Dûnya Cemîl
“Ne tenê peyveke, helbeste, awaze û giyan e. Bihaye û hesabê wê gelekî girane. Wexta ku nesax dikeve, dibêje “ay heval,” wenda dibe, tenê hesreta wê dîtina hevalê wê ye, birçî û tî dimîne, derdê wê hevalê wê ye, kêfxweş dibe, lê wexta ku hevalên wê têne bîra wê xemgîn dibe, dizane hevalên wê rêwiyê şîveriyên bê dawî ne. Netenê carekê, du caran û deh caran dilê wê jandide, her ku dibihîze tiliya hevalên wê xwînbûye, riwê xwe li jiyanê tirş nake, di rastiya vê jiyanê de ne biyanî ye, şeraze ye û nirxê jiyanê dizane, tenê mafê xwe dibîne ku bibe şûrê dilê xwe.
Ev jî perçek ji çîroka hevaltiya PKK ê ye. Gelo wê kesek ji gerila zêdetir bikarbe efsaneya hevaltiya gerila binivisîne? Raste av û çemê herêman, hingî bûne şahidê hevaltiya PKK ê nema dilê wan radike, lê bê hevaltiya gerila jiyankirin, hedara wan nayê, zinar û çiyayên Kurdistnê jî bi vê hevaltiyê sermest bûne, carne bûne ser çopiyên zemawendê, carne jî bûne desmala firmêskên dilên tazî.
Em di vê mijarê de mafê xwezayê nexwin, gelek caran li derdê hevaltiyê guhdarkiriye, her çiqasî hinek demsalên xwezayê bê hemdê xwe tîrê sor li dilê hevaltiyê xistine û xizmeta neyaran kirine, lê em lome jê nakin, dibe ku ew jî erkê xwe bi cî tîne. Dilê me li beramberî rastiyên xwezayê nazik e. Çawa me ji hevalên xwe re got “heval mitala me nekin,” emê vê yekê ji xwezayê re jî bibêjin.
Çîroka hevoka ‘mitala min neke heval’ gelekî dirêj e. Di şevên tarî de ev hevok hatiye bilêvkirin, bûye cîranê dilê birîn, li ber serê nesaxe maye, bûye dostê baran û befrê û gotinên hevalên nefesa xwe ya dawî dane, bihîstine. Ev hevok rastiya hevaltiya PKK ê îfade dike. Birastî barê hevaltiya PKK ê giran e, mirovên ku xwe didin ber vî barî, êşa zor û zehmetiyan jidil hîskirine, bûne lehengê vê hevaltiyê.
Di van salên dawiyê de min wateya vê hevokê li gor rastiya wê hîskir. Wexta ku hevalên min wan nasdikir, ji min qutbûn û bi wê kêfxweşiyê ji min re gotin “heval mitala me neke,” min hestên balkêş jiyankirin, pêdiviyê min bi tarîbûna ku min jê nefret dikir, hebû. Dibe ku min dixwest ez di wê tarîtiyê de firmêskên ku naherikin veşêrim. Ne di xeyal de min dixwest ez ji xakê dûrkevim û birevim hembêza asîmanan. Hestên ku min dijî, fikarên ku bi serê min re derbas dibûn, mesafet dixiste navbera min û wan de. Min ji xwe re digot “ma qey zore; ez ticarî fêrî vê qutbûnê nabim.” Jiber hemû hevalan ev êş jiyankiribûn, wate didan min. Dixwestin ez bibim hevala wan ya rêkê, dixwestin ew hesreta çûyîna bakur di dilê min de nemîne û ez jî wî sînorê serxetê qutbikim. Dizanîbûn xaka dîlê van sînorane, gelekî seyr û semyan e. Lê dîsa jî mîna her carê ez neçarbûm ku gotina “heval mitala me neke,” ji xwe re çarenûs bipejirînim.”