NAVENDA NÛÇEYAN
“Ji dîroka kevnar ve her tim çîna desthilatdar a Tirk li pey xeyalên hegomonîkbûnê beziyaye. Geh bi hovîtiyê, geh bi dek û dolab û konetiyê carinan ev armancên xwe heta astekê aniye. Serdema xwe ya ku xwedî îddîaya herî bilind a hegomonîk, heyama împeretoriya Osmaniyan e. Di vê heyamê de piştî ku angaşta xwe ya hegomonîkbûna cîhanê winda dike, li ‘hundir’ dizivire. Ango berê xwe daye Rojhilata Navîn, nexasim jî Kurdistanê. Lewre Komara Tirkiyeyê, li ser zilm, zordarî, serdestî û qirkirina gelen qedîm ên vê xakê hatibû avakirin. Divê ev gel, çand, bawerî û civak qir bikirina ku bikariya bigihije armacên xwe. Ji bo vê hem konjonktora demê guncav bû, hem jî efendiyên desthilatdariya Tirk ku destûra avabûna dewletokeke pêlîstok dayî, çavên xwe jê re digirt. Çawa bû hefsarên wê di destê wan de bû, kengê dixwest dişidand, kengê dixwest sist dikir!
LI PEY XEYALÊN ÎMPERATORIYA OSMANIYAN KETIN
Piştî pêvajoya hilweşîna Osmaniyan, armanc û xeyalên desthilatdarî û nijadperestiya Tirk ew bû ku li ser bermahiya împeretoriyê dîsa dagirkeriyeke berfireh ava bikin û li pey xeyalên hegomonîk bibezin. Navê vê dagirkeriya faşîzane jî kirin ‘Sînorên Mîsakî Mîllî’. Ji ber hevsengiyên demê, angaşt kirin ku ev sînor ‘xetên wan ên sor’ û ‘nebena’ ne. Ev Komara hatî avakirin li ser qirkirin, talan, hovîtî û zordariya gelên herêmê pêk hatibû: Qirkirina Ermeniyan, qirkirina Asûrî-Nestûrî-Keldaniyan, qirkirina Êzidiyan, Qirkirina Çerkez, Rûm, Romen û hwd. Komareke ku bûyî goristana etnîsîte, ziman, çand, bawerî û rengan..
Ji bo ku faşîzma dewleta Tirk a bermahiya osmaniyên hoveber, heta Efrîka û Rojhilata Navîn weke milkê xwe yê desteserkirî didît, li ser van deveran heq îdîa dikir. Di serî de Mûsil-Kerkûk, herêmên herî stratejîk ên Kurdistanê jî di nav van sînorên xwe yên qaşo ‘sor’ de dihesibandin. Lê belê ji bo ku Komara Tirkiyê, bi pesend û destûra dewletên hegomonîk ên Rojava hatibû avakirin, bi qasî ku wan destûr dayê, karî li li ser van herêman bibe xwedî maf û gotin. Lê belê ti car dev ji armancên xwe yên desteserkirin û talankirina van deveran berneda. Lewre kengê derfet dît bi xwe , dema derfet nedît jî bi hêzên xwe yên paramîlîter, terorîst û çete xwest tevlîhevî û aloziyan derxe bibe sedema kaosan; paşê jî xwe û efendiyên xwe weke hêza rizgarker, ango weke hewariyê demokrasî, aştî û azadiyê bazar bike. Di van kiryaran de yekane armanca wan ew bû ku dîsa xewnên xwe yên kalikên xwe yên Osmanî pêk bîne. Kengê fersend ket destê wan îddîa kirin ku ev herêm ‘milkê wan’ in. Dîsa ji ber hevsengiyên jepolîtîk û jeostratejîk kengê derfet dîtin, ne tenê li Bakurê Kurdistanê; tevahiya Kurdistanê kir armanca êrîşên xwe yên dagirkeriyê. Dewleta Tirk, di vê siyaseta xwe de wesiyeta Ataturk a di sala 1938’an de ya ji bo dagirkirina Mûsil-Kerkuk ku ji bo Serokwezîrê demê Îsmet Înonu re kiribû, pêk tîne. Qaşo li gorî peymana Lozanê, mafê destwerdana leşkerî ji bo parastina Tirkmenên Mûsilê, ji bo Tirkiyê daye. Ev jî ji bo operasyonên dagirkeriya dewleta Tirk bûye qaşo bingehek.
KIRYARÊN HERÎ HOV PÊK ANÎN, LÊ NEGIHIŞT ARMANCA XWE
Di demeke wisa ku desthilatî û dewleta Tirk nêzî van xeyalên xwe yên averê û şêt bûyî de, Tevgera Azadiya Kurdistanê li pêşiya van armanc û lîstîkên wê girt, nehişt ku faşîzma Tirk careke din li ser Rojhilata Navîn hespê xwe yê hovîtiyê bibezîne.
Dewleta Tirk, ligel hemû rê û rêbazên kirêt, hemû teknîk û derfetên xwe yên madî, ligel artêşa xwe ya ‘bi nav û deng’, tevî hemû qirkirin, zext, zordarî, tevî polîtîkayên xwe yên koçberkirin, sirgunkirin, hilweşandin şewitandin hwd ti rêbazên derveyî mirovahiyê nema ku li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê pêk neanî, lê nekarî bigihije armanc û mirazê xwe. Ne tenê bi van, bi hemû hêza NATO’yê dewleta Tirk ligel noker û hevkarên xwe yên herêmî yên weke PDK’ê, bê navber 30 sal in zêdetir e şerekî ku mînakên wê di cîhanê de nehatî dîtin pêk tîne. Lê nekarî bigihije armanca xwe. Ango nekarî Kurdan qir bike. Berovajî her ku çû gele Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê xurtir bû, xwe rêxistin kir û bû hêviya azadî, aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn. Şoreşa Rojava û Bakur-rojhilatê Sûriyê bi hêza vê bîrdozî û felsefeya azadiyê pêk hat. Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur, di serî de li Rojava û Başûrê Kurdistanê li hemberî hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd û nirxên herêmê yên demokrasî û azadiyê şer îlan kir. Her ku diçe vî şerê bê pîvan û rêgez kûrtir û berfirehtir dike. Ji ber berjewendiyên xwe, hêzên hegomonîk jî niha çavê xwe jê re digirin ku karê xwe yên qirêj pê bidin kirin.
LI HEMBERÎ PÊKANÎNA XEYALÊN XWE ASTENGIYA HERÎ MEZIN TEVGERA KURD Û KURD DIBÎNE, LEWRE EWQAS ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ PÊK TÎNE
Bêguman dewleta Tirk metirsiya herî mezin a ji bo xwe, Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd dibîne. Lewre ev nêzî çend salan e li Tirkiyê ti hêz û rêxistinên ku qels nekirî, bi rêbazên cûr bi cûr dîl negirtî û nexistî xizmeta xwe nehiştiye; tinê Tevgera Azadiya Kurdistan li hemberî vê zordarî û faşîzma teqez li ber xwe da û serî netewand û têkoşîn kir. Ji bo wê bi hemû hêza xwe ve êrîşî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê Kurd dike.
Êrîşên xwe yên qirkirinê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, di serî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li kû derê destkeftî û rêxistingeriyeke gelê Kurd hebe, bi awayekî bê bêserober, bê rêgez êrîş dike û dixwaze tine bike. Lewre heta gelek caran hewl daye bi qirkirin û komkujiyan bi hevkariya nokerên xwe, gelê Başûrê Kurdistanê bide koçberkirin. Ji bo vê roj nîne ku li devereke herêma Kurdistana Başûr bomberdumanê neke û welatiyên sivîl qetil neke, gundewarên wê wêran neke! Ji sala 1983’an ve bi dehan caran xwestiye xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.
ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Heta niha bê hejmar dewleta Tirk, Tevgera Azadiya Kurdistanê kiriye bihane û hewl daye xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û pêşî li destkeftiyên gelê Kurd ên her çar beşan bigire. Di vê dorhêlê de;
-Cara destpêkê artêşa dewleta Tirk 25’ê Gulana 1983’an de li hemberî Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên xwe yên dagirkeriyê kir. Di vê operasyona dagikeriyê ku pêk hatî de li gorî belgeyên fermî 7 hezar leşlerên Tirk bi qasî 7 kîlometreyan sînorê bakur û başûrê Kurdistanê derbas kir. Lê belê bi awayekî bê encam paşde vegeriya.
– Dewleta Tirk salek piştî wê, 27’ê Gulana 1984’an bi navê ‘Sicak Takîp Operasyonu/Şopandina Ji Nêz De’ dîsa dest bi operasyoneke dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê pêk anî. Ev hewldan jî heta 1’ê cotmeha 1984’an domiya û bi awayekî bê encam paş de vegeriya.
-15’ê Tebaxa 1986’an dîsa bi heman armancê artêşa Tirk operasyoneke dagirkeriyê pêk anî lê ev hewldana ku rojekê dewam kirî, bê encam û neçar ma paşde vekişe.
-4’ê Adara 1987’an artêşa Tirk careke din hewl da bikeve xaka başûrê Kurdistanê û dagir bike lê belê bê encam di heman rojê de neçar ma paşde vekişe.
-5-13’ê Tebaxa 1991’ê artêşa Tirk dîsa tevgereke dagirkeriyê ya bi navê ‘Supurge Harekati/Tevgera Maliştinê’ da destpêkirin û bê encam vekişiya. Lê belê bi zelalî nayê zanîn ka çiqas leşker tevlî bû û bilançoya wê çiqas e.
-Artêşa Tirk, di navbera 5’ê cotmeha 1992-15’ê Kanûna 1992’an bi serkêşiya generalê Tirk Dogan Gureş, dîsa tevgereke dagirkeriyê pêk anî. Pêşmergeyan di vê operasyonê de cihê xwe ligel dewleta Tirk girt û li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê şer kirin. Di derbarê vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de jî encam û bilanço bi zelalî nayê zanîn.
-Di Cotmeha 1992’an de artêşa Tirk bi heman armancê li dijî herêma Xakurkê xwest tevgereke dagirkirinê pêk bîne. Lê belê nekarî pêk bîne û bi awayekî bê encam vekişiya.
-21’ê Adara 1995-02 Gulana 1995’an dîsa artêşa Tirk bi navê ‘Çelîk harekati/Tevgera Pola’ bi serkêşiya fermandarê artêşa Tirk Hasan Kundakçi da destpêkirin. Weke yên beriya xwe ev jî bê encam neçar ma vekişe. Di vê operasyonê de jî hêzên Pêşmerge tevlî operasyonan bûbûn. Di vê tevgera dagirkerî û nokeriyê de dewleta Tirk û pêşmergeyên bi fermana PDK’ê tevlî operasyonê bûyî, derbên giran xwarin û gelek kuştî û birîndar li pey xwe hiştin û paşde vekişiyan.
-Nîsana 1996’an dîsa artêşa Tirk tevgereke dagirkirinê bi navê ‘Atmaca/Başok’ bi serkêşiya Hîlmî Ozkok da destpêkirin lê nekarî zêde dirêj bike, neçar ma vekişe.
-Di navbera 14’ê Hezîrana 1996 û çileya 1997’an dîsa artêşa Tirk bi navê ‘Tokat’ xwest tevgereke dagirkeriyê bide destpêkirin lê belê ev jî weke yên beriya xwe destvala û têkçûyî paşde vegeriya û Tokateke Kurdî ji gerîla xwar!
-Di navbera 12’ê Gulana 1997 û 7’ê Tîrmeha 1997’an dîsa artêşa Tirk bi serkêşiya Altay Tokat operasyoneke dagirkeriyê ya bi navê ‘Çekîç/Çakûç’ da destpêkirin. Di vê operasyona bi fiyaskoyê encam bûyî de jî artêşa Tirk bi awayekî tar û mar li pey xwe nenêrî û vekişiya.
-25’ê Îlona 1997-15’ê Cotmeha 1997’an artêşa Tirk tevgera berfireh a dagirkeriyê ya bi navê ‘şafak’ bi serkêşiya fermandarên Tirk Î.Hakki Karadayi, Huseyîn Kivrikoglu û Îhsan Kiliç pêk anîn. Lê ev hewldana wan jî bi fiyaskoyê encam bû. Di vî şerê li dijî PKK’ê yê sala 1997’an de dîsa Pêşmergehan cihên xwe li gel artêşa Tirk girtibûn û ligel artêşa Tirk şerê birakujiyê kirin.
-Nîsana 1998-Gulana 1998’an dîsa artêşa Tirk bi deh hezar leşkeran dest bi ‘Operasyoneke Mezin’ a bi navê ‘Murat’ kir. Di vê operasyona dagirkeriyê de jî PDK’ê dîsa li dijî şervanên Kurd, hevkarî li gel dewleta Tirk kir û tevlî şerê birakujiyê bû. Ango bû pêlîstok û amûrê dewleta Tirk û bû sedem ku di navbera Kurdan de birînên neyên pêçan vebin!
-21’ê Sibata 2008-29’ê sibata 2008’an dîsa artêşa Tirk tevgereke dagirkirnê ya bi navê ‘Guneş’ bi serkêşiya serfermandarê Tirk Îlker Başbug pêk anîn. Lê belê bi gotina Başbug, rev bi rev paşde vegeriyan. Ango bi gotina gerîla, artêşa Tirk ‘siwar hat, peya’ çû. Weke her car li pey xwe gelek cenaze û kel û pelên xwe yên leşkerî hişt û bazda.
-17’ê Tebaxa 2011-24’ê cotmeha 2011’î dîsa artêşa Tirk ket nava hewldaneke dagirkeriyê lê aqûbeta wê jî ji yên din ne cudatir bû.
-24’ê Tîrmeha 2015’an artêşa Tirk hewl da ku bikeve xaka Başûrê Kurdistanê lê belê heman rojê li pişt xwe nenêrî û vekişiya.
-11’ê Tebaxa 2015 dîsa bi serkêşiya fermandarê Tirk Hulusî Akar tevgereke dagirkeriyê destpê kir lê bi destpêkirinê re bi dawî bû.
-28’ê Gulana 2019’an dîsa bi serkêşiya serfermandarê Tirk Hulusî Akar û piştgiriya PDK’ê tevgera dagirkeriyê ya bi navê ‘Pençe’ hat destpêkirin. Ligel ku vê tevgera dagirkeriyê ragihandina Tirk a şerê taybet helaketiyeke mezin derxist jî heta niha didome û her roj derbên giran ji gerîla Kurd dixwe û nikare gavek pêş de were. Lewre veguherandiye şerê teknîkê.
Di nava van tevgerên dagirkeriyê de êrîşên hewayî yên hemwext sala 2017’an li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûr, Şengal û Qereçoxa Rojava pêk hatî jî hene.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Awyer BOTAN – Ahmet SİNAN
Şirovê 1