NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker mêtinger êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd gihandiye qonaxeke nû. Hevşaredarên ku bi rêjeya 60 ji sedî yê dengê gelê Kurd hatine hilbijartin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a bi serkêşiya Suleyman ‘Soysûz’ (Bê esil) ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li şûna wan waliyên ku ti eleqeya wan bi gelê Kurd re nîne û dijminê Kurdane hatin tayinkirin. Ev êrîşa li dijî hilbijartiyan domdariya darbeya siyasî ya 20’ê Tîrmeha 2016’ane.
Êrîşên faşîst ên li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd wê ji niha û pê ve zêdetir bibin. Êrîşên li dijî Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo çi tê kirin, ev êrîş jî ji bo heman armancê ye. Ev armanc jî qirkirina Kurdane.
Tenê sedemek dûrxistina Hevşaredaran heye; ew jî têkbirina hêzên demokrasiyê û temamkirina qirkirina Kurdane. Nirxandina van êrîşan bi rengekî din wê were wateya fêhmenkirina armanca desthilatdariya şerê taybet faşîst qirker. Çawa ku li her deverê li dijî hebûn, nasname, îradeya siyasî, daxwaza azadî û demokrasiyê ya Kurdan êrîş tê kirin, êrîşa li dijî şaredariyan jî êrîşek li dijî îradeya hebûnê ya Kurdane.
DIDOME…