NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Febrîqeya li navçeya Alapli ya Zongûldakê ya malbata Erçalê di 6’ê Tebaxa 2019’an de ji aliyê ‘Milîsên me yên tolhildanê yên Nûbar Ozanyan’ ve hate îmhakirin. Piştî şewata ku bi saetan dom kir febrîqe bi temamî şewitî.
…
Çalakiya me ji bo bîranîna enternasyonalîst hevrê Nûbar Ozanyan hate kirin ku di 14’ê Tebaxa 2017’an de tevlî şerê azadiyê yê gelên Rojava bû, perwerde da bi sedan şervanan, tevlî karê damezrandinê yê HBDH’ê bû, ji bo azadî û biratiya gelan tevlî karwanê nemiran bû.”