DÛÎSBÛRG – Her du gerîla di êrîşên dewleta Tirk a 25’ê Tîrmeh û 6’ê Tebaxê pêk hatin de şehîd bûbûn.
Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Di bîranînê de NCKD-Dûîsbûrgê Nuh Yildirim, li sernavê KOMAW Şenge û li ser navê FEDA Ayten Şîmşîr axivîn. Kesên li ser navê malbatên şehîdan axivîn diyarkirin ku wê girêdayî bîranîn û rêya şehîdan bin.
Li salona bîranînê li gel hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên şehîdan jî hatin bilindkirin, mûm hatin pêxistin. Her wiha xwarin hate belavkirin.