GIRÊ SPÎ – Ciwanên kantona Girê Spî li djiî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Meşa ji rawestgeha taxa Eyn El-Arûs dest pê kir û li ber çalakiya mertala zindî ya li taxa El-Minbetih rawestiya.
Li wir piştî deqeyeke rêzgirtin Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Adil Şehba axivî û anî ziman ku heger Tirkiyê êrîş bike ciwanên herêmê wê li dijî wê bibin mertal û ji şer re amade ne.
Hevseroka Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbat kirin ku gefên Tirkiyê îradeya wan naşkîne, ji ber ciwan bi rihê xwe yê berxwedêr dikarin êrîşan bibersivînin.
Her wiha cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî axivî û got: “Bi saya ciwanên wê gefên Erdogan û partiya wê ya faşîst bê fêde bin.”
El-Ebid got, Sûriyê ya xwediyê wê ye û xwediyê ku Karin wê ji êrîşan biparêze.
Çalakiya mertalên zindî îro wê berdewam bike.