NAVENDA NÛÇEYAN
“Ji sala 1968’an şûn de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi gişti tevgerandinekî mezin rû dabû. Li hember dagirkeriya pergala kapîtalîst, bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşger wek Denîz Gezmîş, Mahir Çayan û Îbrahim Kaypakkaya re çalakiyen pir girseyî dihat lidar xistin û ew girse her ku diçû mezin dibû. Dema tevgerandina şoreşgerî pêş ket ew dem qadê xwe fireh kir. Li hember ev tevgerandin ji êrîşên dagirkerî xwe hin bêtir dijwar kir û gelek pêşêngen tevgera şoreşgeran hatin girtin. Li hember ew êrîşên dagirkeran Denîz Gezmîş û hevalên xwe dest bi çalakiya bi tarzê gerillatî kirin, lê piştî demeke da hatin girtin. Dagirkeran ji bo Denîzan biryarê darvekirine dan û ketin tevgerê li hember wê jî Mahir Çayan û hevalên wî 3 endezyarê îngilizi girtin û xwestin kû Denîz Gezmîş û hevalê wi werin berdan lê encama xiyanetekî de Mahir Çayan û rêhevalên wî li gundê Sarkişla da hatin qetilkirin. Piştî wan bi darvekirina Denîzan re dagirkeran xwestin ber çalakiya şoreşgerî bigrin. Ji bo wê disa bi xiyanetekî Îbrahim Kaypakkaya dil hat girtin û Zindanê Amedê da bi işkencê ew qetilkirin.
Piştî şehadeta şexsê her 3 şoreşger û hevalên wan, bêdengiyeki ketibû nav tevgerên ciwanan de. Ew bêdengî bi pêşêngtiya SEROK APO re hat şikinandin. Wê demê bi xwe ji Xwendekarê Zaningehê Enqerê bu. Yek şahide wê demê jî SEROK APO bû. Ji bo keda wan şoreşgerên ciwan nayê jibirkirin û bigiheje serkeftinê, destbi xebata kir û Şoreşgerên ku wek Heqî Karer, Kemal Pir nas kir û demekî de rêxistinbuyîna xwe mezin kir. Her kû mezin bun, bu hedefa pergala dagirkeran û êrîş ser wan hat kirin êrîşa 18’ê Gulanê 1976’an de Heqî Karer bi komployekî hat şehîd kirin. Piştî şehadeta Heqî Karer ji bo bîranîna wî di 27’ê Mijdara 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan hat damezrandin. Piştî damezrandina PKK’ê, tevgerandin û xebatên şoreşgerî hin bêtir berfireh bû, her ku çû girseyî bû. Li Bakurê Kurdistanê de li hember begtî, ağatî de kesên kû bi şiriktiya dewletê dikirin û xwina gel xwe dixwarin li hemberê wan çalakiyan dihat pêş xistin.
Milekî din de li Bakurê Kurdistanê pêşketina PKK’ê, li sehaye Tirkiye ji hin tevgerên ku xeta şoreşgerî di parastinda tevgerandin hebû û her ku diçû girseyî dibûn li hemberî wan 12’ê Îlona 1980’an de cûnteya leşkerî pêk hat. Bi wê cûntayê re armanca dagirkeran ew bû ku; bi tasfiye kirina şoreşgeran re civak bi gişti bigrin bin tehakkuma xwe. Lê berê ew cûnta çêbibe SEROK APO û hin hevalên wî derbasî Rojava bibûn û berê xwe dabûn Lîbnanê. Beşekî kadroyên PKK’ê derbasî Lîbnanê bibûn. Beşek jî li Bakurê Kurdistanê de mabû. Bi destpê kirina cûntayê re gelek kadroyên PKK’ê hat girtin. Gelek pêşengên tevgera çepê tirk ji hatin girtin. Ji aliyên dagirkeran de ew hatibû hesibandin ku kadroyên hatine girtin ger were şikandin wê tevgerê wan jî tesfiye bibe. Ji bo wê jî li Zindana Amedê de êrîşên pir dijwar hat kirin û gelek tevgerên çepger hatin tasfiye kirin. Li hember hemû êrîşan Kadroyên PKK’ê bi beden û fikrên xwe berxwe dan. Di wê berxwedanê de Kadroyên pêşeng wek; Mazlûm Doğan, Kemal Pir, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek, Ferhat Kurtay, Eşref Anyîk, Necmî Oner, Mehmud Zengin şehîd ketin. Bi sekn û têkoşîna ew şoreşgeran û bengawaziya wan ji bo PKK’ê ew bû ku êdî li hember ew dagirkerî têkoşînekî bi çekdarî bihatiba destpê kirin.
Li ser ew bengawaziyê hin komên gerîla hatin erkdar kirin û plansaziya çalakiyên Tolhildanê amade bikin. Sê cih hatibu diyar kirin; Navçeya Sêrtê Dihê, Navçeya Colemerg a Şemzînan û Navçeya Wanê a Şax. Bi şêwaze serde girtinê re ew her sê çalakî bihatiba kirin û di heman demê de bi xwendina nameyê îlan kirina Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) bihata ragihandin. Li hember dagirkeriya dewleta tirk dest bi têkoşîna çekdarî were kirin.
Li ser ew plansazî roja 15’ê Tebaxa 1984’an de li her sê cihan de çalakiyên hemwext bihatiba çekirin. Koma ku fermandarê giştî a HRK’ê EGÎD fermandartiya wê dikir, bi tarzekî pîspor û xwînsar çalakiya xwe pêk tine. Lê komên Şemzinan dixwazin çalaki pêk bînin, tam nagihejin armancên xwe. Komê ku Şaxê çalakî pêk bi aniba ew ji ber pirsgereka ku fermandarê komê derdixe û nahele komên gerîla çalakiya xwe pêk bine. Her çiqas li du cihan de li gorî plansazî çalakî pêş neketibe jî, çalakiya Dihê hem li heremê hem jî li cihanê de xwedî bandorekî mezin bû. Wê deme radyoya BBC ew çalakî wek nûçeya lezgîn dide.
Her çiqas çalakî tenê Dihê de pêk hatibe jî hemû Kurdistanê heviyekî pir mezin ava kir û hemû gel de li hember dagirkeriyê hestên têkoşînê zinditir kir. Dewleta tirk a dagirker destpêkê xweste pêşî li ber çalakiyê bigre û bêbandor bihele jî li hember bandora çalakî tu rêbazê wi xwe negirt û çalakiya Dihê bu çalakiya şiyarbuyîna ji xewna giran.
Rêyadarên Dewleta Tirk bi gotinên; “Komekî çetene – Eşqiya ne”, “Em ê wan 24 seatan de xelas bikin”, “ Em ê wan 48 seatan de xelas bikin”, “ Em ê wan 72 seatan de xelas bikin.” Wusa gotibe jî li ser çalakiya 15’ê Tebaxê 1984’an de heta niha 35 sal derbas buye. Di nav 35 salan de her roj Hêzên gerîla xwe mezintir kir û hakimiyata xwe betir pêşxist. Her ku êrîş û hewldanên tune kirine pêk hatibe jî disa xwe mezintir kir û dagirkerî binxist.
Bi rih û tarzê çalakiya 15’ê Tebaxê xuya bû ku hemû gelê ku bi hêza xwe re bawer, ew gel dikare pir hêsan dawiya dagirkerî bine. Hêzên Gerîla bi taktîk û tarzê lêdanê yê dema ku terza Fermandar Egîd pêk tine cihê ku xwe re hedef digre wê derê de dagirkerî êdî ji xwe re cihê jiyankirinê nikare peyda bike.
Wek mînakên berxwedanên şerên ku; li hember Fermana 73’an a Şengalê mudexaleya HPG-YJA STAR re pilanên dagirkeran hatibu parçe kirin, wek êrîşên ku li ser KOBANÊ hatibû kirin bi berxwedaniyekî bi heybet û dirokî re DAIŞ hatibû şikandin û berdewamiya wê de jî wek bajarên ku bin dagirkeriyê DAIŞ’ê de bû wek Girê Spi, Minbiç, Til Rifat, Tebqa, Raqa û Dêra Zor hatin rizgar kirin. Dema ku şervanên azadiyê bi rihê Egîd çûn ser dagirkeran tu hevkarî û êrîşên dagirkerî nikarî bû ber wan de xwe bigrin.
Heman demê da Şerên ku li Çiyayê Kurdistanê de pêk tê de jî. Li hemberî arteşên dagirker ku teknîka herî pêşketî a serdem ê bikar tînin û êrîşên xwe pêk tînin ji disa Şervanên Fermandar EGÎD li hember wan, bi taktikên pêşketî û afriner re bersiv dide. Rojekî tuneye ku çalakiya gerîlayên azadiyê li ser dagirkeran nine be. Her roj hinbetir darbeyên mezin li dijmin dixin. Numuneya wan herî zêde jî li herêma qada parastina medya de li Xakûrkê de pêk tê. Artêşa dagirker û hevkarê wi her çiqas hewl dide dagirkeri xwe pêk bine ji her roj, her derê de darbeyekî din dixwe. Rihê çalakiya Fermandar Egîd îro Şervanên wî de jî xwe nîşan dide. Îro wek Agirî, Hemze, Hawar, Arnos, Siser, Welat, Derweş, Baran, Şevin, Bager û şexsê wan de bi sedan şervanên din zindî dibe û dibe rihê serkeftinê. Ew rih nîşan dide ku tu dagirkerî nikare li ser xaka welat jiyan bike.
Şervanên Fermandar Egîd îro hemû cihanê de xwe wekî hêzekî azadî û jiyana rast îspat kiriye û ew hêz bi tercûbeya xweyî 35 salan a têkoşîna gerîla de herdem serkeftin bidest xistiye. Wê şunde jî hin betir serkeftinan diyarî Gelan bike.”
NC/Harûn Xweza