“Di meha Tebaxê de rojên girîng di salnameya kurdî de navê xwe dane der. Rojên ku rengê wan reş û sor an jî baştir e bêjim bi xwîn û fermanan re mohra xwe li ser singê axa Kurdistanê dane.
Li vir ji 19‘ê Tebaxa sala 1979‘an heya 19’ê Tebaxa sala 2019’an tenê du-sê rûdanên girîng bi bîra we bînim.
15’ê Tebaxa sala 1984’an pêngaveke pir di cih de û pêwîst bû. Berpirsyartiyeke wijdanî tenê rêyek li ber wan şoreşgeran danîbû ku him şikandina dîwarê tiresê bi xwe re anî û him jî herifandina taboyên ku biqasî dîwarên betonî stor û bihêz bûn, kire mizgîniya şoreşeke nû.
PKK’ê zû di du waran de stratejiya xwe dabû xûyanîkirin:
- Dijberiya bi siyasetên faşîstî-rasîstî ên dewleta Tirkiyê
- Dijberiya li hemberî sîstema desthilatdar a paşvero û feodalî li Kurdistanê.
Ev bizava siyasî mezin bû û bû xwedî lik û şaxên xwe ên bihêz li her çar parên Kurdistanê. Dewlet hatin û çûn, lê ew ma û mezintir bû. Mezinbûn di astekî de ye ku alîgirên wê rêxistinê him ketin parlementoya Tirkiyê û him jî bûn birêveberên piraniya bajarên bakurê Kurdistanê. Bi awayekî ku Kurd bûne alahilgirên aştî, demokrasî û biratiya gelan. Lê ji 2016’an û şûnde êdî partiya desthilatdar a bi navê AKP’ê nekarî daxwazên milyonan kurdên bakur tehemûl bike. Dîsa qeyûm, lê çima û çawa? Ev wêrekiya wan ji ku derê dihat? Faşîstên sala 1980’an di şertên herî dijwar da nekarîn îradeya Mazlum Dogan û hevalên wî bişkînin, lê niha îradeya milyonan mirovan dişkînin, çima?!.
Roja 19’ê Tebaxa sala 2019’an bi rihetî ketin nava şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê! Walî bûne qeyûm û xelas!?!
Ger ji çend milyon rûniştvanên wan sê bajaran tenê 100.000 kes daketana qadan, li dora şaredariyên Kurdistanê rûniştana û li dijî van bêhiqûqiyan serî hildana, gelo dîsa yê siyaseta dîktatorane a AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê biser biketa?!!
Ka îrade û xwedî derketina ji nirxên doza netewî?!! Bêdengî bi kîjan bihayê û heya kengî?
Weke pêşiyên me dibêjin:„ Gotin çarin lê du bikarin: belê an nexêr!“
Kurt û kirmancî: Gere em kurd xwe nexapînin û bi gotinên rojê ên Erdogan dilxweş nebin. Bi xwedîyên vê zihniyetê re aştî û diyalog vala û herame. Salên dirêje ku hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi gotinên Erdogan yên bêkiryar hatine xapandin.
Pirsa ecêb û xerîb di vira de ye ka çima PKK’ê ewqas derftên zêrîn bi partiyeke xwedî zêhniyeteke wiha şovenîstî-rasîstî ji dest dan?! Ma di şerê 40 salên bihûrî an jî 18 salên derbasbûyî de rûçikê Erdogan yê rastîn eşkere nebûye? Ma dîsa kurda cinayetên Kemalîstan li Dêrsim û geliyê Zîlan ji bîr kirine? Gelo di tevkujî, wêrankirin û şerê bi kurdan re ferqeke mezin di navbera Erdogan û Mistefa Kemal de hebûye û heye?!
Yê heya kengî bersiva gulên dostanî û aştiyê bi guleyên ji agir û kuştinê re bêne dayîn?
Êdî bila bersivek ji we xwendevanên hêja re bo van pirsên min hebe!
Komara îslamî a Îranê û doza Kurdan
Jiyan tije ronahî û tarîtiyê ye, weke rojên destpêka zivistanê, carna tav û roj, carna jî sar û tevzî, lê wê zivistanê hemû rojên jiyanê li Kurdistanê sar û bêtav bûn. Ji Maku, Urmiye, Mehabad, Neqede û Merîwan heya Pawe, Sine, Kirmaşan û Îlamê, rojên wê zivistanê hê jî di bîra zarotiya min de mane. Min hingê bo yekemîn car wateya„ Fetwa û cihada li dijî kafiran “ fam kir.
Çima cihada Xumêynî!?
Ji ber nenaskirina nasnameya komareke îslamî a bê naverok Kurdan li sala 1979’an ew refranduma ku tenê bi du pirsên „ erê“ an jî“ ne “ dihate diyarkirin, boykot kirin. Dengê xwe tevlî daxwazên Xumêynî nekirin ku beriya wê bi çend rojan rêberên Kurdan( Dr. Qasimlo û Şêx Izedîn Husêynî) weke fasid û kafir binav kiribûn. Fermana girtina wan eşkera kiribû. Destûr dabû ku ger hêza artêş û pasdaran dawiyê bi şerê Kurdistanê neyînin, ewê bi xwe karekî wiha bike.
Komara ku naveroka sîstema wê nediyar bû, zû bi rêya gefên Xumêynî reng û kiryarên xwe eşkere kirin. 18’ê Tebaxa sala 1979’an Ayetulah Xumêynî bi axftineke tund gefên giran li Kurdan kirin. 19’ê Tebaxê fetwa cihadê da û roja 20’ê Tebaxê Sadiq Xelxalî weke „hakimê şeriê îslamî“ gihişte Kurdistanê.
Êdî îdam û tîrbaranên şoreşgerên kurd bi rêyên eşkere û veşartî dest pê kirin. Zû navê wî weke „ qesabê Kurdistanê“ kete ser zimanê xelkê. Beriya wê Xelxalî roja 19’ê Tebaxê çû bajarê Tebrîzê û di tarîtiya şevê de hemû girtiyên kurd yên sîyasî îdam kirin. Kes hejmara wan nizane lê ew cinayetkar di bîranînên xwe dinivîse:” Qet poşman nînim ku min dijberên komara îslamî kuştin û heta min kêm jî kuştin…”.
Armanc tisrandina azadîxwazên kurd û îranî bû ku ji çarkenarên welat xwe gehandibûn Kurdistanê. Strargeha wan çiyayên Kurdan bûn. Pêre “Qesabê çavsor” li Kirmaşanê 11 kes, li Pawe 7 kes, li bajarê Merîwan 9 kes ku piranî mamostayên zanko û xebatkarên nexweşxanê bûn hatine îdam kirin û cinayeta ku qet di rûpelên dîrokê de bêreng û deng nema ev bû: 11 kesên birîndar û girtî li balfirgeha Sine di ronahiya wê roja tije êş û elem de hatine golebaran kirin.
Di 26’ê Tebaxê de 26 kesên din jî li bajarê Seqiz hatine îdamkirin. Li Urmiye û Neqedê dehan kes ji jin, zarok û pîrên kurd bi şêweyên herî hovane hatine kuştin. Cinayetên Mela Hesenî û Sadiq Xelxalî di nava rûpelên dîroka Kurdistanê da xwedî cihekî tije êş û nejbîrkirî ne.
Hêrişên ji erd û esaman nekarîn kurdan ber bi paşve bibin û pêre berxwedana 24 rojan a xelkê Sine rayedarên nûhatî li Tehranê neçar kirin ku bi nûnerên PDK-Îran û Komelê re bikevin nava danûstandinên siyasî, lê dîsa jî çerxên makîna îdamê meşa xwe didomandin.
Hêvîya bi “otonomiyeke herêmî” ku Ayetulah Bêhêştî, Taliqanî û Refesencanî bihatina xwe a Kurdistanê re dabûne nûnerên kurd, hêdî-hêdî rûpelên dîrokê digûherandin, lê rûdanên tije kuştin ên mehên piştre ew hêvî hemû vala derxistin.
Hejmara îdamên wan çend mehan gehabûne 850 kesan. Serleşker Qerenî û kuştina xelkê sivîl li bajarê Sine hêşta jî ji bîra civakê neçûye.
Piştî 40 salan û raporta NY’ê!
Li pey derbasbûna 40 salên reş ên temenê komara îslamî a Îranê hêşta jî Kurd têne kuştin û jiyana herî erzan ya wane. Raporta Neteweyên Yekgirtî-NY’ê a li ser mafê mirovan ku rêzdar Cawîd Rehman amade kiriye roja 17’ê Tebaxa sala 2019’an piştî 40 salan zaniyariyên wiha di nava raya giştî de belav kirin:“ Herêmên bi rûniştivanên xwe Kurd û ji wan wilayetên Urmiye, Sine û Kirmaşan di ti warekî de pêş nekeftine û rêjeya bêkariyê tê de pir bilinde. Kurd di postên girîng û bilind de nayêne bicihkirin, zimanê Kurdî di xwendingehan de bi awayê fermî nayê gotin û saziyên cuda ji dewletê bi awayê nefermî zimanê kurdî weke dersên xwendinê vedibêjin. Herwiha nîvê girtiyên siyasî li Îranê kurdin û kurd jî bi hejmara xwe tenê 10% ji hemû nifûsa gelên Îranê pêk tînin…“
Û tê dîtin û îspatkirin ku kurd him di qada şer û dijberiya bi sîstemeke totalîter re dikevin rêza yekê, him jî di girtîgehên wê sîstema antîdemokrat de dikevin rêza herî pêşîn.!
Wan salan jî weke yên niha Xumêynî kesên ku li dijî mafê mirovan û îdamên li Kurdistanê raportên xwe belavî nava raya giştî a cihanê dikirin, weke: fasid, dijmin û xapandkar binav dikin.
Sansûr û belavkirina nûçeyên tije derew bibû karê rojnameyên girêdayî dewletê.
Rewşa ku îro xeratir ji salên berê hêşta jî berdewame:
- Girtîgehên Îranê tije azadîxwazên kurd û çalakvanên siyasî ye.
- Kesên ku tên îdam û golebaran kirin, termê wan radestî malbata nayê kirin. Kes nizane gora wan li ku ye!
- Di dadgehên çend deqeyî de qazî dikare biryarê li ser qedera girtiyan bide. Carna ew bi tawana dijberê şoreşê û carna jî weke dijminê Xwedê û îslamê tê îdam kirin.
- Kurdbûn li Îranê sûcê yekê ye û kesên ku gunehê wan neyê îspatkirin bi tawana endambûn di partiyeke siyasî a Kurdistanê de tê kuştin û girtin.
- Tenê di meha bihûrî de deh kurd hatine îdamkirin û 48 kes jî ji çalakvanên sivîl, siyasî, rojnamevan û jîngehparêz hatine girtin. Tawana wan bîr û ramanên cuda ji ên sîstema desthilatdarin.
- Birîndarkirin û kuştina kolberan bi awayê rojane berdewame û kes jî hawar û qêrînên wan nabihîse.
- Rewşa xirab a jiyanê bûye sedem ku xwekujiya jin û ciwanan herî zêde li Kurdistanê hebe.
- Binpêkirina mafê mirovan bêrawestan li rojhilatê Kurdistanê heye. Çina karker, kolber, dersbêj, jin, kesên xwedî bîr û ramanên olî-siyasî li hemû Kurdistanê di bin givaşên bêdawî de ne.
Rewşa ku em herdem li bakurê Kurdistanê jî dibînin û ferqeke mezin di navbera jiyanê li du parên welatê me nayê dîtin.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Kakşar Oremar