NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên herêmî ragihand ku karwanê artêşa Tirk a dagirker ji 7 tank û wesayitan pêk dihat. Her wiha tekez kir ku vê sibê çekên asmanî yên rejîma Sûriyê karwanê Tirkiyê yê li bajarokê Mork kir armanc.
Tê zanîn ku karwanên leşkerî yên Tirkiyê da ku destekê bidin komên çeteyan, li bajarokê Mork in. Her wiha çavkaniyan got karwanekî din ê dewleta Tirk ber bi Morkê ve diçe.
Topbarana li ser karwanê Tirkiyê piştî rojekê ji kontrolkirina bajarê Xan Şêxûn ê parêzgeha Idlibê yê beramberî parêzgeha Hemayê ji aliyê rejîma Sûriyê ve pêk hat.