ŞENGAL – Hêzên YBŞ/YJŞ’ê Şehîd Mam Zekî Şengalî di yekemin salvegera şehîdbûnê de bi merasimekê girseyi bibîranîn.
Li Şengalê 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrîşek hewayî ya dewleta Tirkde endamê Kordînasyona Civaka Êzidî û di heman deme de Mamê civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehd bû. Li çiyayê Şengalê bi tevlîbûna şervanên YBŞ/YJŞ’ê û welatiyan Şehîd Mam Zekî Şengalî bi merasîmeke heybet hate bibîranîn.
Di marasîmê de malbata Mam Zekî Şengalî ji amade bû. Ji fermandariya YBŞ/YJŞ’ê Mazlûm Şengalî di merasîmê de axivî û got: “Bi ruhê têkoşîna Mam Zekî Şengalî em ê azadiya gelê xwe mîsoger bikin.”
Fermandar Şengalî ev got:
‘Mam Zekî temsîla hemû gelan û mirovahiyê dikir’
“ îro salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî ye. Di heman demê de salvegera qetlîama Sîba Şêx Xidir û Tilezêr û gundê Koço ye. Di van rojan de bi teybet 15’ê Tebax 2018’de êrîşek namerdane anîn ser mamê Êzîdxanê Mam Zekî. Em di şexsê şehîd Mam Zekî de hemû şehîdên şoreşê, şehîdên 73’ê fermana û tevahî şehîdên pênç salan a di Şengalê de hatiye dayîn bi rêzdarî bibîr tînin. Êrîşa li ser Mam Zekî êrîşa li ser tevahî cîvaka Êzîdî bû, ev êrîş li ser pêşeroja gelê me bû, li ser tifaqa gelê me bû, li ser rêxistinbûyîna gelê me bû. Em dizanin ku hedefa dagirkera çiye, hedefa dagirkera ji bona civaka me ya Êzidî pêşerojek çênebe ye, ji bo bê tifaqî bikeve di nava gelê me de; êrîşî pêşengê gele me kir. Ev êrîş li ser hemû rêxistinê Kurdistanê bû, destkeftiyên şoreşê bû û li ser hemû mirovahiyê bû, hemû bawerî û çanda bû. Ji ber ku Mam Zekî temsîla hemû gelan û mirovahiyê dikir ev êrîş pêk anîn.”
Pêwîste em dagirkeran baş nas bikin. Dagirker hinek tiştan dikin hecet, bi van heceta dixwazin axa me dagirbikin, dixwazin Rojhilata Navîn dagir bikin. Îro hinek gazindan dikin, hinek loma li me dikin, lê belê ev baş bizanibin. Dewleta Tirk bi teybet ji hûkûmeta AKP-MHP’ê faşîzma wan li kûderê ye? Ew çûne ketine Lîbya li hemberî gelê Lîbya şer dikin, Mam Zekî li Lîbya yê nîne, ketine Qatarê, Somalî, Sûriye ye û di Iraqê. Di hindirê Iraqê de ketiye Başîka taxa Êzidiyan. Ev yek dagirkerî ye, bi vê dixwazin xeyalê Osmaniya paşde vegerînin, dixwazin careke dinê axa Rojhilata navîn dagirbikin.
‘Em hêzeke parastina gelan in’
Em baş dizanin û pêwîste her kes ji bizani be, eger dewleta Tirk hetanî Başîka bê, tê wê watey ku pirsgirekê Mûsûlê, pirsgirekê gelê herêmê wê timî aloz bike û wê nehêle çareserî pêş bikeve. Timî wê bixwazin gelê Sûnî li hemberê Iraqê û hûkûmetê bikarbine. Em dizanin, xurtbûna dewletaTirkli Başûrê Kurdistanê tê wê manê ku pirsgirekê herêma Kurdistanê û Baxdayê ti cara çaraser nabe. Mayîna dewleta Tirk ya li Başûrê Kûrdistanê de an ji di Iraqê de tê wê manê ku pirsgirekê Kerkûk tu carÎ çareser nabe. Wê gelê Tirkmen yên li Kerkûk timî wê li hemberi gelê Kurd Ereb û hikûmetê bi karbîne. Bi teybet ji hindî kû dewleta Tirkdi herêma Kûrdistanê de be wê aramî, aştî û jiynek azad wek hev û demokrasi li İraqê wê çênebe û wê pêşnekeve. Ji bona hebûna xwe li herêmê da berdewam bike wê timî navbera gela aloz bike. Em ji wek hêzên YBŞ/ YJŞ wek civaka Êzidî û hemû gele ku li herêmê jiyan dike ji bo tifaqa gela, ji bo wek hevbûna gelan, ji bo hemû çand bawerî û olên ku li ser axa Iraqê jiyan dike ji bo neteweke demokratîk ava bikin wê têkoşîna me berdewam bike û wê ev têkoşîna me bibe têkoşîna sereke. Em hêzên YBŞ/YJŞ hêzên parstina gela ne. Em ji bo Iraqek Federal demokratîk, Şengalek xweser têkoşînê dimeşînin. Îro em tenê ne hêzên parastina Şengalê ne em hêzên parastina hemû axa Iraqêne. Dema ku hat xwastin em amade ne xwe berpirsyar dibînin, em ji bona xwe erk dibinin. Şengal ji bona me mewziya stratejîke, lê belê cihê ku axa Iraqê parastin pêwîst bike, em wek erkek sereke ji xwe re dibinin û em amadene biparêzin.
‘Her ciwanek divê cihê xwe nava refên YBŞ/YJŞ’ê de bigirin’
YBŞ cihê hesap xwastinê ye, YBŞ cihê tol girtinê ye, cihê kerametê ye, cihê rûmetê ye, cihê xwe naskirinê ye, YBŞ cihê têkoşîn xurtkirinê ye, cihê biratiya gela ye, cihê wekheviyê ye, cihê morovahiyê ye. Li ser vî esasî her ciwanek, her keçek Êzîdxanê pêwîste cihê xwe di van rojên dîrokî de di nava YBŞ/YJŞ de bigre. Gerek ne tenê Şengalê pêwîste gelê me yê li Başîka ji bigihîje heqê xwe, yê li Şêxan jiyan dikin ji pêwîste heqê wî hebe. Pêwîste em heqê gelê xwe bi têkoşînê bi dest bêxin. Çi têkoşîna di warê rêxistinî çî jidi warê siyasî dibe wê ew têkoşîn me bibe serkeftinê.
‘Di rêxistinkirina civaka Êzîdxanê de keda Mam Zekî heye’
Vî gelî êdî soza xwe daye, êdî kesek nikare pêşiya meşa azadiya vî gelî bigire û asteng bike, îro kesek nikare pêşiya herikandina dîroka vî gelî bigire. Çawa ku Mam Zekî di 35 sal têkoşîn kir, di her kêliyê jiyana xwe de soza ku da bû gel soza ku da bû Serok Apo da, hevaltiya ku Serok Apo re meşandi bû û Serok Apo fehmkiribû û pêra jiyan dikir û bi vî terzî ve têkoşîn dimeşand ku bi vî şêwazî bû Mamê Êzîdxanê. Ew ne tene bû Mamê Êzîdxanê, ew bû Mamê tevahî gelê Kurdistanê, bû Mamê mirovahiyê. Îro hemû cîhan hevalê Zekî wek Mam Zekî bi nav dike. Ev ruhê dilsoziyê bû, têkoşînê re dilsozbûyîn, bi gelê xwe re dilsozbûyîn, xuzmetkirin, jiyîn, cîvakbûyîn, rêxistinbûyîn ev e. Heya îro li Şengalê di nava civaka me ya Êzîdî têkoşînek hatibe destpêkirin ev bi Mam Zekî re destpê kir. Eger em îro bûne hêz, bûne rêxistin û bûne xwedî armanc, xwedî doz bi keda Mam Zekî bûye. Pêwîste em vê kedê bibînin em li gorî vê tevbigerin.
Em şagirtên Mam Zekî, em ê teybetmendiyên Mam Zekî di xwede ava bikin. Çawa ku Mam Zekî, netewa demokratîk, hemû çand û baweriyên ku di herêmê de jiyan dikir, ji bona wan xizmet kirin weke erkek di dît, em ê jî ji bona xwe erkek sereke dibînin. Mam Zekî ferq ne dixist di navbera însanan, gelan; Mam Zekî ferq ne dixist di nava çanda, olan de. Pêwîste her olek li ser koka çanda xwe rabibe û xizmet jêra were kirin. Ji bona vê ji gelê herêmê di rewşeke aramî de wek hev jiyan dike di vir de keda Mam Zekî heye. Ev bi keda Mam Zekî hate avakirin. Eger îro bi hevre têkoşîn dikin keda Mam Zekî ya mezin heye. Li ser vî esasî felsefeya ku Rêber Apo ava kiriye li ser vê felsefê meşa xwe ya azadiyê berdewam kirin vêfehmkirin û xwe kirina yek, wê çaxê em ê bikaribin hemû gelan temsil bikin û em ê hingê bikaribin mafê mirovahiyê bi dest bêxin.
Çawa ku şehîd Berxwedanan, şehîd Şengala, şehîd Dilgeşa, şehîd Nûjiyana, şehîd Berîvana û bi sedan şehîdên Şengalê yanî 329 qehremana ji bo ku gel bigîhîjînin mafê xwe, heqê xwe û azadiya wî û vê têkoşînê vê ruhê pêşde bibin canê xwe feda kirin. Ev yek ji bona me pîvan e, felsefeyek e. Şehîd Berxwedan terzê têkoşîna me ye, şehîd Berxwedan biryarbûyîne, fermandar e. Şehîd Berxwedan ruhê têkoşînê ye. Ruhê vê têkoşînê 15’ê Tebaxê ye. Belkî 15’ê Tebaxê êrîşê me kirin, 15 Tebax ji bona me roja reş nîne; roja ku li himberî dagirkeriyê, li himberî zilmê, li hemberî koletiyê, li hemberî bindestiyê û bê maftiyê derketine. 15’ê Tebaxê ruhê têkoşînê ye. Têkoşîn xurtkirine, mejiyê dagirkeriyê rûxandine. Gel ji mirinê şiyarkirine û ruh dayînê ye. Belkî hêzên dagirker di vê mehê de êrîşê me dikin zanebûne. Ji bona van rojan li me tarî bikin, lê belê wê nikaribin van rojan li me tarî bikin. Li ser tolhildana van rojanê têkoşîn mezin dibe, doz bilind dibe û gel ber bi serkeftinê ve diçe.
‘Em tifaqa xwe çêbikin’
Bangawaziya me ji bona hemû gelê me ev e; çawa ku Mam Zekî ji bona me tifaq bû. Mam Zekî ruhê tifaqê bû; çawa ku em dibejin Mam Zekî ferq ne dixist navbera hemû însanan, derî bi derî digeriya û heqîqet nîşanî dida. Îro ji hemû gelê me bi teybet civaka me ya Êzidî, gelê herêmê ji di navhev de jiyan dikin, teybet civaka me ya Êzidî em dibêjin; êdî roj roja tifaqiyê ye. Roj roja yekîtiyê ye, roj roja heqê xwe xwastinê ye, heqê xwe girtinê ye, mafê xwe parastinê ye.
Pêwîste em berjewendiyên şexsî bidin aliyek, ji ber ku ev berjewendiyên şexsî zerer dide gel. Ji ber vê ji em hemû di bin sîwanekê de kom bibin. Em ê tifaqa xwe li ser esasê em ê mafê xwe çawa bi xwazin û çawa biparêzin û çawa bi destbêxin em ê li ser vî tifaqiyê bikin. Eger em bi vî rengî tevbigerîn em ê bi serkevin. Encex wê wusa jiyan bê avakirin, civakbûyîn wê were avakirin, wê wusa civakbûyîn xurt bibe, mezin bibe û pêşbikeve. Wê hingê hêza wê çêbibe rêxistina wê çêbibe. Ev fermanên ku di vê mehêde çêbûne ji bê tifaqiyê çêbûne.
Eger ji bê tifaqiyê çêbîbe; em ê tifaq bibin, eger ji bê hêziyê çêbibe em ê bibin hêz, bê rêxistiniyê çêbîbe em ê rêxistin bibin. Pêwîste em dersan ji van dîrojan derxînin. Pêwîste hemû hizbên ku hene, hemû eşîrên ku hene, malbatên ku hene çi ji Başîka be, çi ji Şêxan be çi ji li Şengal be em hemû yek fikrîda, di yek armancekî de li gel hevdû bin, mile xwe bidin mile hev dû û bi hevdû re bimeşin. Em ê encex wusa bikaribin biserkevin. Li ser vî esasî em di wê baweriyê dene ku her kes weke erkek ji xwera bibine û armancê Mam Zekî bi cih bîne.
‘Li dijî dagirkeriyê rabin’
Careke din em hemû malbatên şehîda, malbatên ku di fermanê de êş kişandine bi rêzdarî bibîrtînin bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em bangawaziya hemû hizbên di Iraqêda dikin; pêwîste êdî em li hemberî dagirkeriya AKP-MHP’ê bisekinin, em axa xwe, warê xwe dewleta xwe û herêmên xwe bi hevdûre biparêzin, em nehêlin ku ti hêzên biyanî werin axa me dagir bike. Ji ber vê ji pêwîste ev bibe erkê me yê her kesiye.
Em carekedin Mam Zekî bi rêzdarî bibîrtînin, ji malbata Mam Zekî û tevahî malbaten xwe sersaxîyê dixwazin. Em dibêjin têkoşîna Mam Zekî wê me bibe serkeftinê. Yê ku cihê xwe di nava vê êrîşa namerdane de girtine gerek baş bizanibin, yê ku xwe dixin qûncikan bi tiliya me nîşanî dijmin didin wê li hemberî dîrokê rûreş bibin. Dîrok wê vane rûreş bike, dîrok Ti carî vana bibîrnayne. Lê belê wê Mam Zekî bibîr bîne. Em hemû wek hevalê Mam Zekî, wek şervanên wî, wek şagirtên wî em serbilind in û em ê Mam Zekî timî bidin jiyankirin. Ew wê bibe pîvanê têkoşîna me, pîvanê jiyana me. Li ser vî esasî em ji tevahî hevalan re ji serkeftinê dixwazin.”