MÊRDÎN – Li gundên Soylû, Surguncu, Yazir û Taşlik yên navçeya Stewrê ya Mêrdinê leşkerên Tirk li herêmê operasyon da destpêkirin û ji ber operasyonê şewat derket. Şewata li herêmê her ku diçe belav dibe û didome.
Welatiyên herêmê diyar kirin ku şewata li bejahiya gundê Soylû destpê kirî belavî gundên din jî bû, piştî şewatê ji ber dengê çekan nekarine derkevin ji derve. Welatiyan ragihand ku piştî qutbûna dengê çekan xwestine mudaxaleyî şewatê bikin lê Qereqola Cendermeyan a Soylû destûr nedaye. Gundiyan da zanin ku piştî hevdîtinan destûr wergirtirne, şewata li gundên Soylû û Surguncu vemirandine lê şewata li gundên Taşlik û Yazir hê jî didome.
Hate diyar kirin ku hêzên ewlehiyê destûr nedane gundiyan ku mudaxaleyî şewata li gundên Taşlik û Yazir bikin.