AMED – Tê gotin ku bi hinceta testa DNA’yê cenazeyê Gunduz radestî malbata wî nakin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 18’ê Tebaxê de daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku Gunduz di 30’ê Tîrmehê de li navçeya Çinarê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da. Hate gotin, “Li dijî dijmin heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.”