“Serokkomarê tirk Recep Tayîp Erdogan, beriya 20 roja nêzî çar pênc roj winda bû. Gelek spekulasyon hatin kirin. Hin kesan gotin miriye, hin kesan gotin nexweşe, hin kesan gotin betiliye. Lê di esasê xwe de tiştek cuda hebû. Dema Erdogan derket piyasayê û axivî, hate famkirin ku li ku bû û ci dikir. Di axaftina xwe ya yekemin de êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Gelek leşker şand li ser sînorê Rojava. Piştre gef û şantajan tiştê ku dixwestin bi dest nexistin. Bi Amerîkayê re hîn hevdîtin hatin çêkirin û li ser hîn xala li hevkirinek derkete holê. Lê li ortê peyman nînin, lêlihevkirinek heye. Ev lihevkirin jî vekiriye. Hev dikarin li gorî xwe xira bikin an jî avabikin. Bikurtasî gefû şantajên dewleta tirk biser neket. Tiştê ku dixwest bike li dîwarê ket.
A niha ev serê çend roj e Erdogan dîsa windaye. Dîsa hîn spekulasyon tên kirin. Lê piştî ku qeyûm avêtin li ser sê bajarê mezin ên şaredarên di destên HDP de, hate famkirin ku Erdogan li kuderê ye. Dema winda dibe mirov fam bike ku li ser polîtîkayan hevdîtinan danûstandinan tên kirin.
Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî û hevdîtinên birêz Ocalan re li Tirkiyeyê hem dinav raya giştî hem jî dinav dewletê de hîn nîqaş hatin kirin. Yên nîqaş li ser wê ji niha pêve AKP polîtîlayên çawa bimeşîne bû. Ya niha hat diyarkirin ku êdî ew di faşîzmê de dê israr bikin êdî rêya navberê nema. Renk hate diyarkirin.
Roja ku qeyûm avêtin ser her sê şaredarên bajarê mezinên HDP’ê di heman rojê de dîsa wek berê dest bi operasyonên qirqirina siyasî kirin. Nêzî 500 kes girtin binçavan. Dîsa di heman şevê de balafirên artêşa tirk gelek cihên Qadên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Ev rewş jî dide xuyakirin ku biyara vê êrîş ji aliyê yek navendek hatine dayîn û koordine kirin. Bêguman dê ev êrîşê berfireh û mezintir bikin. Tenê ne li ser gel kurd û destkeftiyan wê bimeşînin. Wê li ser hemû kesên demokrat ên Tirkiyeyê bimeşînin. Dê tenê dest daneynin ser şaredarên HDP’ê. Dê Îmamoglu jî peywirê bigirin. Ev rastiyek faşîzmê ye. Ger niha dengê xwe dernexin dê bi serwan ve jî biçe.
Ew çiqas di faşîzmê de îsrar bikin, dê gelê me jî diberxwedanê de îsrar bike. Berxwedan neyarê koka faşîstane. Berxwedana 3 salan a gel faşîzmê anî ber mirinê, qeyûman def kir, Erdogan û Baxçelî jî anî ber têkçûyînê. Ya niha dordora bi temamî têkçûyîna faşîzmê ye. Ew jî di heman deme de bêhtir qels û nexwesim de ma qedera bi zinêtê diçe nanêşivan dixwe.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ercan Sezgîn