WAN – Li Wanê berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman di roja 7’an de didome.
Gel û HDP’yiyan xwestin ji avahiya partiyê heta Cadeya Maraşê meşekê lidarbixin lê polîsên Tirk ên dagirker êrîş kir.
Di êrîşê de koma ku wekîlên HDP’ê jî di nav de hatin derbkirin. Polîsên Tirk ên dagirker ji nêz ve bi gaza îsotê êrîş kir û gelek kes destgîr kirin.
Polîsên dagirker dor li wekîlan girt. Di nava kesên hatine destgîrkirin şêwirmendê wekîlê HDP’ê Mûrat Sarisaç Îbrahîm Genç jî heye. Polîsan rojnamegeran asteng dike û destûr nade nêzî çalakgeran bibin.