MÊRDÎN – Polîsên dagirker li Mêrdînê dîsa parlamenterên HDP’ê yên qeyûm protesto dikin dorpêç kir. Rojnamger ji derdorê hatin dûrkirin. Parlamenter bendemayîna xwe didomînin.
Şermezarkirina tayînkirina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di roja 8’emîn de dewam dike. Parlamenterên HDP’ê ji avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê derbasî Parka Karayollari bûn. Polîsên dagirker parlamenter û rêveberên HDP’ê dorpêç kirin. Di navbera polîsên dagirker û wekîlan de rageşî qewimî. Polîsên dagirker rojnamegerên nûçe dişopandin jî ji derdorê dûr kirin û nehiştin dîmenan bikişînin.
Tevî hemû astengî û dorpêçê jî parlamenter bendemayîna xwe didomînin. Polîsên dagirker nahêlin tu kes nêzî cihê dorpêç kirine bibin.