NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) diyar kir ku di 10’ê Tebaxê de konvoyeke leşkerî ya ji 8 wesayitên, ku cebilxane tê de bû ji aliyê yekîneya wan a tolhildanê ya Alîşer Xelîkan, Ûlaş Bayraktaroglû û Bayram Namaz ve hate îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yekîneya wan agahiyên îstîxbarî wergirt ku di çarçoveya amadekariyên dagirkeriyê yên li xeta sînor konvoyeke leşkerî tê veguhastin û li rêgeha konvoyê dest bi amadekariyan kir.
Hate gotin ku bi çalakiyeke serketî konvoy hatiye îmhakirin.
HBDH’ê diyar kir, mîna rastiyên li Reyhanliyê encamên vê çalakiyê jî ji aliyê desthilatdariyê ve nayên eşkerekirin û destnîşan kir, ku yekîneya wan tespît kiriye ku gelek leşker di çalakiyê de mirine û birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yekîneya me bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya ye.”