MÊRDÎN – Li Mêrdînê gel û parlamenterên HDP’ê li dijî terora qeyûman xwestin ku ber bi avahiya şaredariyê ve bimeşin. Polîsên Tirk bi dijminane, bi ava jidiyayî û gaza îsotê êrîş birin ser gel. Li dijî terora polîsên Tirk gel û parlamenteran rêya Mêrdîn û Qoserê girt. Polîsên Tirk li ser vê behtir dîn û har bûn û bi ser gel de çûn. Berxwedêr bi dirûşma ”em serê xwe li ber zextan natewînin” li ber xwe didin.
Rêya trafîkê hê jî girtiye, bi êrîşa polîsan welatiyek birîndar bû.