RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Ji şer re nêzîkatiyên tirsnak hene. Me li vê derê şer bi binyad kir. Ji ber ku her tişt bi wî re dikare çareser bibe. Şer wekî xweda ye. Tu çiqas xwedê dihebînî, wê tu hewqas jî şer bihebînî, heta wê tu bibî weke xwedayekî şer, xwedavendeke şer. Niha xwedayên me yên herî mezin xwedê û xwedavendên şer in. Kî ne ew? Kesayet û serokatiyên ku şer bi serkeftinê didin girtin. Bûyîna xwedayên şer tê çi wateyê? Heke ku hun van tevan neramin, hunê çawa jiyanê rizgar bikin? Li ser serê we firokên dijmin her roj guleyan dibarînin. Ger ku dilêriya we ya şerê mezin nebe, hunê çawa evîna xwe rizgar bikin? Li dîrokê binêrin, keybanûyên xafîl, keyên xafîl çawa çûne? Ê we, em dev jê berdin bûyîna keybanû û key, hêza we ya bûyîna leşkerekî ketûber jî nîn e.
Niha, ji ber ku min vana got, ma hunê xwe bidin kuştin? Ma hunê bibêjin, “wey bi şanaza min leyist!’’ Rasteqîna dijwar wisa ye. Da ku hun bibin xwedavend, pêwîst e hun pir şerên mezin bidin. Da ku hun nebin xwedavendên feodal-dekbaz, pêwîst e hun têkoşîn vedin. Va, jina ku li pêşberî min bû, hindek jî wisa bû. Te digot qey ez key im ango ez diçim bibim key, keybanûyek kêm e. Kesa ku keyan diafirîne! Jixwe kar wisa nedihate destgirtin. Heta li Firansa (ez bawer im nirxandineke wisa jî çêbibû) çîrokek hebûye; keyek heye, yek jî kesa ku keyan diafirîne… Min carek nihêrî ku li pişt min qaşo di rolê kesa ku min diafirîne de ye! Ev kes, em berdin afirandina keyekî, destê xwe ji ava germ nedida ava sar. Em, min têxin şûna gundiyekî. Mînak, gundiyekî pir dixebite û mezintirîn ked xerc dike. Qaşo ew, axayeke destê min ji piştre di nav destê xwe de digire, ji vê jî xirabtir pêgirtiyeke jinekî. Ji hemû zilamên me re di vê bingehê de nêzîk dibe. Hunerwera wê çi ye? Şareza ye, xasûk e, jin e! Tebî ev, di nava civakê de nêzîkatiyeke pir bandordar e. Mêtîngeran gelek kesan wisa bi rê ve birine. Axayan, gundiyan wisa bi rê ve birine. Dekbazên jin, zilaman wisa bi rê ve birine. Van hemû huneran dike yek û wê min jî bin bixe. Ka ez çi me piştre me nîşan da.
Wê çawa min bi rê ve bibin? KT wê çawa min bi rê ve bibe? Dewlet hê jî hewl dide ku min têxe bin kontrola xwe. Ka em binêrin kî kê dixe bin kontrolê.
Hun dibînin ku çîroka jiyana xwe ya pir bi çiqil û şaxik, lê pir girîng tînim ziman. Her ku hun azadî û xweşiktî dixwazin, di xwezaya kar de rastînên wisa peyda ne. Hin kes dikevin nava şayişan, hin kes jî dixitimin. Keç û xortên me, her roj xwe datînin rastê. Ev, dilan disojîne. Baş e ku me hindek rêk û rêbaz daye diyarkirin. Em we zêde nadin girandin. Nexwe rewşa we qasî girînê di rebentiyê de ye.
Ma xwedayên şer qet wisa dibin? Ma fermandarên mezin qet wisa dibin? Ma milîtan qet wisa dibin? Ez bi xwe jî bi vê rewşa xwe hê jî ji xwe dipirsim û dibêjim, “ Ma gelo min rewşê rizgar kir yan na?’’ Mînak keç hene û ji xwe dipirsim, “ Ma ez hevaltiya wan bi layiqî pêk tînim yan pêk nayînim?’’ Ez xwe tim û tim eyar dikim û diramim, “ji pêwendiya jinekê bigirin heya pêwendiya xweşiktiyê, şer, rabirdû û rojane bi her tiştî re wê çawa be?’’ Di rewşa berevajî de ezê xwe wenda bikim. Ger ku wenda bikim, kêmahiyeke piçûcik bikim, pêmeniya viyanê raber bikim, wê ev, ji gel û rêxistinê re bibe mal û xisar di wir de derkeve rastê. Yanî bikişînim derdek e, nekişînim derdek e; weke axayekî tirûş bikim derdek e, weke yekî giyan kole tirûş bikim derdek e. Ev, pirsgirêkên mezin in. Bihizirin, ez jî di rewşa yekî bandordar de me, xwe pir azad bi rê ve dibim û yekî xwedî helwesteke bixwebawer im.
Her roj ji serleşkerên me nûçe û rapor li ser raporan tên; “Keçan weke xizmetkaran bi kar tîne, ketiye bin fermana yekê, radestê ajoyên xwe bûye, têkiliya çilvirînê pêş dixe.’’ Wisa ye yan ne wisa ye, ew gelşeke cuda ye, llê eşkere ye ku serî li ber kevin tewandine. Niha hun hindek bihizirin. Rewşa min hindek cewaz e. Bi ya min, ger ku tu bi jinê re pêwendîdar bixwazî wilfekê pêş bixî, divê pêwendiya xwe bi azadiyê hebe. Te ji şerê van kesayetiyan re çi daye û çi dixwazî ji wan? Te jineka kole weke malekî girtiye ba xwe, ma ji mirov re nabêjin, “ qey tu şerm nakî?’’ Heke ku tu keçikeke partiyê rast û durust rêxistin nekî, bi zanebûn nekî û wê ji xwe re bikî mal, ma tu ji vê şerm nakî? Pêwîst e ji rêveberên me re pirsê wiha bipirsim. Ger ku tu wê li ba xwe weke koleyekê bigirî, tu şerm nakî; ji ber ku me wê weke şervana azadiyê kişande ba xwe, sehaya xwe. niha ev ji bo keçê jî û ji bo jinê jî derbasdar e. Da ku bibe şervana azadiyê hate ba me. Lê heke ku bi makbûna xwe bixwaze me bixîne, ji bo têxistina bin bandorê ku were, ew jî rewşeke kirêt e. Di wateya mitlaq de da ku ji bo xwe derfeteke azadiyê biafirîne û ji partiyê hêz bigire hatiye. Wê demê, wê ji bo vê xwe perwerde bike, rêxistin bike û mitlaqa bibe şervana azadiyê ya baş ku, jê were hezkirin û rûyê wê bigire.
Ma ev ne ew babetên ku me soz dabûn in? Rast û durust tu marîfeta xwe tune, ka çawa nêzîkê şer û rêxistiniyê dibe diyar nîn e, belayek e. Heke ku bixwaze her qas bi zayendîtî û jinantiya xwe bixe bin bandorê, ev tewan e. Heke ku zayendîtî û jinantiya xwe wisa bi kar bîne, evê bibe sîxurtiyeke pir xeternak. Zilam bêtir xeternak e. Ew ji dikare her qas vê bandorê bije û dibêje, “min hedar nekir, min jinê wisa bi kar anî.’’ Hemû zilamên ku jinê wisa bi kar tînin jî ketine. Di encamê vê de yekîne, tîm bi tîm yeke ber bi îmhayê ve hatine terkeserkirin. Yanî heke ku di oxira nêzîkatiya jinekê de hewqas wendayî tên jiyandin, ev tê weteya dîroka me bi rengê herî paşverû cardin dana harkirinê.
Di berê de ji bo jinekê zilamek dihate kuştin, te tîmekî kuştiye. 50-100 mînakên vê hene. Hê jî hinek kes vê bi dizî dijîn, gelek rewşên ku derneketiye derve hene. Ez tenê bi şertekî dikarim bipejirînim ku jin û zilam li ba hev bimînin; di wateya mitlaq de di zanebûn û têkiliyê de teqandina siyasî. Yanî heke ku di rêxistin û çalakiyê de pêşketin hebe û ev jî ku rojane xwe biselimîne, hingê mirov dikare ji vê re razî bibe. Jin dikare were û bi her cure peywiran re bibi daxwazkar û bêyî cudatî xistina nav her du zayendan, dikare bi her cure peywiran bigire û jixwe wekhevî jî wisa pêk tê. Bila di her peywirdayînê de cî bigire, lê pîvanên vê hene. Wê bi gora pîvanên artêşê û pîvanên partiyê tevbigere. Piştî ku bi gor var pîvanan tevgeriya, wê vac û wêrek û behremendiya rêveberiya vê pêşan bike. Bila di vê rewşê de bibe serleşker jî, çima nebe? Çima tim zilam rêveberiyê bike û jin jî bên birêvebirin? Ya berevajî ew helwesta kevin a ku ji qonaxa kedxwariyê ango çewisînê maye. Di nava me de bila ne nîvî nîvî, lê belê li ser bingehê hêz û behremendiya xwe bila rêveberên jin jî hebin. Ger ku em bibêjin qet tune, wê demê ev kole û bi taybetî jî zayendekê xwezayî yên ku weke azad nabin hatine afirandin! Heke ku ne wisa be, hingê emê wekheviyê bidin ber çavan.
Ev babet hemû di bingeh de ji gotûbêjkirineke berfireh wêdetir, ji ber ku we negihandiye sepandinê, bi me nîşan dide ku ka hun çiqas bi kêmayî nêzîkê peywirên xwe bûne. Yek jî aliyê vê yê rûmetê jî heye. Wê tu di peywiran de bêserkeftin bî, perwerde, rêxistin û şer zêde pêş nexî, di ser de jî tenezûl bikî! Ev nabe. Yê ku nerehet e dikare runê. Bi rastî jî gotinên mîna, “wey hestên min hene, wey ez dixwazim bigihîjim evîna xwe, wey ez dixwazim bigihîjim dê û bavê xwe, zarokên xwe û jina xwe’’ gotinên bêrûmet in. Ew kesayetiyên ku rabûne şoreşê, dizanin ku gotinên wiha zêde derbasdarî naderbirînin. Naverok û wateya van nîn e. Her tişt bi şûj tê jêkirin. Em bibêjin ku zilam dixwaze te îmha bike, ka li ku derê ma evîna û hestên te! Di destpêkê de kar, vê çalakiya mezin encam kirin e.
We dikaribû vana bi rihetî bihiziriya û di ciyê cî de dabana runiştandin. Yanî rûmeta mirov van helwestan ranake. Heke ku jin ango zilamê li ba min bi peywirên xwe ve negirêdayî be, çaçeçar peywirên xwe neynin cî, wê çima eleqedariya min jê re hebe! Baş e bi rastî jî hingê rûmet û şanaza we naşikê? Heta dema ku te fersend dît û tu bibêjî, “ em têkiliyê kûrtir bikin’’ wê demê tu nemerd î û wê tu bibî xayîn! Hinek rêgezên ku li ser xwe didim sepandin hene. Ger ku kar rojekê di riya xwe de neçin, bi misogerî dev ji xapandina derdorê berdin, ezê pêşî bi xwe re mijul bibim. Da ku ez biçim ba dostekî ango hevalekî, divê pêşî ez xwe çareser bikim. Ezê pêşî serkeftinê hindek biafirînim ku ruyê min bigire.
Ev ezmûneyek e û hunê xwe wisa biezmûnînin. Mijara jinê jî wisa ye. Xwe di peywiran de biezmûnîne, ka tu çiqas şervanekî yeman î biselimîne, piştre dikare d bingehê rêzdariyê de axaftinên te yên bi jinê re çêbibin. Jin jî piştî ku xwe hindek selimand, hingê dikare bibe xwediyê helwesteke xwedî rêzdar. Ev mijara rûmetê ye; çemka me ya kesayetiyê û namûsê ye.
Ger ku ev nebin, nikare rû li rû binêre, li ciyekî mayîn çêbibe. Îcar bi serî rakirina ajoyan, nizanim bi harkirina qelsiyan, nizanim bi çespandina azmerî u nizanim çi yan têkilî nikarin bên avakirin. Dîsa jî ji bo we ya rast di vir de ye. Bi misogerî divê jin jî li ba me be, bi misogerî evîn jî hebe, bi misogerî hezkirin jî hebe. Lê zagon, rêpîvan û zemîn jî wisa ye. Pêwîst e hun vê fêm bikin û bisepînin. Îcar şoreşger bi vebirî ji vê berpirsiyar in. Dikare bê gotin, “ew Kurdê ku tu dibêjî wê zor derkeve rastê ango şoreşgerên wisa di nava me de zor tê peydakirin’’ lê yê din jî diyar e û ka çend pere dike li rastê ye. Miriye, qediyaye û tiştek ji destên wî nayê.
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN