NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxuyaniyekê Yekîneya Tolhildana şehîd Harun Welat çalakiya di 21’ê Tebaxê li Stenbolê Esenyurt li dijî nodedarên rejîma Akp-Mhp girte ser xwe. Yekîneya Tolhildanê bi çek çalakî bir ser nobedaran û di encamê de yek nobedar hate bêbandor kirin.
Di daxuyaniya xwe de Yekîneyê wiha got, “Endamê Yekîneya me di şeva 21’ê Tebaxê li Stenbolê navçeya Esenyurt li dijî nobedarên Akp-Mhp ku digeriyan çalakiyek serkeftî pêk aniye. Di vê çalakiyê de nobedarek bi guleyên çekê hate bêbandor xistin.”
Yekîneya Tolhildanê da diyar kirin ku wê çalakiyên wan li dijî hikumeta faşîst a Akp-Mhp bidome, û daxuyakirin ku hemû polîs, nobedar, û piştegirîvanên faşîst li Kurdistan û metrolpolên Yirkiye di armanca çalakiyê wan de ne. Di dawiyê Yekîneyê got ku kesên piştgirî
ya faşîzmê dikin, em nahêlin ew di nava rehetiyê de jiyan bikin.