NAVENDA NUÇEYAN – Ajansa bi nav û deng ya Amerîkayê Breit Bart bi dosyayekê hewildanên Tirkiyê yên ji bo Iraq û Suriyê aşkere kir û da zanîn ku, Tirkiye hewil dide bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê careke din vegerîne navçeyên Kurdistanê yên li ser sînorê İraq û Suriyê.
Ajansa Breit Bart li ser zarê rayedarên parastinê ên Rojhilata Navîn ku ji rewşê agahdarin diyar dike, dezgeha îstixbareta MİT’a tirk asankariyê ji bo vegera çekdarên DAIŞ’ê dikin ji bo ku êriş bikin ser deverên di destê hêzên Kurdistanî de, zextê bixe ser welatên rojava û metirsiyê li herêmê zêde bike da ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.
Ajansê da diyarkirin, di vê çarçoveyê de beşek ji van çeteyên DAIŞ’ê ji kampên li Tirkiyê tên û beriya ku werin ji aliyê Tirkiyê ve di her alî de tên perwerde kirin.
Hat diyarkirin ku, berpirsên parastinê şiyarî dane ku ev kar û pêngavên tirkiyê dibin sedema drustbuna hêzekî nu ya çeteyên DAIŞ’ê ku dikarin li navçeyê aramî û rewşa heyî xirap bikin û qetliamên nû ru bidin.
Ajansê diyar kir ku, hefteya borî li Balyozxaneya Ewlekariya Dewletên Yekbuyî panelek li ser mijarê hatiye li darxistin û pisporekî ku tevlî panelê buye daye zanîn ku, egerek heye ku DAIŞ cara dawiyê li dilê İraq û Suriyê de ji nu ve derkeve.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Suriye û İraqê têk çun, tirkiyê careke din dest bi rojevkirina herêma bi ‘’ewle’’ kir. Tirkiye bi hinceta parastina sînorên xwe dixwaze li ser xeta sînorê rojavayê Kurdistanê bi dirêjahiya 35 km qaşo herêmekî bi ewle ava bike.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê