AMED – Rabîa Akgun a ducanî, hevjînê wê Mehmet Emîn Akgun û jina mêvana wan ku beriya çend rojan li navçeya Rezanê hatibûn binçavkirin, li dadgehê bi angaşta “endamê rêxistinê” û “piştgiriya rêxistinê” hatin girtin.
Di 9’ê Tebaxê de li navçeya Rezan a Amedê polisên dagirker bi ser malekê de girtibûn. Polisên dagirker di vê serdegirtinê de deriyê malê şikandibûn, li malê bi kûçikan lêgerîn pêk anîbûn û Rabîa Akgun a ducaniya 4 mehan, hevjînê wê Mehmet Emîn Akgun û mêvaneke li mala wan kiribûn binçavan. Her sê kesên ku bi derbkirinê hatibûn binçavkirin û biryara sînorkirin danîbûn ser dosyaya wan derketin dadgehê.
Dadgehê bi hinceta “endamê rêxistinê” û “piştgiriya rêxistinê” derbarê Rabîa Akgun a ducanî, hevjînê wê Mehmet Emîn Akgun û jina mêvana wan de biryara girtinê da.