QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo li ber dibistana Pîşeyî ya taxa Erbawiyê çeteyekî êrîşek xwekujî pêk anî. Li gorî agahiyên destpêkê du kes birîndar bûne. Nûçegihanên me ji cihê teqînê diyar kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şahidan anîn ziman ku kesekî bombe li xwe pêçandibûn saet derdora 09:00‘an xwe li ber dibistana Pîşeyî teqandiye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar rakirin nexweşxaneyên û cihê teqînê girtin.
Di 7’ê Tebaxê dîsa li kantona Qamişlo li bajarê Tirbespiyê teqinek rû dabû û di encamê de 3 zarok şehîd bibû. Ev êrîş çeteyên DAIŞ’ê girtbû ser xwe.
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/08/07/li-tirbespiye-teqinek-pek-hat-3-zarok-jiyana-xwe-ji-dest-dan/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/08/07/ceteyen-ku-deste-wan-di-teqina-tirbespiye-de-heye-hate-girtin/