ÖZGÜR GABAR
“Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare gerîla biqedîne berê xwe da gel. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk hêzên me jî ketin tevgerê. Hevalan şerekî fedaîyane meşand û derbeyên giran li dijmin xistin. Êrîşên herî berfireh li herêma Zagrosê ji aliyê hêzên me pêşketin. Hêzên me amade bûn ku her êrîşê vala derbixin. Hemû eyaletên hêzên me lê dimînin, li hemberî êrîşên dijmin çalakî li dar xistin. Û gelek çalakiyên berfireh û encamgir hatin kirin. Artêşa Tirk li bendî bersiveke wisa tund a hêzên me nebû. Derbeyên giran xwarin. Mirov dikare bêje artêşa Tirk li beramberî wan çalakiyên bi bandor şikestinek mezin jiyan. Ew artêşa ku ji tîmên taybet pêk dihatin û taybet hatibûn perwerdekirin ew jî şikestin. Li Zagrosan, gerîla derbeyên mezin li dijmin xistin. Dijmin, xwest me li vir asteng bike. Ji bo ku çûn hatina gerîla qut bike; ji xeta Heftenîn heta Şemzînan xwestin bigirin bin hîmaya xwe. Armanca wan ew bû hêzên me di Başûr’de bêhêz bikin û bi temamî tune bike.
Li seranserî xetên sînor qeleqol çêkirin, gelek gir girtin, rê fireh kirin. Dijmin, li gelek cihan araziyên gel girtin û leşkerên xwe dan bicihkirin. Me jî amadekariyên xwe wek çeper, çek û cebilxane û hwd dikirin. Me bi şev û roj amadekarî dikir ta ku em teknîka dijmin vala derxin. Ji bo wê jî demê êrîşan de me bersivên xurt dan. Li ser van esasan bi pêngava li ser navê ‘Şehîd Reşît Serdar’ re hemle hate destpêkirin. Hemû hevalên cihê xwe di hemla şehîd Reşît de girt ked û berxwedaniyek mezin dan. Bandora vê pêngavê ji aliyê taktîk û moral ve mezin bûn.
Roja 14’ê Tebaxê çalakiya Geliyê Dostkî hat destpê kirin. Ji xwe piştî 24’ê Tîrmehê Geliyê Dostkî ji aliyê dijmin ve hatibû girtin. Hevalan rêyên hatin û çûyîna dijmin, rêyên erzaq û lojîstîka dijmin hemû qut kiribûn. Hevalan serweriya xwe li ser arazî çêkirin û wisa qontrola arazî kete bin venêrîna me. Dijmin bê erk (işlev) ma. Êdî leşker nedikarî ji qereqolên xwe derkevin. Tenê şevê bi Skorskiyan dihatin û diçûn. Hinek agahî ji me re dihatin û digotin leşker li pir cihan birçî mabûn. Diçûn pêwîstiyên xwe yên rojane bi darê zorê ji gel digirtin. Digotin, ‘ev çi ye?’ Ji ber ku hesabên wan yên malê ne li gorî yê sûkê bûn.
Rêya diçû Şemzînan, Colemêrg û Wanê hatin bêkêrkirin. Li gelek cihan qereqolên li kêleka cadê bûn, nedikarîn venêrîn bikin. Di 14’ê Tebaxê de, ji ber ku ev rewş ji xwe re qebûl nekirin careke din berê xwe dan hêzên me. Li ser herêma Mêrgezerê, Çarçela û Geliyê Dostkî operasyon li dar xistin. Destpêkê bi bombeyên fosfor û fuzeyên barkirî bi rojan êrîş kirin. Piştî wê operasyonên bejahî xwestin bikin. Tevî ewqas êrîşan jî, dijmin nekarî bikeve Geliyê Dostkî. Roja 14’ê Tebaxê hevalan li Gelî, konvoya dijmin xistin kemînê. Gelek seyareyên zirxî tune kirin. Leşkerên ku xwestin ji bo teqwiye werin me nehişt bikevin qadê. Hevalan êrîşî wan jî kirin. Di encamê de qederek kuştiyên dijmin çêbûn. Di çalakiya destpêkê de 20 kuştiyên leşkeran çêbûn.
Mêrgezer…
Li Mêrgezerê pevçûn berfireh bûn. Di pevçûn û şerê di vir de bi dehan kuştiyên dijmin çêbûn. Hevalan qederek cebilxana dijmin desteser kirin. Şerê li vê qadê ji sibehê heya êvarê berdewam kir. Êrîşên wan li vê qadê jî hatin şikandin. Di şerê vir de jî ji 30’î zêdetir kuştiyên dijmin çêbûn û cebilxane hate girtin. Ew erebeyên zirxî û qaşo leşkerên wan ên taybet ku ewqas di televizyonan de, propagandaya wan dikirin û digotin; ev leşker bi bin nakeve, hemû pûç bûn û têk çûn. Yekîneyeke wan a taybet ji bo teqwiyê hat, lê nekarîn tiştekî bikin. Hemû leşkerên xwe wisa hiştin û reviyan. Wê demê 30 leşker bû, lê ji wan leşkeran 20 hatin kûştin. Yek hevalê me jî di vî şerî de birîndar nebû. Me di vê rewşê de him dijmin bin xist û him jî rewşa xwe ya heyî xurtir kir.
Me taktîkên şerê gerîla êrîş têk birin. Piştî 14’ê Tebaxê heya zivistanê êrîş li ser Zagrosê û bi taybet jî li ser eyaleta Cîlo kêm nebû. Bi taybet li herêma Geliyê Dostkî taktîkên me yên Sabotaj, Sûîkast, çekên giran, sizma û êrîşê hatin pêkanîn. Hevalan, wisa anîbû serê qereqolên ser sînor ku, nedikarîn ji çeperan serê xwe rakin. Hemû ceyranên qereqolan hatibûn birîn. Leşkeran pir caran ji gel re digotin; ‘bila rêyên erzaqê me vekin, ceyrana me nebirin, em şer nakin.’ Bi çekên giran heta payîzê ev pevçûn hatin berdewamkirin. Dijmin, bênavber teknîka xwe da bikaranîn. Rastî jî carina me digot; ‘gelo, du dewlet li beramberî hevdû teknîkek wisa bişixulînin li wî welatî kevir li ser kevir namîne.’ Yanî bi wî awayî êrîşên dijmin çêbûn. Li hemberî xwezayê jî ewqasî bi kîn bûn, cihên gerîla lê nebûn, bi bombeyên fosfor lê dixistin û dişewitandin.
Dijmin Qontrola Şer Winda Kir
Ji bo ku em careke din êrîş bikin me dest bi amadekariyan kir. Dewleta Tirk wexta dibêjin Oremar, rojeva wan tê guhertin. Ji ber ku qereqola Oremarê de pir kuştiyên wan çêbûn. Dewlet binketineke mezin jiyan. Dijmin ji bo amadekariyên me asteng bike, derdora hemû cadeyên Geliyê Dostkî, bi şev û roj bombebaran dikirin. Hinek dol hebûn, rojê 20-30 qazan lêdidan. Ne tenê bi balafiran, bi topên obus û qatûşayan lêdidan. Êdî ji bo hevalan lêdana ewqas top û bombeyan ji rêzê dihat. Te digot qey şerê cîhanê yê sêyemîn dihate meşandin di wan gelî û newalan de. Çavê wan li hemberî siya me sor bûbûn. Lê tevî hemû çavsoriya wan, hêzên me derbeyên giran li wan didan û êdî wan nedikarîn bi qontrol êrîş bikin. Dijmin êdî him ji milê siyasî û him jî ji milê leşkerî bêqontrol kete tevgerê. Ji ber ew ne li bendî bersiveke wiha tûnd a hêzê me bûn. Ango dê çawa dewleteke dagirker a weke Dewleta Tirk li hemberî gerîla bin bikeve, ji xwe re ev hezim nekirin.
General bi xwe ji bo ku moral bidin leşkeran rasterast tevlî oprasyonan bûn. Rewşa wan a leşkerî nebaş bû. Leşkerên wan şer nedikirin. Ditirsiyan. General bi xwe hatin û neçar man ku bi xwe şer koordîne bikin. Hêzên derve anîn. Ew polêsên taybet anîn. Li ser vê esasê êrîşên hewayî zêde kirin. Seranserî Gelîyê Dostkî dan ber xwe û bombebaran kirin. Nedigotin gundî hene nîn in, sivîl li van deran dijîn, hema dabûn ber xwe û lêdidan. Piştî van êrîşan qaşo moral didan xwe û digotin gerîla tesfiye bûye, di sabotajê’de bê-kêr bûne, çeper hemû xera bûne, em ê heta qereqola Oremar biçin. Bi rastî jî gelek cih, ji ber lêdanê nedihatin naskirin. Lê ev nedihat wê wateyê ku, dijm in em qedandi ne. Ji ber ku me qûralên gerîla pêk dianî û li gorî wê tevdigeriyan, teknîka dijmin tev vala hate derxistin. Dijmin dîsa kete tevgerê, lê wekî berê nedikarîn bi hêsanî werin. Ji ber ku derbe xwaribûn. Destpêkê gundî dişandin, tevdîr digirtin.
Cihên Stratejîk Di Dest Gerîla De Bûn
Piştî êrîşên hewayî dijmin xwest him ji milê Oremarê û him jî ji milê Şitazanê de werin. Qada Mêrgezerê bi temamî girtin. Qadek zozan û vala bû. Ji ber ku heval li wir nebûn hate girtin. Li gorî êrîşên xwe digotin, ‘ne gengaze gerîla sax mabe.’ Wexta dihatin pêşiya wan teyarê, lêdidan. Qedeme bi qedeme dihatin. Li pişt wan jî erebeyên zirxî dihatin. Dijmin careke din di 6’ê Îlonê de kete tevgerê. Xwest qadên di bin venêrîna me de ne bigirin. Sê rojan bi çekên giran û hwd. xwe ceribandin. Her sê caran jî êrîş li ser wan hate kirin, nekarîn û neçar man paşve bikişin. Di Gelî de pevçûn bi awayekî giran didomiyan. Van pevçûnên her sê rojan jî me windahî nedan, birîndarek me jî çênebû. Teknîk vala hate derxistin, bi dehan leşkerên wan hatin kuştin. Ew qonvoya ji milê Oremar û Geverê ve dihatin, nekarîn werin.
Gav Bi Gav Binketina Artêşa Tirk
Fermandarekî wan hatibû ku, qaşo dê operasyonê bi ser bixe. Lê binketina xwe jibîr kiribû. Megafonek girtibû destê xwe gazî hevalan dikir û digot; ‘werin teslîm bibin em zirar nadin we…’ Ew kurmay an yarbayê ku wisa digot hat ser mayîna hevalan… Hîn gotina wî di devê wî de bû, hevalan mayîn teqandin. Gotinên wî, di devê wî de man. Ew qomûtan jî 5-6 sal bû fermandartiya leşkerên qereqola Oremarê kiribû. Xwedê giravî yê herî xwedî ceribîn bû. Gel û gerîla nas dikir. Dehan caran derdiket televizyonê û propaganda dikir. Lê hevalan him seyareya wî ya zirxî û him jî qobrayekê îmha kirin. Piştî wê seyareyeke din hat, hevalan ew jî îmha kirin. Xwestin ji aliyê Sinewa de werin û leşkerên xwe ji nav destê hevalan xelas bikin. Tang anîn hevalan tanga wan jî îmha kir. Wekî din jî êrîş hate kirin. Bi dehan erebeyên zirxî anîn lê hevalan nehiştin xwe nêzîk bikin.. Êdî ketibûn nava şokê de û nekarîn tiştekî bikin.
Dijmin Leşkerê Xwe jî Bombebaran Dikir
Artêşa Tirk ewqas perîşan bû ku nikaribû cenazeyên xwe bigre. Tenê ji bo ku gerîla çekên wan desteser neke û nede televizyonê, erebeyên xwe yên zirxî bombebaran kirin. Cenazeyên li kêleka erebeyan hemû bi wî agirî şewitandin. Digotin gerîla wisa kiriye lê, derew dikirin. Wan bi fuzeyan, cebilxana xwe dan ber agir û pêre jî cenazeyên leşkeran şewitandin. Tenê ji bo teknîk nekeve destê hevalan, serî li van şêwazan dan. Ji ber ku leşkerên Tirk şerekî bê hiqûq û exlaq dimeşîne, serî li van rêbazan dide. Dewleta Tirk pir derewker e. Kuştiyên wan gelek bin jî dibêjin; ‘ kuştiyên me nîn e.’Jixwe Erdogan, bi rêya rusipiyan xeber dane me ku em canezeyê wan bidin. Ew dewleta Tirk a ku xwedî teknîkek mezin û qaşo nêzî milyonek leşker û polêsê wê heyî ketibû vî halî. Rewşekî pêkenok bû. Di rewşeke wisa de bû ku, nekarî cenazeyê xwe bigire. Bi rêka sivîlên wan gundan xwestin cenazeyê xwe bigirin. Gel hat bi me re hevdîtin kirin. Ne ji bo Erdogan, ji ber xatirê gelên ku hatî me cenazeyan da.
Me bi qasî 10 çek li ser dijmin rakir. Sê A4’ên li ser qobrayan, kîrpiyan hatin îmhakirin. Qederê 10 çekên din hatin îmhakirin. Ji ber ku şewitîbûn hevalan neanîn. Yên saxlem hevalan anî. Du qobrayên wan ên erdî, seyareyên zirxî û tang hatin îmhakirin. 6-7 erebeyên zirxî hatin derbekirin û leşkerên têde hatin kuştin. Tevî ku operesyonên ewqas berfireh kirin, teknîk anîn, tîmên taybet anîn lê, dîsa jî encam negirtin. Tiliya hevalekî/e me xwîn nebû. Leşkerên Tirk li Zagrosan bi sedan wendahî dan, lê ji bo wana girîng nebû. Cenazeyên wan hîna jî li cem me ne. Cenazeyê Yuzbaşiyekî wan li Çarçela veşartî ye. Lê digotin nerast e, ango weke her demê derew dikirin. Ew cenaze bi nasnameya xwe hîna jî li wire.
Artêşa Tirk Nikare Şerê Singe Sing Bike
Ew operesyon heya biharê domiya, lê encamekê bi dest nexistin. Li ser hev pir bombebaran kirin. Hevalên di van deran de diman, bi awayekî qehremanî şer kirin. Fedakariyên mezin çêbûn. Bi fîşengan yek hevalê me jî şehîd neket. Lê di gir de, bi êrîşên hewayî heval şehîd bûn. Mînak, Kela Weregoz ji 24’ê Tîrmehê şûn ve dijmin êrişên hewayî lê dikirin. 4 heval di wî girî de bûn. Bi ti awayî gir bernedan. 3 mehan hevalan di wî girî de berxwedanek mezin û destanî kirin. Piştî êrîşên hewayî yên giran şikeft bi ser hevalan hilweşiya û hevalên me wisa şehîd bûn. Artêşa Tirk ji ber nekarî şerê bejahî bike. Nekarî li hember hevalan şerê singe sing bimeşîne. Wan dema operesyon kirin hesabê hêza me nekiribûn. Dîsa gire şehîd Fîkret de berxwedayîneke bi lehengî ya hevalan çêbû. Kincê hevalan ji ber pestoyê (basınç) ji ber wan bûbûn. Li wê derê jî 4 heval şehîd bûn. Berxwedan û destanên wisa li cîhanê kêm in. Ji xwe berê hevalan di wî girî de nêzî 20 leşkerên Tirk kuştibûn. Dijmin nedikarî ji bejahiyê ve were, balafir li pêşiya leşkeran didan. Leşker di bin ve dihatin. Piştî leşkerên wan hatin kûştin, hevalan xwestin ku biçin ser cenaze çekên wan bigirin. Lê dijmin him li leşkerê xwe û him jî li hevalên me dan.
Di operasyonên şehîd Rojîn de dijmin xwest bikeve herêma Şehîd Rehîme. Di wir de jî heval Azad şehîd bû. Ew pevçûn jî qederê 10-15 roj ajot. Di wir de berpirsiyarê qereqola Oremar û qereqolên din
Û her wiha yarbayek hatin kuştin. Leşkerê Tirkan ketibû rewşeke wisa ku, yarbay ketibû pêşiyê ji bo wêrekî bide leşkerê xwe. Ew gir neket. Ruxmî ku dijmin teknîkê gelekî şixuland jî, lê ew girê di destê hevalan de neket…
Li Çarçelayê Qehremanî
Dijmin di televizyonan de digot me herêma Çarçela girtiye. Em ê ala xwe biçikînin, lê derew bû. Herêma Çarçela ne tenê girek e, pir girên xwe hene. Tenê xetek li ser qereqola Şitazanê diçe ser qereqola Oremarê. Ew xet jî di destê me de nebû. Me negirtibû. Ji ber ku qederekê ji herêma me dûr bû, her wiha eraziyeke mehkûm bû. Hevalên me di qadên mehkûm de namînin. Ji bo me pir zêde baş nebû. Di pevçûnên 3 mehan de, dijmin ew cih girtin, ew jî ji Şitazan destpê dike û heta Deltayê diçe. Ji bo ku herêma şehîd Rehîme bigire, tenê vê qade girtibûn. Çarçela neket û çeperên xwe parast, hevalên li wir berxwedayinek mezin dan pêk anîn. Piştî 98’an cara yekemîn dewleta Tirk bi vê hejmarê operasyon li dar dixist. Berê bi hijmarên zêde û bi operesyonên berfireh dixwestin me tesfiye bikin. Teknîka wan zêde pêşketî nebû. Lê vê carê him teknîk û him jî hejmar zêde bû. Lê li hemberî vîna hevalan, artêşa Tirk şikest û têk çû. Me di encama şerê bi mehan dirêj kirî de gelek hevalên xwe yên hêja winda kirin. Lê, qehremaniya wan hevalan rê neda dijmin bikevê Zagrosan. Mirov bi rojan behsa wan qehreman û berxwedêran bike dîsa wê neqede. Mirov çiqas binivisîne, an jî behsa bike wê dîsa kêm bimîne. Ez jî soz didim wan lehengên Çarçêla ku heya dawî li peyî şopa wan bim.