EFRÎN – Dewleta Tirk a dagirker, piştî ku Efrîn bi hevkariya çeteyên El Nusra, DAÎŞ û alikariya PDK-S’ê dagir kir kuştin, revandin, dizî, talan û şewtandina dar û berên hemwelatiyan, destserkirina mal û milkên Efriniya û guhertina demografiya Efrîn destpêkir. Faşîzma AKP’ê ku bi vê têr nebû vê carê bi riya îslamê dixwaze gelê herêma Efrînê bixapîn e. Ji bo wê gelek kesayetên qaşo oldar dişîne Efrînê û dixwaze bi riya wan Partiya Îslamî ya Kurdistanê ava bike.
Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî hewl dide ku li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Efrîn’ê bike navenda dagirkeriya xwe, piştî dagirkirina leşkerî ya li ser Efrînê, mêtingerî hewl dide vê yekê veguherîne dagirkeriyeke asayî, mayende û li ser vê yekê xebatan dimeşîne. Ji bo ku li ser Efrînê bandorekê çêke û Kurdan îkna bike û bixe bin kontrola xwe, kesayetên hevkar yên bi eslê xwe Kurd bikar tîne. Her weha partiyên Kurd yên piştgireya di dagirkeriya Efrînê de kirin û dikin xistine dewrê û hemû polîtika asîmlasyon û guhertina demografîk dide meşandin û van kesayetan derdixe ser sehneyê û pêşberî civaka berxwedêr yê Efrînê. ji aliyekî din ve, di bin navê saziyên xêrxwazî û saziyên sivîl de xebatekên sîxûriyêvdi nava civakê de didin meşandin.
Li Efrînê mêtingeriyê mayînde dikin
Her roja ku derbas dibe kiryarên kuştin, revandina sivîlan û karê talan û diziyê, rastiya dagirkeriya Tirk radixe ber çavan. Dewleta Tirk ku bi vê yekê têr nebû vê carê dixwaze mêtingeriya xwe ya leşkerî vegerîne dagirkeriyeke mayinde. Ji bo vê faşîzma AKP’ê serî li rê û rêbazên cûda daye. Dixwaze bi riya ol û pîrozbahiyên civakî, civakê bixapîne. Lewra di dema dawiyê de qaşo kesên oldar xistin dewrê û carek din dixwezin civaka Kurd bixapînin.
Rêzecivînê MİT’ê û hewla îkna kirina civakê
Di vê çarçoveyê de faşîma AKP’ê li Efrînê kesê bi navê Mistefa Muslim ku weke oldar nîşan dide bikar tîne. Dewleta Tirk ji aliyekî ve dixwaze nakokî û pevçunan di nava Kurdan bi xwe de avabike, ji aliyekî din de bi riya kesê navborî yê oldar bi hestên Kurdan li Efrîn bilîze û wan bikşîne nava girubên îslamger yên radîkal.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hate zanîn ku di dîroka 20.06.2019’an de Mistefa Muslim bi hevkariya serfermandarên leşkerî û zabitên Îsrixbarata Tirk – MİT, di dergeha sînor ya “Bab El Selemê” ku dikeve navbêra bajarê Kîlîs û bajarokê Ezazê derbasî Efrînê bûye. Mistefa Muslim piştî derbasî Efrîn bûye, li mala Mihemed Seyîd serokê Meclîsa xwecihêyî ya Efrînê bi hinek ji payebilindên Îstîxbarata Tirk û kesên girêdayî çeteyên El Nusra bi navê mele Mehmed Şîlo yê ji gundê Hêkiçê navçeya Şiyê û mixtarê gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa Cûma El Hesen civîn pêk aniye.
Bi Fermana Erdogan derbasî Efrînê bûye
Derket holê ku di berdewama bernameya MİT’ê de Mistafa Muslim, di 21’ê Hezîranê de civînek li navenda meclîsa xwecihî li navenda bajarê Efrîn lidarxist. Li gor agahiyan li gel rêyedarên Tirk yên peyabilind kesên di vê civînê de amade bûne wihane; Berpirsên kar û barên olî û meleyên camiyan, berpirsên Ewlekariya Efrîn, Serokê Meclîsa Efrîn Mihemed Seyîd û alîkarê wî Mihemed Reşîd, li ger rûspiyên eşîra İmêrat û Bûbene amade bûn.
Mistefa Muslim di civînê de axiviye û wiha gotiye: “Em bi saya serê Teyîp Erdogan de gihiştin vê rojê, Tirkiyê neba niha civîneke wiha hemû Misliman tê de amade bûne wê neba. PYD bajar bi qanûnê dervehî muslumatiyê birêve dibir. Ji bo wê divê em girîngiyê bidin dibistanên şer’î(oldarî) li Efrîn û destek û teşwîqa xelkê Misluman yê Efrînî ku derbasî Dibistan û Enstûyên şer’î bibin, em wan fêrî îslama rast bikin”
‘Ji bo xapandina Kurdan, pêwîstî bi çi hebe em amedene pêk bînin!’
Piştî ku Muslim civîn bi dawî kiriye, bi hêzeke ji ewlekariya taybet ji aliyê MİT’ê ve serdana Enstûtya Şer’î ya bajêr kiriye û di derbarê pêwîstiyên Enstûtyê de lîsteyek amade kirin e.
Her wiha di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Erdogan û MİT ve hatiye amadekirin Mistafa Muslim bi rêyedarên taybet ên Tirk civîna xwe ya duyemîn li darxistiye. Civîna ku li navenda ewlekariya ya dibistana Emîr Gubarî hate li darxistin kesên tê de amedebûne wihane; Mehmed Neqişbendî Miftiyê olî yê giştî yê Efrînê, waliyê Efrînê , fermandarê jandirma, rêyedarên MİT’ê û hejmarek ji endamên ewlekariyê yên Tirka jî amede bûne. Di civînê de, rêyedarê MİT’ê ji kesên amadebûyî xwestiye ku bi Mistefa Muslim re alîkar bin û wiha domandiye; “ Birayê me birêz Muslim hezkirê îslamê û Tirkiyê ye û dostên Serok Erdogan e û teyabet ji aliyê wî ve hatiye şandin. Alikariya Misluman kirin alikariya Tirkiyê kirine. Ji bo vê pêwîstiyên kekê me Mistafa bi çi heye, divê alikariya wê bê kirin.”
Rayedarên PDK-S’ê jî di civînan de amede bûn
Di berdewamiya rêze civîna de Muslimê ku bi fermana Erdogan derbasî Efrînê bûye, civîna xwe ya sêyemîn bi sivîlên Efrînê li darxistiye. Civîna ku piraniya alîgirên PDK-S’ê û koçberên Guta û İdlibê tê de amede bûne. Di civînê de Muslim diyar kir ku: “ Ez bi talîmata Erdogan derbasî Efrînê bûme. Hatina me ji bo rewşa Efrînê me ji nêz de naskin û pêwîstiyên Efrînê bi çi heye em pêk bînin, ji bo em hezkirinê di nava Misluman de zêde bikin pêwîst em li gor şerîheta ola pêxmber tevbigerin û zarokên xwe fêrî regezên îslamê bikin û bişînin dibistanê olî û camiyan”.
Muslim di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kiriye ku divê bi riya îslamê mafê gelê Efrînê misoger bikin û wiha berdewam kiriye: “ Li Efrînê rewş ber bi aramiyê ve diçe û îstiqrar pêk tê, ji bo em vê yekê bibin serî pêwistiya Kurdan bi partiyeke siyasî li ser regezên îslamê heye. ji ber vê yekê hewldanên me yên avakirina partiyeke îslamî Kurd heye. bi riya ve partiyê emê dawiyê li kuştin û talanê bînin, lewra divê wîn zarokên xwe rêkin dibistanê û dersên olî li camiyan. Ev partî weke mizgîniya min jî gelê Efrînê re ye”.
Hêjayî gotinê ye di civînê de Endamê serkirdayetiya PDK-S’ê Hisên Îbiş jî amedebû. Piştî civînê kombûna Hisên Îbiş û Mistafa Muslim cihê baldariyê bû.
Mistafa Muslim kiye?
Mistafa Muslim, ji bajarê Kobanî gundê Şêranê ye û birayê hevserokê berê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD Salîh Muslim e. Endamê tevgera Îxwan Muslîmîn e û li Tirkiyê jiyan dike. Her wiha kesekî nêzî malbata Berzanî ye û gelek caran serdana bajarokê Seleheddîn ya Başûrê Kurdistanê kiriye. Mistafa Muslim bi dijberiya xwe ji tevgera azadiyê PKK, PYD û YPG û YPJ’ê tê nas kirin di vê derbarê de gelek daxuyanî û gotarên dane weşandin hene.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê