ŞENGALÊ – Ji despêka meha Tebaxê ve ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve ji bo 6 wênevanan dewre hatibû vekirin û duh li Komalgeha Borik 30 wêneyên hatin xêzkirin, li Meclisa Gel di Pêşangehekê de hatin nişandan. Wênevan ji aliyê sazî û rêxistinên Borik ve hatin xelat kirin, her wiha ragehandina Êzidxanê jî ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve hat xelat kirin.
Vekirina Pêşangehê bi beşdarbûna gelê Borikê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan despêkir û pişt re li ser navê YCÊ’ê Harûn Diyar axivî û pêşangeh li Wênevanan pîroz kir û got; “Em di demeka pir hesas dene gerek her kesê Êzidî ji aliyê xwe ve ji bo civaka me li gor emkaniyê xwe bixebite çi bi kêşana wêneyan be yan jî bi çi karek din be. Her wiha Harûn berxwedana gel a li Amedê jî pîroz kir û got; “Dema tiliya Zarokekî Amedê xwîn bibe dilê me li Şengalê pê di êşe ji ber dema fermanê ji her derê ciwanan berê xwe da Şengalê û Şengal parastin. Em tu cûdahyê naxin navbera Şengal û Bakûrê Kurdistanê de.”
Piştî axaftinan ji aliyê sazî û rêxistinên Şengalê ve diyarî li ser wênevanan hatin belavkirin.
Yek ji wênevanên beşdarî pêşangehê bûyî Baran Hecî axivî û got; “Em sipasiya YCÊ dikin ku bi vî karî rabû û ev derfet da me da ku em wêneyên xwe pêşan bidin. Wênevanî ji bo pir giringe. Ger ciwanên me giringî bi karê wênevaniyê bidin, emê li cîhanê de bi nav û deng bibin û emê bikarin bi rêya wêneyan êşa civaka xwe ji cîhanê re ragihînin.”