CIZÎR – Meclîsên Ciwanên HDP’ê yên Cizîrê jî, di çarçoveya kampanyeya “Nebe muptela, azad bibe” wê li Mala Dengbêjan, koma Şanoya Amedê bi gel re bîne cem hev. Koma şaniyê wê şanoya bi Kurdî “Xwezgînî” pêşkêşî gel bike. Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê yên Cizîrê beî pêşandana şanoyê, wê xelatên şampiyona turnûvaya fûlbolê bide xwediyê wan.
Meclîsên Ciwanan, hemû Cizîrê vexwendin temaşekirina şanoyê ya sibe bê lîstîn. Şano wê sibe (13.08) saet 20:00’an de li Mala Dengbêjan bê pêşkeşkirin.