Wezîfeya jinên Rêber ne hindike. Erkên wan bi xweperestiyên sivik re tevlîhev nekin. Dibe ku we demê berê de kêmasî kiribe, herwiha zayendîtiya we şaş hatibe bikaranîn, hûn bixwe jî, şaş hatibin bikaranîn , dibe ku tecawiz jî li we hatibe kirin. Lê we niha derfetên azadiyê bidest xistiye. Raman, dil, zayendî, ya we ye, bi dilê xwe biryara vana dayîn, mafê we ye. Ne ji bo kêfa hindek din dixwaze, herwiha ji bo ferman dide, ancax ji bo hûn dixwazin dibe. Di vir de jî, pîvan pîvanên welatperweriyê, azadiya civakbûna gel û girêdan bi daxwaziyên xwe yên azadiyê heye. Dîsa weke kes xwedî li heq û hiqûqa xwe derketine. Her têkiliyeke viya hîm bigre, hêja ye.
Hûn wekhevî û azadiyê dixwazin, lê hûn ji çawatiya wê re bersiveke bihêz nadin. Ji bo hûn bersiva vê bidin, divê hûn bigihêjin milîtaniyek bihêz a partiyê. Madem ku herî zêde pêwîstiya we bi azadiyê heye, wê demê weke pêwîstiyek vê, divê hûn partîgeriyê di asteke mînak de bikaribin temsîl bikin. Ti aliyeke vê ya besît were girtin nîn e. Bi şêweyeke din û bi ti awayî dê pirsgirêkên we çareser ne be.
Ma hûn tekoşîna xwe ya azadiyê bi partîgeriyê re didin meşandin? Bi rastiya şer ve girêdayî hûn pêşketina tevgera xwe çêdikin? Divê hûn xwe di van mijaran tev de di lêpirsînekî re derbas bikin.
Baweriya min bi pêwîstiya pêşketin û kûrbûna tevgera azadiya jin heye. Em dinava partî de jî ciheke diyarîker didin vê. Ev mîna şoreşek dinava şoreşekê deye. Bi taybet di wateya têkiliyên civakî de tehlîlkirina jin, malbat û mêr hem pir pêwîste, hem jî wek tê zanîn zêdetir pêwendiya xwe bi pêşxistina şer re heye. Jiyaneke civakî ya ne hatiye dahurandin dê nikaribe şer bi afirîne, rê li ber rêxistinê veke. Çawa nasnameya gelekî di pêşengiya partiya me de pêşdikeve, dîsa cara yekeme ku kesayeteke milîtan pêşdikeve, divê jineke azad jî çê bibe.
Me ev weke giştî ronahî kir; lê gav gav şîn kirina viya di pratîkêde, di nasnameya xwede hûn dê çêbikin. Jixwe me ev bizêdehî daye nîşandan. Êdî ji vir şûnde divê hûn temamkirina vê bi hewladana xwe ya cewherî, bi taybet bi dildariya xwe ya îdaya jiyana azad ve gav gav, bi xwe dayîna vexwarinê re, weke cinsek li ser vê bingehê bi zêdahî dayîna birêxistin kirinê re, armanç û amûrên xwe yên rizgariyê, ji xwe ev rêxistine-bi awayeke şidayî şopandinê re, hûn dê bikarin pirsa çawa were jiyankirinê bi bersivînin. Ji me bersivên hazir nexwazin. Bersiva hazir, bersiva we dikşîne koletiyê ye.
Heta ku hûn bi mejiyek azad ne hizirin û nîqaş nekin, îradeya azad heta dawiyê dernexin holê, em dê nikaribin behsa çalakiyek bi tendûrist a jin bikin. Em dê rêzê ji tevgerek jin a di bin fermandariya mêr deye, bi giranî di bin hîmaye û hêza mêr de di meşe re, ne din û wateyê nedi nê. Mirov her timî bi pêlê kirina milê hinek din re bilind nab e. Bilind bûna xwe, bi ne xwe spartina mêran re, divê hûn bi keda xwe ya cewherî çêbikin. Divê mêr bi xwe spartina we mêrantiyeke erzan neke, herwiha hûn jî, divê xwe di rewşeke mîna rebenan ku pêwîstiya we bi wan heye û xwe bi wan dayîna pejirandinê de negrin.
Ev di heman demî de mijareke rûmetê ye. Mirov ne bixwe avêtina ber bextê hindek din re, bihêza xweya cewherî re bişeref e. Ji lewma divê weke îfadeya rêxistinî ya cûr be cûr a tevgera jin konferansên xwe hebin.
Ez mirovê lewaz bi giştî nas dikim, ji ber ku ez bixwe jî lewazbûm. Ez baş dizanim ku ka bihêz bûn tê çi watey ê. Ez psîkolojiya jin jî, hindik nas dikim; ez bi naskirinê re sînor namînim, yek jî tehlîl dikim; bi vê re jî bi sînor namînim, bi jiyanê re li ser bingehên nû, azad tevlîbûnê jî dizanim bidim çêkirin. Min ev di kesayeta xwe de pêkanî. Ez bawer nakim ku rêyên cûdatir hen e.
Di bingeha şoreşa hezkirinê de girtina asta azadiya giştî ya cins esas e. Diyarkirina pîvana azadiyê ya giştî ya cins cidiye. Kesayetek ger vana tev berçavan re derbasneke têkilî avabike û bijî, zêde binirx nîne, berovajiyê vê seqet e. Di sosyalîzmê de jî yek ji sedemên herî girîng ên wendakirinê ev e. Ev piştre bandora xwe li ser malbatê û civakê kir. PKK hewl dide wê çareser bike. Divê em jinê weke hêzeke asta azadiya civakê pêşdixe binirxînin. Jin hêza temsîlkirina asta azadiyê û pîvanên wê yên sexlem e. Di vê mijarê de divê alî hev destek bikin, teşwîq bikin. Ez we destek dikim û ji we re zemîn didim.
Ez bi destekek awarte hewl didim ku kadroyên azadiyê derbixîm hol ê. Divê hûn jî, vê cidî bigrin. Ji ber ku nêzîkatiya gelek ji we ger bi kûranî were hûrkolînkirin, di rastiyê de dê were dîtin ku hûn di rewşa keçikên ku ji mal revîne dene. Civak jî, we wisan dibîne. Niyeta we çi be bila bibe, riya bûhurandina vê di pêşxistina şoreşa azadiyê re derbas dibe.
Li ser vê bingehê bihêzbûna jin, garantiya herî bingehîn a destpêbûna azadiya civakêye û pêşketina asta azadiyê ye. Jinek anîna asta pêşengiya azadiyê kirin, bi qasî ku xala herî bingehîn a asta azadiya cinsê jin e, vegotina azadiya asta civakêye jî. Yanî şer jî, ji bo vê tê dayîn; encamên vê jî herkes dikare têbigihije û dikare vê çerçevê di kesayeta xwede bide rûnişkandin. Ma ji xeynî vê çi dikare we têr bike? We hîn rast û dirûst kesayeta xwe nasnekiriye û ne di ferqa rêya diçe jiyanê dene. Tişta ji were pêwîst navgîneke azad, hizrandineke mezin û pêkanîna hilbijêrek azad e. Em girîngiyeke mezin didin vê. Em dê ji vê gavê şûnde jî, van hewldanên xwe kur bikin. Ez bawerim ku hûn jî, di ferqa vê dene, di vê bingehê de jî pêşdikevin; hûn dibin çavkaniya herî sexlem û hêza pêşeng a vî şerî. Dema li ser pira siratê ya jiyanê de di meşin, rewşa we gelek fikar dide çêkirin. Di mijara rastiya we de dilê mirov zêde berxwedêrî û rê nabîne.
Kesayet pir baş bin jî, nikarin li berxwe bidin. Helbet hûnera me ya tekoşînê hûnera bi bê derfetiyanre mijulbûne. Ji ber ku hûn pir durî vê ne, ji lewma dê her tişt ji bo we zehmet bê. Em dixwazin we bikşînin dunyaya azadiyê; lê hûn dişibin çukên bê bask, ketin hema hema ji were bûye wekî çarenûsek. Em hewl didin ku pêşiya vê bigrin, hûn ji vê re jî hêz naynin. Xeyala firînê cûdaye, firîn bixwe cûda ye. Ya we tenê xeyalkirine, xeyalkirina azadiyê ye. Ji bo pêkanîna wê baskên we nîne, enerjiya we têrê nake. Wê demê dê çi bibe? Me we pir hişyar kir. Tişta tenê min kir, qet nebe dibin berpirsyariya xwede vekirî hiştina navgîna azadiyê, fersend nedayîna ketineke nebaş û tunebûna jiyanê ye. Lê ev jî, bi serê xwe bes nak e. Me çiqasî bi azweriyên mezin jiyan kir, me çiqas îdealîze kir, çiqasî bi ser firîna azadiyêde çûn, me çiqasî hewl da bidin firandin.
Ev jî, xeyaleke, lê xeyaleke keda xwe mezin e. Bi we keçan re diyaloga azadiyê gelek hate çêkirin û me we bir heta pêkanîna derketinên mezin jî. Evîn ev bû, îrade ev bû, dildariya azadiyê ev bû. Helbet dijmin we di her aliyek de dorpêçkiriye û zincîr li gozeka lingê we xistiye. Ez bawerim ku hûn hîna jî, neketine ferqa van tiştên me kirine de. Hûn hindik ferq dikin, ancax di vê mijarê de hindek tengavî dijîn, di tirsin. Wisan dihesibînin ku hûn dê bikaribin bijîn, azad bibin û hezbikin. Helbet ev ji şkestina xeyalan wêdetir encam nade. Çima? Ji ber ku firîna azadiyê ne hêsan e. Bi van baskên sexte firîn, bi şêwazên kesayeteke sextere meş helbet ne gengaz e. Me dixwest keçên mîna we ku yên keçên malan û malbatan bikşînin vir. Lê dîsa jî me got; ger dê jin hebe bila ya herî baş wisan be. Me bawer kir ku dê ya herî baş wisan be. Ancax bi vî şêwazî, bi jin re bi awayeke tendûrist meş were çêbibe. Tiştên din tev ji min re kirêt hat, mirov ji wê şerm dik e.
Me pir hewlda ji bo tevahî hevalan, tevahî keçan bi awayeke pir xweşîk deynin holê, bi xweşîkahî bikşînin jiyanê, werin xalekî ku hezbikin û werin hezkirin. Ger dê were jiyankirin, em dixwazin maneyekî wêdeynin holê. Ev jî tê wateya ji jiyanê re rêzdayîn. Me got bifirin ezmanan.Evjî tişteke muhteşeme. Firîn Melek bûn e. Tişteke xweşe, lê di wede bask nîn e. Xeyalê we mezine,lê bi
xwe bes nakin. Ya din jî pir li jêrêye, ji min re ti car balkêş nehat û min tim şermezar kir. Em wisanin, êdî me nasbikin û li gor vê hûn dê heta kuderê bimeşin biryara wê bidin?
Rêbertî navê pêşketinek wihaye. Mînak, şervanek jin ya azad neçare ku bizane ev tê çi wate yê. Di rewşek berovajî de divê nêzîkê min ne be. Dê çawa hêza ramanek balkêş, hêza îradê û hêza xweşîk bûnê bibe?
Heta ku hûn xwe ji serî heta neynoka lingê xwe nû nekin, nêzî min nebin. Ev ji bo mêr jî, derbas dibe. Rêbertî ev e. Ger hêza we hebe, hûn bi xêr hatin, heta dawiyê ez biwere me; lê ger hêza we nebe, li gorî hêza xwe cî diyarbikin. Heta ku di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî were girtin dê ev tekoşîn bidom e.
Di vê bingehê de hilbijêrk û biryar heta dawiyê pêşdikev e. Hûn di rêyeke wisa dene ku wêrekiya we ya mezin, fedekariya we û hewldanên we nahêle êdî ev pêşketin ji destê we were dizîn. Wekî ku bihêsanî hatina van rojan neçêbûye, ji nêzîkatiyeke teng û bê asore jî, ti car destûr nayê dîtin. Belku di dîrokê de em şervanên azadiyêne ku bi neynok qut dikin û her wiha bi derzî dikolinin. Di vê alîde çiqas hest û ramanên we yên xirabûne, tunebûne û neçêbûne hebe ango kêmahiya we hebe, bilez derbas bikin. Dema di vê mijarê de ketina rê çêbibe û girêdan bi armanc ve çêbibe, hûn biserê xwe jî bin, rastiya Rêbertî îspat kiriye ku keseke bi serê xwe jî be dikare bigihije serkeftin ê.
Em tengav bûn, lê me ji prensîban tawîz ne da. Em dizanin ku pirsgirêkên me yên giran hen e. Lê me qet dest ji helwesta xweya rast berneda. Em dinava nêzîkatiyek hêjayî mirovên xwe, jinên xwe, keçên xwe, hevserên xwede bûn. Hûn îro dibînin ku li kuderêbin bila bibin, ew mêrên we yên ku hûn pir jê hez dikin, hevserên we, dostên we, heta girêdanên we yên ku hûn herî zêde jê hezdikin jî pir zêde tiştek nadin we. Belku dinava herî demekî kurtde hûn zirarê ji van têkiliyan dibînin.
Têkiliyên ku azad nebûyî, çiqasî têkiliyên mezin jî, bin, ti wateyek venabêje. Têkiliyên dê-bav, dê-zarok, jin-mêr û dostane ên naspêrin azadiyê û şerê azadiyê ne ti tişte ango vala ye. Îro di têkiliyên van sazî û avahiyan de tengezarî, qeyran û bêaramî wek aşûtê mezin dibe. Di civaka me de ti kes ji ocaxa malbatê, ji têkiliyên dinavbera xwede razî nîn e. Herî zêde hûn dinava jiyaneke biêş den e. Ger ew tiştên hûn dijîn, ez rojek jî, bijîm, ez dê biteqim.
Ez ji bo vê û her wiha ji bo ez ne teqim li virim. Ez bi jina bihêzbûyî gûrurê dibînim. Lê hatiye dîtin ku mêrên di refên me de, ji jina bihêz direvin, heta li pêşiya vê jinê astengî didin çêkirin. Em bixwe vê rast nabînin. Jina bihêz bûyî, rûmeta me ye. Bi jina bihêz bûyî re jiyîn bi nirxe. Jina bihêz bûyî jiyane. Jina lewaz, jina pêvek ji bo nirxên me yên moral tahlukeye, lewaz dike. Mêrê ku vê ferz dike, hem di wateya çînî de hem jî di aliyê nirxên moral de tê wateya ferzkirina jiyaneke tahluke.
Ji lewma ger hûn bi prensîp bin, bi zanistiya ku jina bihêz di hemû qadan de temînata azadî û wekheviyê ye, ev hêjayî jiyankirinê dîtin, heta bi tekoşînê re kirina yek û wî wekî dewlemendiyek dayîna nîşandan jî, divê weke wezîfe were hizirandin. Heta niha tim ji dervede li hêzê nêrandin, dema hêzeke rêveberiyê tê dayîn li ser wê razan, bi vî hema hema xwe bazarkirin hatiye jiyankirin. Em vê weke bêrêziyeke mezin dinirxînin; em didin diyarkirin ku ev pir zêde mafê jiyankirinê dê nebîne, heta rewşekî berovajiyê mafê jiyaneke azad û xweser a tê xwastine.
Wê bidome…..