NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Îslam Cîlo daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku çalakiya sabotajê ya 12’ê Tebaxê ya li herêma sanayî ya organîze ya herî mezin a Tirkiyeyê ya li herêma Pelîtlî ya navçeya Gebze a Kocaeliyê kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
“Ji bo bîranîna Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê yekîneya me ve çalakî hate kirin û di çalakiyê de li Herêma Sanayî ya Organîze ku yek ji kaseya perayan a dewleta Tirk a faşîste fîrmayek a lojîstîkê, fabrîqeyek a plastikê, fabrîqeyek a kozmetîkê û tirek hate rûxandin.”