BEHDÎNAN – Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê de, di şerê îro derketî de 15 leşker ên dagirker hatin kuştin û 15 leşkerên din jî birîndar bûn.
Çapemeniya Tirk di nûçeya ku disperê wezareta berevaniyê ya Tirk de nivîsandibû “Di Tevgera Pençe de 3 leşker mirine”.
Lê li gorî çavkaniyên ku ajansa ANF’ê bidestxistiye, di şer de herî kêm 15 leşker hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê heta niha têkildarî şer tu daxuaniyek ne daye.