QENDÎL – Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo şermezarkirin êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li ciwan û Gelê Başûrê Kurdistan kirin.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wan mijaran û banga tevlîbûne kir: “Em weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi ruhê 15’ê Tebaxê li hemberî hemû êrîşên li ser Rêberê Gelan Rêber Apo, li ser gelê Kurd û axa Kurdistanê radiwestin û destûr nadin dijminên dagirker ku bigehejin armancên xwe. Demek dirêje dewleta Tirk a faşîst li ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dimeşîne. Diwaze li Kurdistanê rejîma qirkirinê bimeşîne. Me weke ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyan çek hilgirtiye, em amadene li dijî êrîşên dewleta Tirk jî çek hilgirin û axa Kurdistanê biparêzin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, gelê me yê welatparêz û hemû ciwanên Apoyî pîroz dikin. Em bang li hemû ciwan, jinên ciwan dikin ku tevlî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Qendîlê bê lidarxistin bibin. 35’emîn salvegera Cejna Vejîna gelê Kurd pêngava 15’ê Tebaxê îsla bi pêşengiya çalavkanên Mertalên Zindî, Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Binarê Qendîl dê were pîrozkirin. Pîrozbahiya Vejînê wê di 16’ê Tebaxê saet 15:00’an li Qendîlê bê lidar xistin.”