexê û Gûlfîdan Aktaşa ji bajarê Nisêbîna Mêrdînê. Me beşa sêyemîn kir du beş. Îro emê îtîrafên Tekîn Sadak ê 15 sal ji bo MÎT’ê bi dilxwazî xebitiye biweşînin û roja Înê jî îtîrafên Gûlfîdan Aktaş biweşînin.
Tekîn Sadak di sala 1987’an de li bajarê Silopî ya girêdayî parêzgeha Şirnexê tê dinê. Di sala 2005’an de dema zanîngeh qezenc dike û derbasê Amedê dibe, dikeve xefka MÎT’a Tirk. Tekîn Sadak dibêje, ew ji sala 2005’an ve bi MÎT’ê re dixebite û wiha diaxive: “Min di sala 2005’an de zanîngeh qezenc kir, ji bo bixwînim min Amed hilbijart. Heya wê demê qet derneketibûm derveyî Silopiyayê. Dema min zanîngeh li Amedê dixwend ez ji aliyê endamên îstîxbarata Emniyetê yên bi navê Yilmaz û komîser Nûredîn ve hatim xistim. Gef li min xwarin û gotin, eger tu ji bo me sîxûriyê nekî, tuyê berdêla wê giran bidî. Ez jî neçar mam qebûl bikim. Destpêkê min bi îstîxbarata Emnîyetê re kar kir.”
Ji ber sîxûriya dewleta Tirk baş dike, derbasê MÎT’ê tê kirin
Ji ber Sadak sîxûriyê bi awayeke serkeftî pêktîne, di demeke kurt de ji îstîxbarata emnîyetê (TEM) derbasê MÎT’ê tê kirin û bi berdewamî wiha dibêje, “Piştî demekî şûnde gotin em li te xwedî dernakevin û emê te biguherînin. Paşê min bi endamên MÎT’ê yên bi navê Mert û Alpay re dan naskirin. Êdî min bi MÎT’ê re kar kir. Min di sala 2005’an de xebatên xwe yên zanîngehê bi MÎT’ê re dimeşand. 2006’an vegeriyam Silopiyê û li vir peywendiya min bi wan re bi dawî bû. Ji ber min pêşkêşiya şahiya Newrozê kiribû, biryara girtinê derbarê min de derket. Berê ji min re gotibûn, dema tu ketî tengaviyê em dixwazin tu careke din li me vegerî, emê alîkariya te bikin. Ji ber vê dema biryara girtina min derket, min careke din li wan gerî û ji wan re got, biryara girtinê ji bo min derketiye, ez çi bikim? Min bi endamên MÎT’ê yên li Silopiyayê dixebitîn re dan nasîn. Ew min ji Silopî derxistin û şandin Amedê. 2006’an ez ji bo çend mehan çûm Amedê heya îddîanameya derbarê min de derket. Di wê navberê de ez li Amedê bi keçek re destgirtîbûm. Di navbera Amed, Êlih û Qozlûxê de diçûm û dihatim. Heya Tebaxa 2006’an li Amedê bûm û ez li wir zewicîm.”
Piştî girtin û binçavkirinan bixwe peywendî li gel MÎT’ê di deyne
Tekîn tevî ku gelek caran tê binçavkirin û girtin û carna îstîxbarat peywendî li gel na deyne jî lê ew bi dilxwazî careke din peywendî di deyne û dixwaze li beramber pere li gel îstîxbaratê bixebite. Tekîn Sadak di dirêjahiya îtîrafên xwede dibêje, ew kengê diket tengaviyê li MÎT geriyaye û careke din daxwaza kar ji wan kiriye û wiha diaxive, “Careke din ez vegeriyam Silopiyê û min xebatên xwe yên li gel endamên MÎT’ê Nedîm û Denîz dewam kir. Salê carekî yanjî dû salan carekî min dewrê hev dikirin. Min heya 2007 bi Nedîm û Denîz re kar kir. Ji 2008 heya 2010’an jî min bi Ferîd, Tarik û Erkut re kar kir. Di dawiya sala 2010 heya 2011’an hatim girtin. Nêzî 3 meh û nîvan di girtîgeha Mîdyadê de mam. Dema derketim derve careke din bi MÎT’ê re hevdîtina min çêbû. Min cara yekem ew kesê jêre dihate gotin, ‘midûr’ li Cizîrê dît û naskirina min pêre çêbû. Dîsa di hezîrana 2011’an de ji ber alîkariya rêxistinê hatim girtin, vê carê 6 meh di girtîgeha Sêrtê de mam. Piştî ji girtîgehê derketim, careke din min li Cizîrê bi Mudur re hevdîtinek pêkanî û min rewşa xwe îzah kir û sedema girtina xwe ji wan re got. Wê demê ji min re gotin, ‘Ji ber hinek tişt me derbas dikin û em naxwazin te deşîfre bikin, me mûdexele nekiriye.”Careke din min destpê kar kir. Hevdîtina min a li gel Ozgur û Ferîd li Xabûrê pêkhat. Di vê demê dema ku min li Silopî û Şirnexê kar dikir de, min hemû agahiyên xebatan bi MÎT’ê re parve dikir. Ji ber ez di nava xebatan de çalak bûm û min yekser di navê de cih digirt, ji ber vê min hemû agahî bi MÎT’ê re parve dikir. Ev kar heya 2013’an wisa dewam kir. Dema li Mîdyadê hatibûm girtin, dozeke min hebû, diviyabû çûba dadgeha bilind û hatiba erêkirin. Min dixwest ew vê doza min çareser bikin û ew jî ji min re digotin, pirsgirêk nîne wê çareser bibe. Sala 2013’an Omer li Cizîrê bû, Hesen û Murad li Xabûrê bûn, min heya sala 2014’an bi wan re kar kir. Heya sala 2014’an jî min bi MÎT’a li Tirkiyê re kar kir. Ji min re gotin, emê te bişînin Bakurê Iraqê, emê di nava yek du mehan de doza te çareser bikin û paşê te careke din vegerînin Tirkiyê. Hesen û Omer vêya ji min re gotin. 3 milyar dan min û gotin, emê sibe li GBT’ya te binêrin wisa te bişînin.
Derbasê Başûr dibe û li vir jî karê sîxûriyê didomîne
Lê ez yekser hatim. Li Zaxoyê mehek mam û min îqameya xwe derxist. Di vê navberê de peywendiyên min yên bi rêya telefonê bi MÎT re dewam dikir. Mim bi telefona Korek li gel wan diaxivî ew jî bi rêya telsîmê diaxivîn. Dema min li wan digerî ew telefonên min digirtin, bixwe li min digeriyan. Rewş hinek wisa dewam kir, lê min her ji wan di got, çibû, we çikir? Ew jî digotin, şerê hikûmet û cemaetê heye, tu hinek din sebir bike, wê çareser bibe. Ez bi rêya hevalekî xwe yê zanîngehê derbasê Silêmanî bûm. Jêre digotin Nohutçû Erdal. Silêmanî hinek baş bû ji bo min. Ez ne li ser pêşniyara wan hatim Silêmanî, bi însiyatîfa xwe hatim. Careke din vegeriyam Zaxoyê û min li wan geriya û got, çi li rewşma min hat û wê çi bibe? Min ji wan re got, nikarim li Zaxoyê bimînim, ji ber gelek xizmên min li Zaxoyê hene û PDK’yîne, ji eşîreta Zêwkiyane. Carekî dema ez li Zaxoyê bûm bi qacaxî derbasê Silopî bûm. Piştî çûm Silopî min ji wan re got, va ez hatime, li Xabûr im. Mûrad min pêşwazî kir. Piştî 3 rojan careke din derbasê Zaxoyê bûm. Paşê min biryar da li Silêmaniyê bi cih bibim. Ez li wan geriyam û min ji wan re got, ezê ji vêya şûnve li Silêmanî bi cih bibim. Min bi rêya Facebook, msn, whatsaap têkilî ne didanî. Me bi rêya emaîlê û telefonê kar dikir.”
Newroza 2017’an tê girtin
Li Silêmanî jî bi şêweyeke din xebatên xwe bi awayeke dilxwaz dide meşandin û agahiyên endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku nas dike, dide MÎT’ê û wiha behsa vê pêvajoyê dike, “ Piştî li Silêmaniyê bi cih bûm, min hevalên wir nas kir. Min ew hevalên ku naskir bi MÎT’ê re parve kir. Gotin, başe tu dewam bike, emê dozên te çareser bikin. Ji bo karê Komeleyê çûm Duhokê, ji ber îqameya min li wir bû min xwest betal bikim. Paşê careke din vegeriyam û 40 roj bê îqame mam. Min xebatên gel meşand û derbarê van de agahî da. Hevalên ku min ji wan re kar dikir û dibir û dianî, min agahiya wan dida MÎT’ê. Her wiha min notên wan (name) ên şexsî û saziyê dida MÎT’ê. Di vê navberê de careke din çûm Zaxoyê û min ji MÎT’ê re got, pirsgirêka madî heye. Min ji wan re got, divê ez seyareyek bikirim. Eger wesayîta min bixwe hebe wê baştir be. Ji min re gotin, emê alîkarî bikin û ji bo vê jî 15 hezar dolar dan min. Min wesayîteke bi 17 hezar û pêncsed dolarî kirî û heya 3 mehan bikaranî, lê min ti karek nekir. Paşê di Newroza 2017’an de ji aliyê hevalan ve hatim girtin.”
Têbinî: Emê sibe îtîrafên sîxûra MÎT’ê Gûlfîdan Aktaş a berdawamiya beşa sêyemîn a bernameya ‘Kûrmên Darê’ bi weşînin.
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/08/05/kurmen-dare-li-xwemikurhatinen-sixur-abdullah-ates/
Şirovê 1