DIHOK – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Bablû û Bakurman ên devera Zêbaryan a ser bi navçeya Akrê bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bidest ketine, di saet 16:10’an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Bablû û Bakurman ên devera Zêbaryan a ser bi navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.
Li gorî heman zanyariyan, di encama êrîşê de wesayîtek şewitiye, lê nehat zanîn kesek di wesayîtê de hebû yan na.
Herwiha hate ragihandin ku hîna balafir li ser asîmanê deverê difirin.