“Ligel ku PDK, xwe weke partiyeke Kurdistanî dibîne û dibêje dilxwazê azadî û serxwebûna Kurdistanê me jî, kiryarên derkeketî holê berevajî gumanan çêdike. Heke piçek bîra dîrokê ya derdorên navborî hebûya wê faşîzm û qirkeriya heyama Seddem Huseyîn bianîna bîra xwe. Dema partiya Baas, ango Seddem Huseyîn desthilatdar bû, niha dewleta Tirk û desthilatdarên wê çawa dixwazin gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistan bi qirkirinê re derbas bikin, bi heman awayî, Seddem Huseyîn û partiya wî Baasê jî dixwest gelê şoreşger û azadîxwaz ê Başûrê Kurdistanê bi qirkirinê re derbas bike û radest bigire, bike noker û hevkar. Lê belê gelê Başûrê Kurdistanê ligel hemû zilm û zordarî, êşkence û kuştin, talan û wêran hwd serî netewand, li ber xwe da û bi ser ket. Lê belê dikare bê gotin ku di kesayeta çîna serdest de kesayetiyeke hevkar û noker afirand, ango encam girt!
GELÊ BAKUR DERIYÊ MAL Û DILÊ XWE JI PENABERÊN BAŞÛR RE VEKIR
Dema ku Seddem Huseyîn bi hemû hovîtiyê êrîşî gelê Başûrê Kurdistanê kirî, gel neçar bû ku koçberî Bakurê Kurdistanê bibe. Gelê Bakurê Kurdistanê xwişk û birayên xwe yên ji ber zilm û qirkeriya desthilatdariya faşîst a Seddem Huseyîn reviyayî û xwe spartî wan, deriyê bajarê xwe, yê mala û yê dilê xwe jî ji xwişk û birayên xwe yên bi rûmet û berxwedêr re heta ser piştê vekir. Sifreya xwe û hemêza xwe jê re vekir, cêwazî nexist nav xwe û gelê başûr ê ji ber zilmê penaber bûyî; heta qedr û qîmeteke zêdetir dayê.
NÊZÎKATIYA PDK’Ê MÎNA YA DESTHILATA TIRK BÛ!
Lê mixabin heman nêzikatî ji hêla rayedar û payebilindên başûrê Kurdistanê ve ji bo vî gelê bi rûmet, serbilind û qedirbilind ku li hemberî hemû zorî û zehmetiyan, sirgûn û kuştinan jî dev ji serbestî û azadiya xwe, nirx û rêgezên xwe bernedayî nîşan neda. Hemêzkirin li aliyekê; bûn xwedî nêzikatiya mîna kopya dewlet desthilatdarên Tirk! Ev jî şerm û rûreşiyeke cuda ya van derdoran e.
BI DESTÊ PDK’Ê BAŞÛRÊ KURDISTAN BÛYE PAŞMALA DEWLETA TIRK
Mîna ku me di beşên borî de bi şênber raber kirî, Başûrê Kurdistanê, bi destê serdestên başûrê welêt û nokerên xayintiya gelê Kurd dikin, bûye weke zeviya dewleta Tirk ku çawa dixwazin hespê xwe lê bibezînin. Her cûre armancên xwe yên qirêj û kirêt bi hevkariya van nokeran pêk tînin. Hezar car mixabin ev pêkûtî jî, di bin siha cilên Kurdewar ên sembola şoreşgeriyê ne û Alarengîn de tên pêkanîn. Mînak îstîxbaratger û ajanên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê cîrît davêjin; bi cil û payeya pêşmergeyan kengê li kû derê dixwazin li dijî şoreşger û zarokên dilsoz ên gelê Kurd û nirxên wan qaşo ‘operasyonan’ pêk tînin; kî/ê dixwazin digirin, di lêpirsîn û êşkenceyan re derbas dikin. Kî/ê dixwazin destgîr dikin û dibin Tirkiyeyê winda dikin. Heta niha gelek şoreşger û mixalifên Kurd, bi destê kontra û ajanên Tirk û hevkariya îstîxbarata Parastinê, bi vî awayî hatine girtin û windakirin.
BI TI AWAYÎ NEKARÎN, SERÎ LI RÊBAZÊN TUND ÊN DIJMIN JÎ NEKIRÎN DA
Ji bo ku ev kiryar û pêkûtiyên desthilatdariya başûr ên li dijî wargeha Mexmûrê encam negirtine, bi alîkarî û şêwirîna hevkar û ‘dost’ên xwe yên herî baş Tirkan, gelek rê û rêbazên kirêt bikar anîne. Bi rêya birçîbûnê xwestin gelê wargehê ‘terbiye’ bikin û radest bigirin, nekarîn. Bi rê û rêbazên aborî hwd çi kirin nekarîn gelê wargehê yê xwedî rêgez û exlaq radest bigirin. Rê li ser asteng kirin nebû, ji kar derxistin û nehiştin bi keda xwe bixebitin û debara xwe bikin, nebû. Bir destgîrkirin û windakirinan hewldan, nekarîn. Pêşî li xwendekarên wargehê girtin ku neçin dibistan û zaningehan, nebû. Bi girtin û êşkencekirinan, nebû. Bi kurt û Kurmancî, bi ti awayî nekarîn gelê wargehê radest bigirin. Lewre serî li rêbazê tundiyeke wisa ku neyarên Kurdan jî pêk naynin dan û li hemberî welatiyên wargehê pêk anîn.
Mînak tenê ji bo ku ji wargehê ne, bi dehan caran welatiyên Wargehê rastî pêkûtiyên keyfî yên şikandina rûmetê hatine. Kengê derfet ketiye destê rayedarên hikûmeta Başûrê, çawa dewleta Tirk komkujiyan li hemberî gelê Kurd tîne, komkujî pêk anîne. Ji bo fêmdarbûna asta vê xiyanet û nokeriyê tenê mînakek rewşê rave dike:
16’ê Gulana 1997’an, li navenda bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê komkujiyeke trajîk ku wijdana însanan radike pêdarê, pêk hat. Di 16’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê bi leşkerên Tirk ku bi navê ‘Hêzên Aşitiyê’ li herêmê li pey polîtîkayên qirkirinê bûn, Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de, êrîşî gelek saziyên sivîl kirin û bi dehan kesên bêparastin qetil kirin. Tevî ku 22 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbas bûye, hê jî cenazeyê kesên hatî qetilkirin radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heta cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê gotin.
PDK’Ê SOZÊN DAYÎ BI CIH NEANÎ, LI GEL DAGIRKERAN CIH GIRT
Di sala 1997’an de di navbera PKK û PDK’ê de agirbest pêk hatibû û peymanek hatibû mohrkirin. Li gorî vê peymanê PDK’ê soz dabû ku ew li dijî gerîlayan dê bi leşkerên Tirkiyeyê re hevkarî nakin. Lê PDK’ê soza xwe pêk neanî. Bi dewleta Tirk re hevkarî çêkir û hat lîstika dewleta Tirk û dixwest başêrê welêt dagir bike. Lewre li dijî gerîla bi dewleta Tirk a hewl dida başûrê Kurdistanê dagir bike, şer kir. Lê di vî şerî de aqûbeta hatî serê dewleta Tirk, hat serê PDK’ê jî; ango bin ketin, têk çûn.
Lê belê bi sorkirina dewleta Tirk, PDK’ê tehemûlî vê têkçûnê nekir. Lewre berê xwe dan kesên bê parastin. Bi awayeke hemwext hem êrîşê nexweşxaneyê kirin, hem jî êrîşê Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrîşê rojnameyên Welat û Welatê Rojê jî kirin û bi çekên giran ev sazî gulebaran kirin. Di van êrîşên ku li ser saziyan pêk hatî de gelek welatiyên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê komkujiyê, operasyonên destgîrkirin û girtinê dan destpêkirin. Ev pêvajo bi mehan berdewam kir.
Di encama êrîşê de 52 şoreşgerên birîndar ên li nexweşxaneyê tedawî didîtin, karmend û welatiyên li nexweşxaneyê dixebitîn, hatin qetil kirin. Kesên ku hatîn dîlgirtin jî piraniya wan hatin qetil kirin. Ango PDK’ê bi hevkariya Tirkiyeyê bi giştî nêzî 80 kesên bê çek qetil kirin. Piştî komkujiyê, cenazeyê şoreşger û karmendên nexweşxaneyê jî radestî malbatan nehat kirin.
NAVENDA MÎT Û ISTIXBARATÊ
Rûyê PDK’ê yê tarî bi vê jî sînordar nema. Çi ji Rojhilat çi ji Bakur û Rojavayê welêt ligel ku PDK li hemberî şoreşger û welatperwerên Kurd xwedî kîn û hêrseke wiha mezin e, li hemberî dewleta Tirk bêsînor deriyê xwe yên xizmetê vekirine. Hewlêr weke duyemîn navenda îstîxbata MÎT’a Tirk kar dike û li dijî destkeftiyên Kurd û Kurdistanê di nav xebatên kontra û tasfiyekirinê de ye. Mînak çend salên dawî Hewlêr bûye navenda operasyonên qirkirina Kurdan û yên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan. Mixalîf, Kesayetî û şoreşgerên Kurd tên ravandin, windakirin û kuştin. Ev navend, bi alîkarî û teşwîqa PDK’ê li hemberî qadên gerîla di nav liv û tevgereke bêtebat de ne. Ji operasyonên hewayî bigire heta yên bejahî, ji vê navendê tên birêvebirin. Qet pêwîstî bi veşartina vê jî nayê dîtin, bi eşkere tê kirin.
ZEXTÊN LI SER PENABERAN GIHIŞTIYE ASTEKE HERÎ JOR
Kiryarên van navendên tarî bi van ve jî sînordar nîne. Kî ji wargehê derdikeve, ji bo kar, an jî ji bo biçe nexweşxaneyê, biçe mêvandarî, yan jî ji bo geştiryariyê bixwaze bi dereke ve biçe, teqez ji hêla Parastina PDK’ê û MÎT’a Tirk ve tê şopandin; heke keysê xwe lê bînin û ji bo xwe şik jê bibin, digirin û bi lêpirsînê re derbas dikin. Kesên digirin bi awayekî keyfî bê hiqûq û qanûn çiqas dixwazin girtî dihêlin, bi êşkenceyan re derbas dikin. Lê belê bi awayekî fermî qebûl nakin ku ev kes destgîr kirine jî. Çimkî heke ji raya giştî re ragihînin ku ev kes girtine, divê bi awayekî nizamî derxin dadgehê bidarizînin û wê bê dîtin ku bi giştî keyfî û bi armancên niyetxirab ev kes destgîr kirine. Lewre van kesan bi awayekî resmî qebûl nakin ku girtine. Mînak 13’ê Hezîrana 2019’an welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî bi endamê Dîplomasiya Mexmûrê Bêwar Tahir Emîn re dema ku diçûn nexweşxaneyê, li Hewlêrê bi awayekî bê qanûnî haitibûn destgîrkirin. Lê belê ligel ku nêzî du mehan e di ser bûyerê re derbas bûye, hê jî aqûbeta Nadir Hacî nediyar e. Kes nizane ka dijî yan jî hatiye qetilkirin.
Beriya wê dîsa bi dehan caran asayîşa Hewlêrê avêtiye ser mala xwendekar û karkerên ji bakur ên ji bo debara xwe dixebitin; destgîr kirine, bi êşkencereyê re derbas kirine. Gelek kesên di encama van êşkenceyan de seqet maye. Ev helwest jî kiryarên dewleta Tirk ên bi salane li hemberî gelê bakurê Kurdistanê pêk tîne, bibîr dixe û nîşan dide ku ev hişmendî û feraset ji yek navendê tên rêvebirin û pêkanîn.
Sala 2012’an dema ku xwendekarên Mexmûrê wê ji bo şermezarkirina darvekirina girtiyên siyasî li pêşberî Sefaretxaneya Îranê ya li Hewlêrê meşek lidar bixistana, tîmên taybet ên girêdayî asayîşa Hewlêrê bi hovane êrîşî xwendekaran kiribû û bi dehan xwedekar bi giranî birîndar bûbûn. Şopên dar, hesin û madeyên cuda li ser benden û rûyên wan hebûn.
CIWANÊN KURD LI DIJÎ MÎT’Ê ÇALAKÎ KIRIN
Herê dawî çend ciwanên Kurd, li dijî êrîşên dagirkerî û qetilkirina şoreşgerên Kurd, li hewlêrê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de li gorî daxuyaniya fermî, dîplomateke balyozxaneya Tirk ê bi navê Osman Kose û du kesên pê re yên bi navê Beşdar Ramazan û Narîman Osman hatin kuştin. Lê belê li gorî agahiyên ketî çapemeniyê ev kes, ne dîplomat e; endamekî payebilind ê MÎT’a Tirk e. Tevlîbûna musteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan a merasîma cenazeyê Osman Kose jî vê angaştê piştrast dike.
XWESTIN TOLA WÊ JI PENABERAN HILÎNIN
Piştî vê bûyerê, gotin di cih de be asayîşa Hewlêrê li dijî welatiyên wargehê û yên ji bakurê Kurdistanê ku li Hewlêrê dijîn, teroreke nedîtî pêk anîn. Asayîşa Hewlêrê weke ku ji serokkomarê Tirk ferman bigirin bi awayekî bê perwa avêt ser mal, dikan, kargeh, dibistanan, her kesê ku ‘gumanbar’ be destgîr kirin, bi êşkenceyê re derbas kirin. Bi vê re hevdem pêkûtiyeke ku heta niha nehatî dîtin jî li dijî wargeha Mexmûrê hate pêkanîn. Ketin û derketina wargehê hate astengkirin. Li seytereyan welatî bi saetan hatin rawestandin û bi lêpirsînê re hatin derbaskirin. Hema piştî wê balafirên Tirk ên şer, li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê, jîngeyên sivîl bomberdûman kir. Di encama vê bomberdûmanê de du welatî birîndar bûn, erdên Mexmûriyan ziyaneke mezin a maddî dît.
DEST BI OPERASYONÊN LI DIJÎ KURDÊN BAKUR JÎ HATE KIRIN
Hê di heman şeva ku bûyera Hewlêrê qewimî de, wargeh hate armanckirin û hedef hat nîşandan. Şeva êrîşa balafirên dewleta Tirk a li ser wargehê pêk hatî, di hin hesabên tevna civakî de hat parvekirin ku pêşmerge, bi leşker û sîxûrên Tirk ve wargehê dorpêç dikin. Belê ev dorpêç, ne dorpêça leşkerî bû, lê belê paşê konsepta li hemberî wargehê ketî meriyetê hate fêmkirin ku ev agahî bêbingeh nîne, wargeh bi ziravî hatiye dorpêçkirin. Lewre piştî vê bûyerê, ragihandina PDK’ê serwîs kir ku ev bûyer ji hêla PKK’ê ve hatiye kirin û bûyer li Mexmûrê hatiye plankirin. Lewre wargeh hat hedefnîşandan, dest bi reşkirin û kampanyaya lînca psikolojik, siyasî û krîmînalkirina wargehê hat kirin.
Li Hewlêrê jî di serdegirtina malan de ne diyar e ka heta niha çend kes hatine destgîrkirin, çend kes rastî êşkencê hatine û çend kes hê jî girtî ne.
GEF LI KESÊN HATINE DESTGÎRKIRI Û BERDAN HATINE KIRIN
Her çiqas me xwestibe xwe bigihînin kesên hatî destgîrkirin û piştî lêpirsînê hatî berdan jî, van welatiyan ji ber gef û tehdîtên li wan hatî kirin nexwestin biaxivin. Asayîş û îstîxbarata Hewlêrê ku li gorî kesên hatî destgîrkirin û rastî lêpirsînê hatî ev kes ne Kurd in û endamên MÎT’a Tirk in; ew û malbata wan bi girtin, êşkence, kuştin hwd tehdît kirine û gef li wan xwarine. Gotine heke piştî berdanê jî hûn biçin û ji çapemeniyê re biaxivin û tiştên bi serê we de hatî vebêjin, êdî hûn dizanin ka em ê çi li we bikin!
Tevahiya van kiryaran nîşan didin ku konsepteke çawa li dijî Kurd û destkeftiyên Kurdistanê tê meşandin û hevkarî, xiyanet û nokerî gihiştiye kîjan asta metirsîdar!”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Awyer BOTAN / Ahmet SİNAN