LAVRÎO – Li bajare Lavrîo yê Yewnanistanê di pêşengtiya Ciwanên Şoreşger de salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şorşger ve hate organîzekirin gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn.
Cihê şahiyê bi wêneyên Mahsûm Korkmaz (Egîd) , pakarta ‘Em bi ruhê Berxwedana Xakurkê 35’emîn salvegera 15’êTebaxê pîroz dikin’ li gel wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, HPG, YJA Star û TEV-DEM’ê hatin xemilandin.
Pîrozbahî bi xwendina sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ û deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Pîrozbahî bi nîşandan sînevîzyona têkildarî 15’ê Tebaxê hate nîşandan dom kir. Piştre jî ji Mexlîsa Gel a Demokratîk a Yewnanistanê Sadet Bitlîs axivî û diyar kir ku ruhê 15’ê Tebaxê hê jî didome.
Li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê Erkan Amed jî bal kişand ser girîgiya dîroka pêngava 15’ê Tebaxê û destnîşan kir, bi teqandina guleya yekem re bû pêngava hişyarkirina gelê Kurd û têkoşînê.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şorşeger Serhet Erzirom axivî û got: “Îro bi ruhê Fermandarê Mezin Egîd Çiyager, Erdal, Şevîn û Baranan li ber xwe didin.”
Di dewama pîrozbahiyê de peyamên Tevgera Jina Kurd, MLKP, MKP, DKP, TKP-ML hatin xwendin û piştre jî gelek hunermend derketin ser dikê.