AMED – Derket holê ku qeyûmê Mêrdînê jî di 1’ê Nîsana 2019’an de ji bo tayînkirina qeyûm a şaredariyê serî li Wezareta Karên Hundir daye.
Derket holê ku Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku di sala 2016’an de weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezim a Mêrdînê hatibû kirin û navê wî di gelek nelirêtiyan de derbas bûbû jî di 1’ê Nîsana 2019’an de serî li Wezareta Karên Hundir daye û daxwaza kiriye qeyûm tayînî Şaredariyê Bajarê Mezin a Mêrdînê were kirin. Di nivîsa ku bi îmzeya Yaman ku weke “Qeyûmê Çerezvan” tê nasîn, hatiye şandin de hemû lêpirsînên derbarê Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk de hatine rêzkirin. Hemû lêpirsînên hatin rêzkirin, beriya ku Turk bê hilbijartin lê hatine vekirin. Vê nivîsa ku ji aliyê walîtiyê ve hatiye şandin, di 18’ê Tebaxê de ji aliyê Wezîrê Karên Derve Suleyman Soylû ve hatiye erêkirin.
Hat diyarkirin ku dê Ahmet Turk ji bo ku careke din vegere ser peywira xwe serî li Dadgeha Îdareyê bide.
Beriya niha derketibû holê ku ji bo Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ji peywira xwe bê girtin û qeyûm tayînî şûna wî bê kirin jî rojek piştî hilbijartinê Walitiya Amedê ketiye nav liv û tevgerê.