NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
YPG’ê got; “Li hember şaneyên veşartî yên ku hate zanîn amadekariyên êrîşan dikirin, di navbera Hesekê û Dêrezorê de operasyonên serkeftî hatin li dar xistin. Di operasyona ku ji alî Yekîneyên Operasyonên Taybet ve hat li dar xistin de şaneya ku plan dikir di cejnê de êrîşên teqemenî pêk bîne hate bê bandorkirin, mîqdarek mezin teqemenî hate desteserkirin.”