Gelê Wargeha Mexmûrê yê li dijî zilm û zordestiya dewleta Tirk serî netewandî, li şûna ku koletiyê qebûl bike, ji azadiya xwe dest berde, di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bijî; ji xaka kal û pîrên xwe ya hezar salan koçber û penaberê welatan. Bi dehan war û wargeh li pey xwe hişt û timî bû hedefa êrîşan. Lê belê gelê serhildêr û berxwedêr ê Botanê bi helwesta xwe ya li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê, bûye mînaka rûmet û berxwedanê. Dîrokeke dirêj a vî gelî heye ku bi qasî 25 salên penaberiyê li ber hemû êrîş, zext û zordarî, bê derfetî û bêmecalî, mercên xirab ên jiyanê hwd serî daneniye û bi serbilîndî û rûspî li ber xwe dide. Bi hêviya ku rojekê dagirkeriya dewleta Tirk li ser xak û welatê wan rabe vegerin warê xwe yê qedîm, bi hêvî û bawerî dijîn.
LI DIJÎ ZILMÊ SERÎ HILDA, WARÊ XWE LI PEY XWE HIŞT Û BÛN PENABER
Tê zanîn ku dewleta Tirk ji destpêka avabûna Komarê ve, di çarçoveya ‘Plana Islahata Şerqê/şark islahat plani’ de Kurdistanê ji Kurdan vala bike û bi vî awayî li gorî xwe miletekî rajêrî xwe kirî biafirîne. Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê sala 1925’an de di serhildana Şêx Seîd de jî armanca Tirk ev bû, di serhildanên Xerzan, Agirî û Dersimê de jî armanca dagirkeriya Tirk ew bû ku Kurdistanê ji Kurdan xalî bikin, Kurdên ji warê xwe yê kevnar koçber kirî ji qirkirinê re derbas bike, heke qir nekir jî asîmîle bike, ji rastî û nirxên xwe dûr bixe. Bi vê kiryarê armanc dikir ku bikare armancên xwe yên netewedewleta faşîzane ku xwe dispêre mileltekî kole, keriyê dewlet û desthilatdariyê. Ango neteweya netewe-dewletê ya yekparêz biafirîne! Axirê ev ji bilî gelê Kurd, li hemberî gelek netewe, çand û baweriyên vê xakê pêk anî û vê hovîtiyê heta astekê li gorî xwe encam jî girt. Lê belê gelê Kurd ê bi hezar salan li ser vê xakê jiyayî rahên xwe bedane kûrahiya vê xakê û xwedî paşeroj, çandeke dewlemend û bawerî û kêrhatiyên ku herîkîna dîrokê guhertine. Lewre bişaftin, qirkirin anjî radestgirtina vî gelî wisa ne hêsan bû.
Di çarçoveya plana mêtingehkirin Kurdistanê û têkibirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, dewleta Tirk a salên 90’î li Herêma Botanê bi kuştin, revandin, windakirin, êşkence, zextên li ser rûmet û nirxên gelê herêmê, hema bêje seranser ji gundan vala kir. Ji ber vê hovîtiyê bi deh-hezaran kes tiştên ku dewletê li wan ferz dikirin qebûl nekirin û salên 1990’î ketin ser rêya koçberiyê û bere xwe dan başûrê welêt, ango Başûrê Kurdistanê.
Bêgûman tê zanîn ka çiqas zor e mirov biryareke wiha bide û xaka kal û pîrên xwe biterikîne. Bifikirin, dema yek bi zorê qirşikeke mirov jî ji mirov bistîne, yan jî desteser bike ka çiqas zora mirov diçe. Veca vî gelê bi rûmet, mal û milk, terş û talan, bi kurtasî tenê cilên ser xwe û zarokên xwe girtin û ji ber zilm û hovîtiya dagirkeriyê raqetan, ketin ser rêya nediyarî û penaberiyê. Li şûna ku bêrûmetî û radestiyê qebûl bikin, nediyarî, xizanî, birçîbûn, nexweşî tinebûn, mirin û sirgun vebijartin û bûn penaberê welatê xwe…!
Di vê rêya nediyar û zehmet de bi bi dehan zarok, jin û kal, ji ber mercên giran ên jiyanê û êrîşên dewleta Tirk ên tinekirinê jiyana xwe ji dest dan. Ji van penaberan beşek mezin li Zaxo bi cih bûn û beşek jî li wargeha Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftenîn bicih bûn.
NEKARİN JI YA WAN BIDIN VEGERANDIN, BOMBE LÊ BARANDIN
Tevî hemû mercên giran ên koçberî û jiyana penaberiyê, her wiha mirin û rewşa xirab û êrîşên dewleta Tirk a li ser xeta sînor û êrîşên raste rast li ser koçberan jî, ev gel ji berxwedanê neda zivirandin. Heta her çû vîna wî xurtir bû. Artêşa Tirk, bi hevkariya PDK’ê li dijî penaberên ku li derdora Zaxo bi cih bibûn, êrîş pêk anî û xwestin ku wan ji herêmê derxînin. Di encama êrîşê de gelek kes hatin qetilkirin û penaberên li vê derê jî neçar man ku derbasî herêma Bihêrê û Şeraniş bibin. Li vir jî dîsa bi heman armancê bi balafiran dewleta Tirk, bombe li sivîlan barandin.
JIYAN LI WAN HERIMANDIBÛN!
Her çendî bomberdûman û êrîş dijwar bûn jî, gel hê zêdetir berê xwe da nava xaka Başûr û ser sînorê Iraqê. Li wargeha Bêrsîvê bi qasî 2 mehan koçber bicih bûn. Li vir jî ji ber ewlehî û mercên xedar ên jiyanê nekarin debar bikin û koçber ji vir jî koç kirin.
BI KUŞTIN Û TALANÊ NEKARİN, SERİ LI AMBARGOYÊ DAN
Di encama peywendî û têkiliyan de bi hezaran penaberên ku gav bi gav ji xaka xwe dûr ketî, Sala 1995’an, li devera Etrûş a ku bi demê re weke Wargeha Etrûş hate binavkirin, bicih bûn. Li vir wek wargeh Etrûşa Jor ku weke Geliyê Qiyametê û Etrûşa Jêr hatin binavkirin û penaber lê sitirîn. Li vir cara yekê penaber di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de hewl dan bijîn. Li vir her çendî penaber û wargeh di bin sêwana NY’yê de be jî, êrîşên dewleta Tirk û dîsa êrîşên PDK’ê yên li ser wargehê dewam kirin. Li çarmedora wargehê nuqteyên Pêşmergeyên PDK’ê hebûn û her carê talana wargehê dikirin û gule li welatiyên kampê dibarandin. Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî li ser wargehan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî wargehan bibin. Her wiha, hatin û çûyîna wargehan qedexe kir. Her ku êrîş şidandin, berxwedan û serhildan jî geştir bû. NY, a qaşo ev penaber di bin sêwana wan de bûn, çavê xwe li her cûre êrîşan girtibû. Çimkî dewleta Tirk ji bo vê tawîzên mezin didan dewletên NY’ê. Her wiha jixwe hê di pergala navnetewî ya netewedewletê de Kurd weke gel û milek bi awayekî fermî nedihatin qebûlkirin, hebûna wan dihat înkarkirin. Lewre di encama bazariyên qirêj de, ji her cure qirkirina dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê re çavê xwe digirtin, an jî bêdeng diman. Dewleta Tirk û hevkarê wên xayînên qaşo Kurd ên ji vê bêdengî û tawîzan wêrekî digirt, bi awayekî bê perwa her cûre êrîş pêk dianîn.
HER KU DERB XWARIN, ÊRİŞİ PENABERAN KIRIN
Koçberî dewam kir û vê carê gelê bi xîret ê penaber li cihekî din kampeke din ava kirin. Ev kamp jî Nînova bû. Di vê pêvajoya ku penaberên Botanê li Nînova bi cih bûyî, şerekî dijwar ê bi navê ‘Bijakujî’ destpê kir. Şerê ku di navbera artêşa Tirk û Tevgera Azadiya Kurdistanê de destpê kirî, bi hevkariya PDK’ê derkete qonaxeke cuda û veguherî şerê birakujiyê. PDK û artêşa Tirk, her ku ji gerîla derb xwarin, li penaberan zivirîn û êrîşî wan kirin.
DERBASİ WELATEKİ DIN HATIN KIRIN
Jiyan li penaberan kirin dojeh. Bomberdûman û êrîş bibûn jiyana rojane. Ji bo wê gel, ev der jî li pey xwe hişt û berê xwe da sînorê Iraqê û li herêmeke bi navê Nehdaran bicih bûn. Jiyana penaberan a her çûn ji warê xwe dûr dibûn, derbasî welatekî din dibûn. Li vir jî bi qasî 2 mehan man. Li ser sînorê Iraqê bû û gelek bermayên leşkerî yên li herêmê metirsiyeke mezin li ser jiyana koçberan hebû. Ji ber bermayên leşkerî gelek kes seqet man, an jî jiyana xwe ji dest dan.
NE PENABERİ BI DAWİ BÛ, NE Jİ ÊRİŞ…
Rêwîtiya Penaberên bi darê zorê hatibûn koçkirin, her diçe dûr û dirêj dibû û ji axa bav û kalên xwe dûr diketan. Vê carê berê rêwîtiyê li Mexmûrê bû. Sînorê Başûrê Kurdistanê hatin derbaskirin û li sînorê Iraqê ku weke madeya 140 a ‘Herêmên bi nakok û şer’ bi cih bûn. Di sala 1998’an de li ser daxwaza Iraqê û rêveberên wargehê guncav hat dîtin ku li nêzî navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê ve bicih bibin. Bi vê yekê re penaberên ku hejmara wan digihêje 15 hezar kesî, li Mexmûr hatin bicihkirin. Li vir Neteweyên Yekbûyî (NY) wargeh bi fermî pejirand û nûnertiya xwe vekir. Di nava her şert û mercên herî xedar de vî gelê penaber û serhildêr xwe ji mirinê re berneda û jiya. Li ser Wargeha Mexmûrê gelek nivîs, pirtûk hatine nivîsîn û li ser hatiye axaftin. Tevî mercên giran ên erdnîgarî û derfetên jiyanê pir kêm bûn jî, vî gelî bi hêz û vîna xwe ya bi pola xwe li ber her tiştî girt û têkoşîn kir.
Gelê wargehê Li vir jî bi salên dûr û dirêj ên bi qasî 20 sal in li ber xwe dide. Her roja diçe vîna wan a veger û azadiyê xurtir dibe. Dewleta Tirk xwe li ber vê derê jî ranegirt, ango ev der jî bi çavê dewleta Tirk re çû û her derfet û fersend dît xwest zext û êrîşan bibe ser wargehê. Dewletê xwest vî gelî ji rêya azadî ku hilbijartî vegerîne û bi êrîşan qir bike.
Her carê bi hêzên hevkar-noker ku qaşo xwe Kurd dihesibînin û Kurdistanî dibinin, dibêjin ‘em ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşînê dikin’ zext li vî gelî kiriye. Roj hatiye weke dagirker û neyarên gelê Kurd ew girtine, zext lê kiriye, ji dezgehên êşkencê re derbas kiriye, roj hatiye xwestine bi ‘birçîbûnê terbiye-perwerde’ bike, roj hatiye êrîş kiriye û roj hatiye xwestiye vala bike!.. Lê tevî vê jî ev gel ji ya xwe venegeriyaye, hê bi biryar têkoşîna xwe ya azadî û serxwebûnê didomînin.
NETEWEYÊN YEKBÛYİ, IRAQ TIM BÊDENG IN
Tevî van hemû êrîş û kiryarên dewleta Tirk a bi belge; li gel binpêkirina serweriya dewleta Iraqê, binpêkirina hiqûq û xaka Iraqê, ne deng ji Neteweyên Yekbûyî tê, ne jî ji Iraqê! Ev bi vekirî nişan dide ku ev sazî û dewlet bi xwe hiqûq û pîvanên xwe binpê dikin; hevparê vî sûcê dewleta Tirk in. Ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj bêdeng in.
ÊRİŞÊN LI SER MEXMÛRÊ
Yek ji van êrîşên herî mezin, êrîşa piştî dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê ya Mûsilê ya 6’ê Tebaxa 2014’an, çeteyan berê xwe dan herêma Mexmûrê û derdorê wê bû. Bi êrîşa çeteyan re herêm ji aliyê hêzên PDK, YNK û Artêşa Iraqê ve hate valakirin. Gel terkî qirkirê hate hiştin. Gelê ku bi tenê hate hiştin, ji bo rizgarkirina xwe berê xwe dan bajarên din ên Başûrê Kurdistanê. Lê belê gerîlayên HPG/YJA Star’ê hatin hewara şêniyên wargehê û pêşî li qirkirineke weke fermana gelê Şengalê, girt.
Gelê Mexmûrê yê penaber ku bi tenê hatî hiştin, bi saya Hêzên xwe yên Xweparastinê û gerîlayên HPG/YJA Star’ê piştî 3 rojan êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê, di serî de wargeha Mexmûr û bajarokê Mexmûrê û ligel gundewarên , rizgar kirin. Mirov dikare bêje yek ji deverên ku DAÎŞ lê hatî şikandin Wargeha Mexmûrê bû.
Piştî rizgarkirina Mexmûr û derdora wê û bi ewlekirina herêmê ya ji hêla hêzên gerîla û hêzên xweparastina Mexmûrê ve, gelê wargehê û welatiyên derdor vegeriyan ser mal û milkê xwe. Ev jî bi saya Hêzên Xweparastinê û gerîlayên PKK’ê pêk hat. Pir balkêşe ku heta welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr venegeriyayî, welatiyên din ên derdor nehatin ser mal û warê xwe. Ev jî nişan dide ku piştî ewlehiya gerîlayên PKK’ê yên li herêmê gel vegeriyan, bawerî bi hêzên din nedianî.
Welatiyên herêmê yên ku li bendê bû piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê rewş hinek aram bibe, jiyan ji nû ve dewam bike. Lê mixabin ji ber nêzîkatiyên hîzbî û partiyan welatî li naverastê hatin hiştin.
XEMSARİ Û POLİTİKAYÊN ŞAŞ BÛN SEDEM KU JI SEDİ 50 XAKA KURDISTANÊ JI DEST BIÇE
Sala 2014’an, çeteyên DAÎŞ’ê li Iraqê gelek bajar û bajarok dagir kiribûn û berê xwe dabû herêmên bi nakok (Kerkûk, Xurmatû, Mexmûr, Şengal, Hawice) ên dikevin çarçoveya xala 140’î ya destûra Iraqê. Ev herêmên ku ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê statuya wan li gorî xala 140’î hîn nehatibû diyarkirin û di bin kontrola artêşa Iraqê de bûn, ketin bin dagirkeriya çeteyan.
Piştî êrîşên 16’ê Cotmeha 2017’an bi qasî 10 rojan li herêma Mexmûrê şer di navbera hêzên Heşdî Şa’bî û Pêşmergeyan de qewimî û li vir jî gel di navbera êrîşên her du aliyan de ma. Ne hêzên Heşdî Şa’bî rê da ku gel derbikeve û ne jî pêşmergeyan. Gel ma di nava êrîşên her du aliyan de, yekane cih ma ku xwe bispêrê, ew jî wargaha Kurdên Bakurê Kurdistanê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr bû. Ji ber şerê di navbera Heşdî Şa’bî û pêşmergeyan de, welatiyên navçeya Mexmûrê berê xwe dan wargehê. Li ser vê jî di serî de Meclîsa Gel a Wargehê, bi hemû endamên xwe ve bû seferber û gel ji êrîşan parast, gel li nava wargehê bicih kirin. Paşê destpêkê bi korîdoreke bi ewle rê hate dayîn ku gel bikeve nava wargehê û di saetên destpêkê de li dibistan û avahiyên saziyan hatin bicihkirin. Piştre li ser biryara Meclîsa Gel û gelê wargehê li malan ne weke mêhvan, weke xwediyê malê hatin pêşwazîkirin û bicihkirin. Li gorî daneyên Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê parvekiribû, nêzî 8 hezar welatî li wargehê hatibûn bicihkirin û hemû pêdawîstiyên wan ji aliyê gel ve hatibûn pêkanîn.
ASTENGİ Û RÊGIRİ
Bi pûxteyî, li her dera cîhanê gelê li rastî zilm, zordarî, neheqî hatî, ji ser xaka xwe hatî koçberkrin û penaberkirin tê hemêzkirin û xwedî ê tê derketin. Nexasim ku ev gel, beşek ji gelê wê neteweyê bi xwe be! Ev bivênevêyeke rêgezî ya mirovbûnê ye. Bêguman gelê Kurd bi dehan caran nişan daye ku ji tevahiya gelên cîhanê ne mêvanperwertir û bi wijdantir be, ne kêmtir e. Dema em vê dibêjin divê neyê fêmkirin ku gelê Başûrê Kurdistanê ev kiryar kirine û xwedî li xwişk û birayên xwe derneketiye. Na. Gelê Kurd, çi li bakur, çi li başûr, çi li Rojhilat û Rojava; li her derê bêyî cudatî bixe nav, her tim hemêza xwe ji gelên cîran re vekiriye, serê kî ketibe tengasiyê deriyê mala xwe jî, deriyê dilê xwe jî jê re vekiriye. Nexasim gelê Kurd li hemberî Kurdên beşeke din a Kurdistanê be Kurd, bê fikar û guman berdêla wê çi be bila bibe, çi dest hatiye texsîr nekiriye. Lê mixabin çîna serdest, ango desthilata hikumeta Başûrê Kurdistanê, nexasim feraseta PDK’ê xwedî li vê çanda Kurdewarî ku bûyî nasnameya gelê Kurd û Kurdistanê! Berevajî, çi ji dest hat ji bo xêrnexwaziyê kir. Çi ji dest hat ji bo hevkarî û nokeriya bi dagirkeriya dewleta Tirk re kir û bi eşkere li dijî destkeftî û nirxên gelê Kurd tevgeriya.
Heke mirov bi xetên stûr destnîşan bike çend jê astengiyên PDK’ê yên li ser xelkê Mexmûrê wiha dikare bê rêzkirin:
* 12’ê Tîrmeha 2019’an Asayîşa PDK’ê rê neda ku welatiyên Mexmûr tevlî merasîma cenazeyê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) a li Qendîlê bibin.
* 15’ê Çileya 2017’an PDK’ê rê neda ku ciwanên dest bi meşa dirêj kiribûn tevlî meşa 15’ê Sibatê ya Hewlêrê bibin.
* 5’ê Sibata 2019’an dîsa ji ber berxwedana gelê Şêladizê bi qasî hefteyekê rê li çûn û hat gelê Mexmûrê girtin.
* 9-10’ê Îlona 2016’an dema ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî dê li Hewlêrê bihata lidarxistin. Gelê Mexmûrê jî xwest tevlî vê çalakiyê bibe, lê weke her carê Asayîşa PDK’ê rê neda.
* 6’ê Sibata 2019’an dema ku çalakvanên jin ên li pêşiya NY’yê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva bêdawî û bidorveger kiribûn, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin dersînorkirin, rê li welatiyên Mexmûrê hate girtin ku bikevin Hewlêrê.
* 13’ê Hezîrana 2019’an endamê Dîplomasiyê yê Wargeha şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî ku ji bo nexweşxaneyê çûbûn Hewlêrê, ji aliyê Asayîşa PDK’ê û îstîxbarata PDK’ê Parastinê ve hatibûn destgîrkirin û heta niha jî ti agahî ji Osman Nadir Hacî nîne. Her wiha berî wan jî welatiyên bi navên Serhat Elî Mûstefa, Salih Ebdullah Nezîr û Mûsa Silêman Ehmed jî hatibûn destgîrkirin û hê jî ti agahî ji wan nayên girtin.
* 17’ê Tîrmeha 2019’an piştî kuştina Endamê Îstixbarata MÎT’a Tirk a li restoranta Hoqqbaz a li Hewlêrê, Asayîşa PDK’ê, weke ku asayîşa dewleta Tirk be, rê li ser gelê Mexmûrê girt, bi ser gelek cihên kar ên ciwanên wargehê yên li Hewlêrê dixwînin an jî dixebitin de girt û gelek kes destgîr kirin, bi rojan ji êşkenceyên giran re derbas kirin, hê jî aqûbeta hin kesan ne diyar e. Dîsa gelek welatiyên bakurê Kurdistanê jî li rastî heman pêkûtiyê hatin, ji kar derxistin û hatin dersînorkirin.
BOMBE LI SIVİLAN BARANDIN
Êrîşa dewleta Tirk û hevkarên wê bi van êrîşan re jî sînordar nema. Salên dawî wargeh, bûye armanc û hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk. Heta niha gelek 3 caran bi balafirên şer wargeha penaberan bomberdûman kiriye bû gelek welatî qetil kirine. 6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk, Mexmûr bomberdûman kirin. Di êrîşê de 5 endamên Hêzên xweparastina wargehê ku piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser wargehê, xwe rêxistin kiribûn û parastina xelkê wargehê dikirin, hatin qetilkirin.
Weke her carê dîsa dewleta Tirk xwest raya giştî bixapîne lewre got, ‘me li PKK’ê daye’.
Piştî vê êrîşê nêzî salvegera vê êrîşa hovane, ango 13’ê Kanûna 2018’an, vê carê bombe li sivîlan barandin. Di vê bomberdûmanê de 4 sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî hatin qetilkirin.
Ya balkêş jî ew e ku berê dewleta Tirk digot ’em li PKK’ê dixin’, lê vê carê bi vekirî her ferdekî penaber ên li Mexmûrê weke ‘terorîst’ pênase kir û bi daxuyaniyên xwe biryara domandina êrîşan da.
19’ê Tîrmeha 2019’an, cara sêyemîn balafirên şer ên dewleta Tirk careke dîtir bombe li wargeha Mexmûr a di bin venêrîn û berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye, barand û 2 sivîl birîndar bûn. Ziyanek mezin gihişte jinge û baxçeyên welatiyên sivîl.
NETEWEYÊN YEKBÛYİ Û IRAQ BÊDENG IN
Tevî bûyer û pêvajoyên li jor ku hemû bi belge ne, heta niha ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî hikûmeta Iraqê nebûye xwedî helwestek cidî, li dijî van êrîş û polîtîkayên qirkirina li ser penaberên Mexmûr û dîsa serweriya xaka Iraqê. Ev hemû nişan didin ku ev bêdengî hevkariya bi dewleta Tirk û vî sûcê mirovahiyê re ye. Lewre di rewşa heyî de bi awayeke din nikare ev rewş bê şîrovekirin.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Awyer BOTAN / Ahmet SİNAN