SÎLOPÎ – Meclîsa Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Sîlopî, li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê di çarçoveya kampanyeya “Nebe muptela, azad bibe” li dijî fihûş û tiryakêşiyê li ser dîwaran nivîsên balkêş nivîsandin.
Meclîsên Ciwanan, li ser dîwaran nivîsên “Ji fihûşê re êdî bese”, “Êdî bese”, “Emê rê nedin fihûşê”, “Em li virin” û “Ji fihûşerê na” nivîsandin.