NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got ku “Di 31’ê Tîrmehê de ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a ku li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribû, rêhevalên me Kendal (Metîn Akgul) û Serdem (Mûhammed Yildiz) şehîd bûne.
Nasnameya du hevalên me wisa ye:
Nasnav: Kendal Alan
Nav û paşnav: Metîn Akgul
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: –
Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Tîrmeha 2019’an/Garê
Nasnav: Serdem Reşît
Nav û paşnav: Mûhammed Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Binevş – Bişar
Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Tîrmeha 2019’an/Garê
Rêhevalê me Kendal di sala 1990’an de li Wanê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de rastiya dijmin dîtiye û ji ber vê jî di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nav têkoşînê de hemû peywirên xwe serkeftî bi cih aniye û li qadê ku maye bi fedakarî û dilsoz tevgeriyaye.
Rêheval Serdem Reşît jî di sala 1996’an de li Dihêya Sêrtê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Rêheval Reşît mêtingeriya dewleta Tirk red kiriye û di sala 2011’an de tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Rêheval Serdem bi rêhevaltiya xwe ya fedakar û pêbawer li qadên ku lê maye, bûye kesekî mînak. Rêheval Serdem her dem li gorî pîvanên rêhevaltî û exlaq ên PKK’ê tevgeriyaye.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya rêheval Kendal û Serdem hildin û bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad tacîdar bikin. Malbatên van rêhevalên me di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”