ZURÎCH – Tûrnûvaya futbolê ku her sal bi rengekî kevneşop pêk tê, îsal cara panzdehmîn bi dirûşma ‘Li dijî nîjadperestiyê em yek in û em xurt in’ pêk hat. Nêzî 600 ciwanên ji kantonên cuda yên Swîsreyê li Solothûrnê li hev civiyan û li dijî nîjadperestiyê û futbolê endustriyî tûrnûvaya futbolê ya alternatîf pêk anîn.
Di tûrnûvayê de 80 tîm têkoşiyan. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi reng û tîmên xwe tevlî tûrnûvayê bûn. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi tîma Şehîd Sara Dorşîn xwe gihandin heta fînala çaryekê ya tûrnûvayê.
Ciwanan di tûrnûvayê de bi stand û pankartan bal kişandin ser Şoreşa Rojava û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê.
Jin ên ciwan jî bi tîmên xwe beşdarî tûrnûvayê bûn.
Di tûrnûvayê de tim û tim peyamên li dijî faşîzm û nîjadperestiyê hatin ragihandin.